li ser
sînorên evîna xwe
çend potînên rûspî maçî bike
û
raweste
werza gulvedanê ye
êdî
bila xeyalên li ser lêva te
bes veciniqin
xeman nexwe
xeyda li ser zimanê xwe bişkîne
bila biherike gotin û stranên te
demsalan rawestîne di çerxa xwe de
werza perperokan e
êdî bila
helbestên lênûska te
nebe pesnê jan û birînan
êdî bila
bila...