Zembîlfroş

Zembîlfroş
@Zembilfross
Kê mir, ji kîsê xwe çû
Rehber öğretmen
Mardin
Iğdır, 12 Aralık
92 okur puanı
Şubat 2020 tarihinde katıldı
Bêjeya “kilamê” ji bêjeya “kelam” a zimanê erebî çêbûye û bi şêweya kilamê derbasî zimanp kurdî bûye . (Yorulmaz , 2017)
Sayfa 8·Kitabı okudu
Reklam
gelo
Puan vermedi·144 syf.··
2022 1. kitabı
Pirtûk bi du çîrokan despêdike û herdû çîrokan jî li rex hev didomîne , mîna du herqên avê .. Jana Seyda hûnaka çîrokê hêdî hêdî giran giran dimeşine û bi aveyekî zehf xweş , zehf dilşewat bi hev ve girêdide paşê herdû çîrokan jî dike yek çîrok. Zimanê novelê, te aciz nake , serê te tevlihev nake û zelal zelal diherike. Paşeroja qehremanê me (dîlber) ji jiyana dapîrê wê digire heta jiyana bavê wê û paşê jiyana wê bi xwe, yek û yek ji me re qal dike rabirdûya qehremanê me di serê me de diedilîne û paşê meseleyê didomîne.. Di romanê de tenê li ser meseleya xwe nasekine carcaran jî rastiya civaka me resmdike xwe jî civaka aktûel .. Mînak , kurmanciya Wanê , kafeyên stenbolê , têkiliya jin û mêran li gorî erdnîgariyê.. Jana Seyda Xanim Bi meraqeke zêde kitêbê li me dide xwendin û di dawiyê de pirsên di serê me de gişkan dibersivîne û meseleyê safî dike Qelema wê neêşe û keda wê sax be Lê jana seyda du heb “GELO” ji min re hîştin . 1.gelo em paşeroja xwe bizanin bo me baş e an nezanin? 2.gelo mirovên bîrewariya xwe windakirî birastî jî bişans in ?
Edebiyat
Jineke Mirî Li CihangirêJana Seyda · Avesta Yayınları · 202139 okunma

Zembîlfroş

, bir kitap okudu
Puan vermedi·144 syf.··
2022 1. kitabı
Jana Seyda
9.3/10 · 39 okunma
Li min herimî xewa îşev Bi heft şûştinan nabe tehfîl Rûyê te derdê giran e îşev Xêynî çavên te navêm qendîl
Zaroktî girêkek e di gewriya mirov de, zû bi zû nayê daqurtandin..
Sayfa 43·Kitabı okudu
Reklam