Bibe perwane ger evîndar î
Canê xwe bike qurban û arî
Kabe û qible ya tu l'pey wan î
Nêzîkî te bûn b'emrê xwedanî
Ew mala xwedê der û dorên wê
Gihane ber te biger li dorê
Ey yê ku berî daye dilberê
Ji bo tewafa wê, te daye rê
Vaye ew kabe hatiye ba te
Xwedê ew nêzîk kirî seba te