Zembîlfroş

Zembîlfroş
@Zembilfross
Kê mir, ji kîsê xwe çû
Rehber öğretmen
Mardin
Iğdır, 12 Aralık
92 okur puanı
Şubat 2020 tarihinde katıldı
Binehişiya jinane
Puan vermedi·88 syf.··
2024 17. kitabı
Fatma savci di pirtûka xwe ya paşîn ya ku îsal ji weşanên avestayê derketî de berê xwe daye rabirdûya xwe. bîranên xwe bi binehişiyeke jinane haniye ziman yeqîn ev xeyseta qelema wê ye, lewra helbestên wê jî hinekî wusa ne. Belkî jî xwestiye li vê taxa edebiyata mêrane bi pênûsa xwe ya mê serî hilde û peyvên xwe raperîne. Gelek peyv û têgihên em ji helbestên wê nas dikin di vê berhemê de jî hatiye birakanîn. Dara gûzê gelek caran li rastî mirovan tê yeqîn di derûnî û bîranînên wê de cihekî xwe yî gelek taybet heye. Berg û dizayna wê ez neheyîrandim, nizanim fikra kê/î ye lê hemû berhemên wê bi vî awayî tên çap kirin. Yanî bi temamî berg an spî an jî rej tê dîzaynkirin paşê sembol û nîgarên din lê têne zidekirin. Remzên li ser bergê jî gelek tiştan ji merivan re dibêjin û ne ji dûrî naveroka pirtûkê ye. Keda Şener Ozmenî sax be. Fatme xanim bi bîranînên xwe yên kurt û cûr bi cûr ,me hêdî hêdî kaşî paşeroja xwe dike, lehengên zarokatiya xwe, malbata xwe yek bi yek li ber çavê me radixe û xwe jî bi zimanekî helbestkî. Yanî qey mirov dibê Xanimê pêşiyê gotiye ez ê dîsa helbest binivîsim û ji nîşka ve biryara xwe guhertiye . Zimanê wê nahêle xwîner lehzekî jî ji honaka nivîsê dûr bikeve, ji ber ku meriv meraq dike ka ê hevoka din de peyvên çawa bikarbîne û çawa bîranînên xwe bişayesîne. Peyvên teze û biwêjên jibîrbûyî bîne li bîra me. Wekî min hêcka jî got lew zimaneke wusa helbestkî ye tu dikarî ji xwe re hîn risteyan jê derxî, qe li ser nelîzî û rasterast têxî li nav helbestekî. Mînak; “Mifteya zemanê em ê lê hebin, di kîjan bîreweriyê de veşartiye?”27 “Kêlên kuştiyan riyên me dibirin” “Zû de ye ne çûkeke xwendiye di strana min de ne kesî nêrgêzek daye li ber pora min. Ez dibim çi yê vê gola cemidî çi ma ji nasên min li vê mişextiyê” rûprl 57 “Lê nêr bû civat,
Edebiyat
Bîrgeha MêFatma Savci · Avesta Yayınları · 202411 okunma
Hangi tür kitapları seviyorsun? 🔎 Polisiye 💕 Romantik 🚀 Bilim Kurgu 🏰 Fantastik 📖 Klasik 🧠 Kişisel Gelişim 🏛️ Tarih 😱 Gerilim
TEMOYÊ DI ZIKÊ HESPAN DE
Puan vermedi·150 syf.··
2024 6. kitabı
TEMOYÊ DI ZIKÊ HESPAN DE Pirtûka Temoyî helbestê ya bi navê 112 Hesp û Xezelek nêzika du mehan e di destê min de ye lê naqede. Ne ji ber dirêjbûna wê, ji ber qewet û kûrbûna wê .. Gava hinekî ketim li nava kitêbê, ji fîlma “the revenent”ê sehneyeke Dicaprio’yî hate li ber çavê min. Heçiyek temaşekirine jixwe zanin Dicaprio di fîlmê de bi rola Hugh Glass dilîze. Hugh Glass nêçîrvan e, bi hevalê xwe re diçe nêçîra ajalên biyanî bo postê wan bi dest bixe. Rojekê li rastî hirçekî tê û hirç