Helbestvanê Kurd Mela Ehmedê Namî yek ji stûnên helbesta resen li Rojavayê Kurdistanê bû.
Namî di hemû helbest û berhemên xwe de, hewl dida gelê xwe bi pêş ve bibe, zimanê wî geş bike û keç û jinên wî azad û xwende bike da gelê Kurd jî cihê xwe di nav rêza gelên pêşketî yên cîhanê de bigire.
Namî êş û janên gelê xwe baş nas kiribû û digot: “Dibistanan bi lez çêkin, hepisxanan bikin wêran. Nemaze xwendinê pir kin, ji bo me her ev in derman.”
Lewma jî Namî di wê dema dijwar de, xwendin, parastina zimanê kurdî û bi taybetî pêşketina keç û jinên Kurd ji xwe re kiribû armanc.
Di nîveka yekem a sedsala borî de, li gundê Tilşeîra Aşîta ku dikeve rojhilatê bajarê Qamişloyê dibistaneke keçan bi saya Namî hate vekirin. Keçên Kurd di wê dibistanê de fêrî xwendin û nivîsîna bi zimanê Kurdî dibûn.
Berî dest bi xwendina xwe ya rojane bikin, şagirtên keç sirûdeke Namî digotin û paşê dest bi xwendinê dikirin. Ev sirûd bi navê (Neşîd û Gaziya Keçan) di dîwana Namî ya (Daxwazname)yê de cih digire, beşek jê wiha ye:
Birayên delal hûn werin xortino
Buhuşte welat da`m herin merdino
Eger hûn neyên vane keç em meşîn
Besin koletî serfiraz da`m bijîn
Welat çav li rê bendewarê me ye
Ciwan herne pêş dewr û dem ya weye
Eger hûn neyên, vane keç em meşîn
Besin koletî serfiraz da`m bijîn
Bibin yek bilez xort û keç da`m herin
Ji bo serxwebûnê bi ceng û mirin
Eger hûn neyên vane keç em meşîn
Besin koletî serfiraz da`m bijîn
Keçim, nû gihame, dixwazim xebat
Me canê ciwan daye gorî welat
Eger hûn neyên vane keç em meşîn
Besin koletî serfiraz da`m bijîn
Dilê me ji pola ye gurçik hesin
Ji bo tol û doza welat em besin
Eger hûn neyên vane keç em meşîn
Besin koletî serfiraz da`m bijîn
Ji namî me zanî ko em bibne yek
Dijîn serbilind al û ol û serek
Eger hûn neyên vane keç em meşîn
Besin koletî serfiraz da`m bijîn Ahmet Nami