Hebûn, an nebûn, mesel ev e!
Gelo berxwedana ramanekê bi esil,
li hember lêdanên qederê rind e,
An qîrîn û gazinên
helwesta sist, li hember pêlên behra belayê?
Mirin
Mirin tenê xew e.
Bifikire ku tenê bi saya xewê
Êşên dil bi dawî dibin
Derd û xemên mirov aş dibin
Xew
Belê xewn tên dîtin di xewê de, ev nebixêr e.
Loma di xewa mirinê de
Dema em ji fikarên jiyanê aza dibin,
Çî xewn tên dîtin, ev divê bê fikirandin.
Vî fikrê ye ku me di aloziya felaketan de dijîne
An na, kî li ber qemçîya zeman serî ditewand?
Li ber zulma zordaran, li ber binpê kirina şerefê
Li ber kepaze kirina evînê
Li ber qelsbûna rastiyê
Li ber jêhatîbûn û xurtbûna derewan
Li ber dîtina qencên bindestê xeraban
Kî nedixwest ku bi xençerek dilê xwe biqelişîne
Tirsa ku dil dixwe nebûya
Tirsa warê veger jê tuneye nebûya
Tirsa xewna paş mirinê nebûya
Tirsa ku xirabiya di dest de ji hertiştî şîrîntir dike nebûya
ARKHİMEDES (Archimede). Ondan söz ederken şöyle demeli: "Eureka" ["Buldum"]. - Ya da şöyle: "Bana bir dayanak noktası verin dünyayı yerinden oynatayım." Bir de Arkhimedes vidası vardır ama biz onun ne olduğunu bilmek zorunda değiliz.