Awaz

Deryayeke di Nav Bergê Piçûk de: "Dema Tu Çûyî"
Puan vermedi·72 syf.··
2026 4. kitabı
·
4 saatte okudu
·
Okunma: 23 Mart 2026 18:55
Salek berê, di rojeke îmzekirinê de, min ev pirtûka piçûk tenê ji bo piştgiriyê kirîbû. Îro, gava min di nav pirtûkxaneya xwe de li pirtûkekê digeriya û ji xwe re digot: “Gelo ez niha çi bixwînim?”, çavê min li vê pirtûka qebare-piçûk ket û min got: “Bila rêza vê be.” Lê belê, min dît ku ew tenê ji derve ve piçûk e... Hundirê wê deryayeke bêbinî û tije pêl e. Pêlên wê li keviyên dilê mirov dixe û henaseya mirov di qirikê de diçikîne. "Dema Tu Çûyî"... Ev ne tenê pirtûkek e; ev birîneke zindî ye ku di kûrahiya dil de vedibe. Her rêzeke wê wekî tîrekê di dil re derbas dibe û birîneke nû vedike; lê di heman kêliyê de, wekî melhemekî ronahiyê li ser wê birînê dadiweşîne. Dema min ev pirtuk xwend, hêviyên min geş bûn û dilê min germ bû. Wekî kesekî nenas hat, destê min girt û bi pistepist got: “Tu ne bi tenê yî… Em hemû birîndar in, lê em hîn jî li ser piyan in.” Bi kurt û kurmancî; divê her kes vê pirtûkê bixwîne û di wê deryayê de xwe…
Şiir
Dema Tu ÇûyîLeyla Saraç · Aram Yayınları · 20242 okunma
Hangi tür kitapları seviyorsun? 🔎 Polisiye 💕 Romantik 🚀 Bilim Kurgu 🏰 Fantastik 📖 Klasik 🧠 Kişisel Gelişim 🏛️ Tarih 😱 Gerilim
Şewqa Heyvê
salên porspî birînên temendîrêj di bin qolincên welatê min de her elem digirt di rawestgehên rê yên serhildanekê de kenê westiyayî bêhna xwe dida stêrkên şevê diketin rêzgirtinê li ber lingên Viyana çiya li qeraxê zinarekî mezin Bêrîtanê bi destê welat digirt û dîlê geleki hînî firandinê dibû heyvê bi şewqa xwe dînixumand bedena serhildêr îxanetek rûreş dima di bin lingên min de Semayê fîstanekî agirîn li bejna adarê dikir û bi ariya bedena xwe derman dikir birînên di bin qolincên welat de…
Sayfa 39·Kitabı okudu
Ez ê Bêm
ji nû ve dergeha dilê xwe veke ez ê bêm mijankên xwe deyne ser hev ez ê bêm û ez ê kenê xwe yê evîndar li gulistana ramûsanên te raxim ez ê bêm ji tenêtiya te re dilekî evîndar bînim hemû êşên temenê te bi ramûsanên xwe bikewînim ez ê bêm û xwedayê êşê biqewirînim ji kolanan!!!
bes êdî bila teşiya te Qet xeman nerêse ji bo tevna dilê te na qet xeman nexwe em ê di elenda azadiyê de dîsa hevdu hembêz bikin wê demê dê beytikên xweziyên te bi destên xeyalên min bigirin û dê stêrkên çavên te ronî bikin tarîreşka temenê me…
Sayfa 32·Kitabı okudu
… min hemû pirtûkên olên pîroz xitim kir yek bi yek û wisa zivirîm dawiya dawî tenê hembêzkirina te bû ya pîroz…!!!”