Zembîlfroş

Zembîlfroş
@Zembilfross
Kê mir, ji kîsê xwe çû
Rehber öğretmen
Mardin
Iğdır, 12 Aralık
92 okur puanı
Şubat 2020 tarihinde katıldı
Puan vermedi·100 syf.··
2024 19. kitabı
“9 çîrokên hêsaniyê, lê ne çîrokên hêsan “ 9 heb çîrokên sekan, aram û ji kaniya jiyana rojane herikî. Wekî tarza Çehov, şayesandineke giran giran li ser heyberan, li ser tevgerên mirovan û hest û ramanên lehengên çîrokan. Nivîskarê qîma xwe li bûyerên gelekî balkêş û bandorker nehaniye, qelema xwe mecbûrî van tiştan nekiriye. 9 heb çîrokên bê qîjevîj bê qelebalix û ji pênûseke zelal derketî nivisiye. Wa ye gulbejn xanimê jî li me nîşan daye; ne hewce ye mijara çîrok û meseleyên me hertim perîşanî, têkoşînî , berxwedêr, jiyana li gundan ya zor û zehmetî , şer û levxistin bin. Kurd jî jiyaneke normal dijîn, em jî bi hevalên xwe re diçin êvareke araqê, em jî axaftinên tewşo meyşo dikin em jî gava tenê dimînin dikevin mitalên bê armanc, em jî wextên vala desbas dikin em jî hêsan dijîn. Yanî Ji nav jiyana rojane jî mirov dikare çîrokên baş derxe. Min xêncî çend şaşiyên gramerê û peyvên heremkî berhem eciband. Keda gişka sax.
Edebiyat
Monologên Li Ber ŞibakeyêGulbejn · Zîz Yayınları · 20248 okunma
Hangi tür kitapları seviyorsun? 🔎 Polisiye 💕 Romantik 🚀 Bilim Kurgu 🏰 Fantastik 📖 Klasik 🧠 Kişisel Gelişim 🏛️ Tarih 😱 Gerilim

Zembîlfroş

, bir kitap okudu
Puan vermedi·100 syf.··
2024 19. kitabı
Gulbejn
7/10 · 8 okunma
ax xwedayo! ka ew bihara ez li bendê bûm! ka ew karxezala te pesnê wê dida? B.B
Puan vermedi·124 syf.··
2024 18. kitabı
Sîdar Jîr di vê romana xwe de wekî “Rûyê Nas” behsa xwe dike û li ser şerê kobaniyê dinivîse. lê çiqasî ji bo kurdekî zehmet be jî bi awayekî propagandawarî û hestiyarî nêzîkê meselê nebûye. Camêr li cihê xwe rûniştî û ji dûrve ev roman nenivisiye çûye sînor û gelek tiştên xedar bi çavê serê xwe dîtiye lê dîsa jî wî nehîştiye hest û ramanên wî tikevine pêşiya honaka romanê. Sîdar jîr herba 9 sal berê li deşta beraziyan qewîmî, li ser xaniyê evina Şoreş û Esmerê ava kiriye, wesiyeta lehengê xwe aniye cî û dest bi şerê xwe kiriye bi pênûsa di mista xwe de. Wekî min li jor jî got nivîskar zimaneke propagandîst tercîh nekiriye (belkî jî bo ziman, honak û bandora berhemê qels nebe tercîh nekiriye, nizanim) lê ez ne nivîskarim ji ber wê dikarim slogana xwe bavêjim. “Bijî şoreşa rengîn û gulgulî li hember ewrên reş û tarî”
Duşema RengînSîdar Jîr · Ziz Yayınları · 017 okunma