Li bin siya, sor guleke şermîn,
bilbilekî perîşan...
hêlîna xwe rakir.......,
li bin siya, dareke pir şîn,
cotkarekî dilovan....
xan’yê xwe avakir,......
li bin siya, peyveke şêrîn,
helbestvanekî biyan....
helbesta xwe hûna,
û tevna xwe li bakir,......
di bin siya..
pêşmergakî dil bi xwîn,
miletekî bê xwedan...
Ala xwe hilda,
zozanê xwe rizgarkir,
û welatê xwe azadkir!...
Ronahiya dil û çav
Diyariya dê û bav
Pêsîra wî roj û tav
Spehîtiya ax û av
Ala kurdan ser be ser
Sor û gewr e kesk û zer
Qehremanê ceng û şer
Qiblegahê mê û ner
Cayegahê can û ser
Afitaba dar û ber
Ala kurdan ser be ser
Sor û gewr e kesk û zer
Hêviya xortan û mêr
Mihreba mizgefet û dêr
Şahê evd û şahê şêr
B'reng û bihn e zîv û zêr
Ala kurdan ser be ser
Sor û gewr e kesk û zer
"Rojek ji rojan, dîktator diçe li bal falbêjek û dipirse: "Ka tu di derbarê pêşeroja min da çi dîbînî?"
Falbêj çavê xwe digire û dest bi vegotinê dike;
-Ez dibînim ku hûn di erebeyek servekirî de li kolanek mezin da ne!
Dîktator kêfxweş dibe. Dikene û dipirse;
- Gel bextewar xuya dike?
- Erê, wekî her car.
- Mirov li der dora erebeyê digerin, direvin?
- Erê, ew mîna dînan li dora erebeyê digerin, polîs di vekirina rê de gelek zehmetiyê dikişîne.
Dîktator bi rûyekî ken, dîsa dipirse:
- Di destê wan da al heye?
- Erê, ew hem ala dewletê û hem jî pankartên ku li ser da sozên xweş hatin nivîsandin hildigirin!
- Ez çi dikim?
- Ez wiya nabînim, ezbenî.
- Çima?
- Ji ber ku qepaxa darbestê girtî ye!"