Heke ji min ne bawerî li dora xwe fedikire, tu wê bibînî ko herçî ji min dûr mane, hatine ketine bajaran zimanê xwe winda kirine û îro nedizanin bêjin "lo!" ne jî “lê!" Ji ber ko peyayên bêçek wek mirovên bê neynok in, kêç jî bi wan dikarin. Ji lewra ezbenî qedrê min bizane, ji min dûr mekeve, min ji xwe dûr meêxe û bi min ne qelema xwe lê parsuwên dijminên xwe jêke!..