Slav û rêz hevalno
Erê me pirtukek Mehmed uzun ê yeka bêhempa jî şikir xwend:)
Pêşî spas dikim ji xalê xwe ra go vî pirtukê da min û min xwend.
Pirtûk pirtukek dîrokî bû.
Lê ne tenê ser dîrokê hatîye nivîsandin, nivîskar Mehmed uzun ; Çand ê, Evînê, Dengbêj î, Olê, wêjê, Şer ê, Bêdengî yê, mişextê, hesreta welatê, deng û gotina, tenê bû nê, bêkesbûnê, Bêbextîyê, nezantîyê,
Îxanetê, cahiltî yê, bêçarebûnê, şewat û agirê dila hemûyan vî pirtuk'a xwe yê bêhempa da anîtîye ziman.
Mirov yek pirtukek î da dikare her halê mirova bibîne,
Vî pirtukê da qelemperî qala Şer ê û piştê şerê çi tê serê wî şer ê winda kirine.
Şer ket ku derê ewî malê xira dike û dişewitine ne zaro mêze dike, ne jî wan dayîkên bê guneh .
Zalim herdem zalimin rehm û vîjdan tine, bi xwîna bêkesa xweyî dibin û bi hêz dibin.
Şer ket bajare kî ew bajarê da tu tişt ser tişte kî namîne, ew bajar talan dibe, feqîr dibe, dişewite, mirovên gunehkar mala wan xira dibe.
Vî dinê yê pişta mirov dişkîne Bêbextî û Nezantîyê, tu çiqas bi hêz bı jî çiqas zana bî jî gava tenê bî û devdora te ji pişta te li te bixin tu nikarî tiştek bikî. Wan mirovê xwe difroşin.
Hişmendî, zanebûn, xwe nasîn, û hezkirîya welat gere dilê her mirovê da hebe û wê çaxê êdî dikare Azad bibe, ev tiştana tine be tenê xwe û malbata xwe bifikire, tenê ji boy menfietê xwe bixebite, haya wî ji gelê wî tine be, Nizani be ji welat hez bike, nizanibe yekîti bixwe nava gelê xwe, ew nikare qala azadî yê jî bike.
Em hîn nizanin ji Welat hez bikin!
Em hîn ji mirovan hez dikin û ji boy wan mirovan jî ji hevdû ra dijmintî dikin bo wî jî nikarin bibin yek. Û mesele ne ole ne jî tiştek din e mesele tenê emin.
Erê pirtûk go mirov bixaze pir tişt jê fêr dibe.
Bila herkes bixwîne û rastîya bibîne û ders jê derxwe.