Kerrat's Violin ile Müzik Bulmaca
İlk kitabım Kerrat's Violin ile Müzik Bulmaca 'yı bulabileceğiniz örnek bir site... trendyol.com/pd/gece-kitapli...
1000Kitap
Min davêt ser milê xwe barê derdan û xeman Min rê girt û ez meşîyam ketibum devê çeman Dil û hinavêm helîya rih min nema Çavên ziha bun ji girî av lê neman Koçan bar kir ez mam e li waran Ne gazî û ne qêrîn ne fîgan û hewar e Ez mam bê xwedan bê hogir û heval e Bê bext felek te ez dur kirim ji yar a, Bi xwedê ez dizanim tu jî ji min xirabtir î Dilê te min jî bir nake tuyî xwezîya vî dilî Hinavên te ferîşîn tu jî ji min xirabtir î Xwezî te ditiba hîn ez sax û ne mirî..
Kurdî
📚🔔 Tatil zili çaldı! Bir yıl boyunca verilen emeklerin ardından şimdi dinlenme, keşfetme ve yeni maceralara atılma zamanı. 🌞 Bu yaz bol kahkahalı, bol anılı ve elbette bol kitaplı geçsin. Tüm öğrencilere keyifli tatiller diliyoruz! 💙📖
Ez berduşekî rê winda me. Di dilê min de bahoz hildikevin û diherikin, lê ew jî ne bes e. Canê min ji laşê min derketiye, xemê kûr ruhê min esîr kiriye. B.Ü
Kurdî
Îro rojbûna min e,
û di vê rojê de, komkujiyek din li dijî Kurdan pêk hat. ❤️‍🩹 Helbesteke xemgîn ❤️‍🩹🥀 Êrîşa Tirka Li Bakurê Îraq Sala hezar û nehsed, heştê û sê bi hejmar Bîst û pêncê gulanê, tirk rabûn bi kar û bar Sîh û pênc hezar leşker, alayî û leq û hêz Li tuxûbê Hekarî, li ber xetê kirin rêz Bi fermana Evren, zor pê ma yê bay Kemal Êrîşek giran bidin,ser Kurdistana şemal Li meydanê bûne sef, kurên Teumûr û Cengîz Rêz bi rêz û lek bi lek, bi cebilxane û hoşkîz Onbaşî û bînbaşî, çi zabit û qumendar Tevd da bi yek dengî got:ey oxlim ateş war Lê pêşmergêd pehlewan, ji wa çiya hatin xwar Berê xwe dane cengê, wek piling û gurêd har Ji çar kenar û hawêr, bi seleh û rext û çek Weke şêrên dev bi xwîn, li dor wana bûn xelek Bû gurme gurme topan, xumîn kete reşaşa Gelî û kort û newal, mişt û dar bûn ji laşa
Katliam
Mirov bi destpêka xweparastina li dij xeteriyên ji der ve bû mirov. Jiber ku xweparastina wî di heman demê de ew kir xwedi xiret û rûmetê. Ji wê û pêve mirov hebûneke bi xîret, bizaveke bi exlaq e. Helbet carina di vê xweparastinê de serneket jî. Birîndar bû, dil bû, bi çar alîyê ve hat dorbêçkirin. Yanê êdi xweparastina wî bê wate ma, jiber ku ew dorbeçkirî bû. Ev car mirov dest bi parastina dilê xwe kir. Parastina hest û xeyalên di nav dilê xwe de tengezar mayî. Yanê mirov ev car li dij dijminên hebûna xwe dest bi parastina zarokatîya dilê xwe kir. Jiber ku şeref, xîret, anor, kesayet û hemî nirxên ku wan ew kirî insan, ev parastina zarokatîya wî bû. Wekî din her tişt çirok bûn. Helbet di vê parastinê de nirxên ku mirov pişta xwe pê dide girêdan gelek girîng bûn. Yanê cûdabûna mirov ya jî hemû hebûnên (maxlûqatên) xwezayê ji ev bû. Nirxên ku pişta xwe pê dayî. Ev ne hêz bû, ne pere bû, ne jî tiştekî wisa. Jiber ku mirov di dîroka hebûna xwe de fêmkir ku ev yek di roja tengasîya rûmet û şerefa hebûna wî de çi pere nakin. Dil dimîne, helwesta dilsoz û zarokatiya mirov dimîne li ber pişta hebûna dawî de. Teslimiyet, yanê radesti, yanê kuştina dilê zarokatîya miletekî bindest, civakeke bê xwedi... Naxêr ev yek ji aliyê dirok ve nahête pejirandin. Bersiva dirok wê giran be, wê bi wate be, wê heta dawi edalet... Gava mirov di tengasiya hebûn û nebûnê de dimîne du rê dikeve pêș: Yek ji van teslîmbûn e, yanê bendê xeniqandina zarokatîya di dilê xwe de bi xwe dirêjê celadê xwe dike û dibêje; "Belê efendiyê min, vaye ez berdestê te me, hebûna min qurbana hebûna te be." Lê li gel vê gotinê jî, lava dike, bi çi aweyî dibe bila bibe, bihête efûkirin.Jiyana wî ya heta niha çi wate û nirx tê de çênebûyî bihête bexşandin. Yanê efûkirina tişteki wisa dixweze ku ew ti caran di wî de
Wateya Hebûna Min
Berî te, dinya tenê deng û rengên vala bû, Lê bi hatina te re, her tişt bû xwedî wate û xuda bû. Tu ne tenê dergistî, tu wekî nefesê di sîngê min de yî, Tu koka darê, tu asîmanê di ruhê min de yî. Ez di kûrahiya çavên te de, xwe winda dikim, Lê di wê windabûnê de, ez rastiya xwe peyda dikim. Evîna me ne ya rojekê ye, ne jî ya salekê, Ew mîraثek e, ku ji kûrahiya dîrokê tê bo dilê me her yekê. Tu ew aramî yî ku piştî her bahozê tê, Tu ew roniya ku tirsê ji tariyê dibe û tîne rê. Sonda min bi ruhê me her duyan e, ku bûne yek, Heta dawiya deman, tu yî di min de tenê rastî, bê guman û bê şik.