Sonda min bi ayetên Qur'anê
Bi rûyê wekî xetên Qur'anê
Deh carî bi wê bejn û bala te
Çil carî bi bisk û bi xala te
Her dixum sondê bi rûyê wek roj
Yê wekî hîva bi şewq û tîroj
Bi wan birûyên bo min kabe ne
Bi wan keziyên wek sicade ne
Sed car sond dixum bi herdu çavan Peymana min her ev e li gel wan:
Heta ku hebim ez li jiyanê
Tu di canê min de yî ey canê
Bazı hikâyeler tam tahmin ettiğin gibi ilerler. Bazılarıysa son sayfada tüm bildiklerini sorgulatır. 🤯
Ters köşeleri seviyorsan, seni sonuna kadar merakta bırakacak 3 kitap önerisini keşfetmeye hazır ol!
Ku çavên Memê dîtin rûyê Zîn
Derdan ji dest xwe wî fîl û ferzîn
Dil mabû li pencer û şibakan
Hespê xwe dida şûna peyakan
Mîr vê carê bir ji Memê şeş dest
Mem bû ji meya li pêş xwe sermest