Zembîlfroş

Zembîlfroş
@Zembilfross
Kê mir, ji kîsê xwe çû
Rehber öğretmen
Mardin
Iğdır, 12 Aralık
92 okur puanı
Şubat 2020 tarihinde katıldı

Zembîlfroş

, bir kitap okudu
Puan vermedi·128 syf.··
2024 3. kitabı
Reklam
Puan vermedi·128 syf.··
2024 3. kitabı
Bi ya min divê navê vê romanê bibe: Çîroka Cemşîdxanê ku hertim bê ew li ber xwe dibir û Salarxanê birazî ku emrê xwe bo apê xwe pûç kir.. Romaneke ecêb û fantastîk .. xwezî fîlma vê bihata kişandin , yeqîn dikim ê balkêş bûya . Herçiqas wergera wê carcaran serê min êşandibe jî Bextiyar Elî qerekterekî orjînal afirandiye û ez bawerim ê di gelek romanan de ji Cemşîdxan re nazîreyan bikin û yê vî lehengê mîna mînakekê nîşan bidin.
Apê min Cemşîd Xan ku hertim bê ew li ber xwe dibirBextiyar Elî · Avesta Basın Yayın · 2012121 okunma
Wey ji wî dilî re ku tê de agir nîn e Ji bo delaleke rûroj ne dilketî û dîn e Roja ku bê şerab te ji xwe borandî Ev e roja jînê a windatir bê jîn e
Sayfa 16·Kitabı okudu
Puan vermedi·213 syf.··
2024 4. kitabı
Di serî da bêjim dest û lêngê Kek Ahmed Aras sax be . Ji bo wî ev berhem kiriye kîsê kurmanciyê. Min ji berê va li ser Evdal gelek tişt bihîstin gelek tişt xwendin lê wekî vî berhemê berfireh , sîstematik û kronolojîk nîn bûn . pirtûka Memed ûzûn jî xweş bû lê ev qasî berfireh nînbû. Kek ehmed wan salên meriva newirî bigota em kurd in (salên 60-70) li serhedê digere û bo kitêbeke kurmancî binivîse ji nas û malbata Evdal digere û agahiyan berhev dike. Ji ber vê jî hin mirov ji tirsana jê re xeber nadin mixabin. Her çiqas astengî , zor û zehmetî ditibe jî wî nêzika 65 kesî guhdarî kiriye û ji gelek berhemên din jî istîfade kiriye. Welhasil ev kitêp mîna avê diherike û xwe bi xwe dide xwendinê (qurbana devoka serhedê bim :)) Gava meriv dixwîne baştir fehm dike ew klamên dengbêjiyê,gelek ê evdal in ( metê , şêx silê, hozandaxê , temo lawo, wey dil şerê Tarxan û hwd). Ew klamên dengbêjên me yên bi nav û deng digotin pirranî ji sînga evdal derketine paşê belav bûne. Dengbêjên piştî wî hatine dinê bi meqam û terzên wî klam gotine. (Şakiro, reso, huseyno, xarpetî Xaco, Şeroyê Biro, Kazo û hwd.) Evdal şair bûye, xweş şaîr bûye dengbêj bûye xweş dengbêj bûye. Li derû dorê xwe dinêrî û ji qefesa xwe klam derdixistin. Çend bendên evdal li jêr datînim welleh xweş levhanîye billeh xweş levhaniye Gulê dibê : Evdal merûmo çavê minê reş in reş bela ne Minê rojê sê cara bi kilê subhanê kilda ne Gelek dengbêjên mîna te ji bo min jinê xwe berdane Evdal dibê: Heyla gulê ez hatim Xamûrê lê ha li hember e Minê bala xwe dayê gulê yeke bejnzirav e gerden zer e Minê sond xwarye bi încîla Îsa bi qurana pêxember e Bi sirê sibê re gulê wê boxçê xwe hilde bi min re were ——— Evdal digo: Şêx Silê Dîdem e xweş dîdem e Alîkî me Uris e yek rom e yek ecem e Sîngê min kitûka şaîr û dengbêja ye zarê
Evdalê ZeynikêAhmet Aras · Nûbihar Yayınları · 201868 okunma