wî bîrîndar dike hevalê wî jî pişta xwe didinê û wî li wir dihêlin. Hugh, bo xwe li jiyanê rabigre zikê hespekê diqelişe, dikeve zikê hespê û wusa ji mirinê difilite. Ji min wetrê Temo jî di kitêba xwe de ketiye hindurê hespan lê cudahiyek di nava wan de heye; Hugh (Dicaprio) ji bo xwe vejîne ketiye zikê hespê lê Temo, bo hespê vejîne ketiye zikê hespê. De em wan herdû zilamên qeşeng bidin aliyekî û derbazî lêhûrbûna pirtûkê bin. Wekî hûn jî zanin pirtûka Temoyî helbestê a bi navê 112 Hesp û Xezelek vê payiza sala borî ji weşanênxaneya Darayê derket. Ji xwe berhemên Temoyî ên din jî serkeftî ne û ne hewceyê pesnê min in lê ev a dawî tiştekî neditî ye. Form û Dîtbarî Çima 112? Li gorî gotina nivîskar ev jimar bi taybetî nehatiye bijartin û tiştekî sembolîze nake, jimara helbestan hêdî hêdî li hev zêde bûne û bi awayekî spontane 112 helbest derketine holê. Temoyî navê gelek hespên bê helbestmayî jî di dawiya berhemê de nivisiye û siwarê wan jî diyar kiriye. Kitêb bi 112 helbestên ji devê hespan hatiyê nivisîn û xezeleke bi navê “Xezela sim û pîkolan” pêk tê. Ji wan helbestan 110 heb helbest li ser hespê leheng û navdarên Kurdan hatiye nivisîn, helbesteke bi navê “Cilfîferaz” li ser hespa lehengeke çîrokî hatiye nivîsin siwara wê ‘’Zilfînaz”e (û cudahiyeke wê hespê ew e ku di nav hespên
Edebiyat
112 Hesp û XezelekSelîm Temo · Dara Yayınları · 202345 okunma
Li ser romana Duşema Rengîn ya Sîdar jîr
Sîdar jîr di vê romana xwe de wekî “Rûyê Nas” behsa xwe dike û li ser şerê kobaniyê dinivîse. lê çiqasî ji bo kurdekî zehmet be jî Bi awayekî propagandawarî û hestiyarî nêzîkê meselê nebûye. Camêr li cihê xwe rûniştî û ji dûrve ev roman nenivisiye çûye sînor û gelek tiştên xedar bi çavê serê xwe dîtiye lê dîsa jî wî nehîştiye hest û ramanên wî tikevine pêşiya honaka romanê. Sîdar jîr herba 9 sal berê li deşta beraziyan qewîmî, li ser xaniyê evina Şoreş û Esmerê ava kiriye, wesiyeta lehengê xwe aniye cî û dest bi şerê xwe kiriye bi pênûsa di mista xwe de. Wekî min li jor jî got nivîskar zimaneke propagandîst tercîh nekiriye (belkî jî bo ziman, honak û bandora berhemê qels nebe tercîh nekiriye, nizanim🤷‍♂️) lê ez ne nivîskarim ji ber wê dikarim slogana xwe bavêjim. “Bijî şoreşa rengîn û gulgulî li hember ewrên reş û tarî”
Edebiyat
Puan vermedi·180 syf.··
2024 15. kitabı
Li navçeyekî xeyalî (Asûs) .. lê çîrokên rasteqîn.. Roman di nava bîranîn û jiyana îroyîn de diçe û tê diçe û tê. Zêde nikarim hûrgilî behsa romanê bikim lê dikarim tenê tiştekî bêjim Divê mirov, gava kê pesnê salên 90î bide vê pirtûkê bavêje ser çavê wan..
Berfa SorMehmet Dicle · Ziz Yayınları · 202326 okunma

Zembîlfroş

, bir kitap okudu
Puan vermedi·64 syf.·
28 günde okudu
·
2024 16. kitabı
Kamiran Ali Bedirxan
6.7/10 · 25 okunma