“9 çîrokên hêsaniyê, lê ne çîrokên hêsan “
9 heb çîrokên sekan, aram û ji kaniya jiyana rojane herikî.
Wekî tarza Çehov, şayesandineke giran giran li ser heyberan, li ser tevgerên mirovan û hest û ramanên lehengên çîrokan. Nivîskarê qîma xwe li bûyerên gelekî balkêş û bandorker nehaniye, qelema xwe mecbûrî van tiştan nekiriye. 9 heb çîrokên bê qîjevîj bê qelebalix û ji pênûseke zelal derketî nivisiye.
Wa ye gulbejn xanimê jî li me nîşan daye; ne hewce ye mijara çîrok û meseleyên me hertim perîşanî, têkoşînî , berxwedêr, jiyana li gundan ya zor û zehmetî , şer û levxistin bin. Kurd jî jiyaneke normal dijîn, em jî bi hevalên xwe re diçin êvareke araqê, em jî axaftinên tewşo meyşo dikin em jî gava tenê dimînin dikevin mitalên bê armanc, em jî wextên vala desbas dikin em jî hêsan dijîn.
Yanî Ji nav jiyana rojane jî mirov dikare çîrokên baş derxe.
Min xêncî çend şaşiyên gramerê û peyvên heremkî berhem eciband.
Keda gişka sax.