Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Min ji qama dil re kirasekî dirût Ji lûfê zehmetiyê û ji tayê evînê Kalbimin bedenine bir elbise diktim Dokusu cefa lifi, muhabbet de ipliği dir. 🔸| Baba Tahir Uryan
Dilê şad ageh ji dilê jar nîne Kesê xoşrewş ageh ji bîmar nîne Ne b’nasê te ev wêneyeke kevn e Ku azad ji dîlî agehdar nîne...
Reklam
Can Welat Can
Nizanim ez dilê min kê ra dîn e Awarê kê, mala kê da dimîne Nizanim ez dilê sergeşteyê min Dîlê mest nêrgiza kîjka şîrîn e
Ez ew rind im ji şahan distînim bac Zirxê ber dikim datînim serî tac Serê merdan natewe l' ber nemerdan Eger min daliqînin wekî Hellac
instagram.com/p/C5hGqRVRUst Baba Tahirê Uryan Baba Tahirê Hemedanî Baba Tahirê Lorî (ev hersê navên qedîm jî yê heman kesî ne) Helbestvanê nemir ê Kurd,Baba Tahirê Uryan, Di sala 938 de
Ey dilkevir! Dilê te bi min naşewite Tiştekî ecêb nîne eger kevir neşewite Ez bişewitim ku dilê te jî bişewitînim Lewra dara ter bi serê xwe naşewite
Sayfa 297Kitabı okudu
Reklam
Karekî ku bibe kevirê lingê te meke Cîhana wisa fireh li ser xwe teng meke Sibe ku xwendevanên kitêban ew xwendin Ji xwe re jê rûpeleke reş dermexe
Sayfa 243Kitabı okudu
Eger destê min bigîje çerxa gerdûnê Ev çi ye û ew çi ye ez dê bipirsim jê Te daye yekê sed cure nî'met Te dayê yê din nanê ceh bi xwûnê
Sayfa 233Kitabı okudu
Ez im ew bazê spî yê hemedanî Min li ser çiyê hêlîn bi dizî danî Bi baskên xwe difirim çiya bi çiya Bi çengên xwe jî dikim nêçîrvanî
Sayfa 350Kitabı okudu
Xem û derdên min ji çerçî bipirse Dirêjayiya şevê ji nexweş bipirse Tevê însanan li halê min dipirsin Tu ku can û dilê min î, carekê bipirse
Sayfa 142Kitabı okudu
Reklam
Hînî min bike eger tu derman zanî Ez bi kê re bikim roj van şevên tarî Carinan dibêjim "Kengê dê bibe roj" Lê belê "bila qet nebe roj" carinan jî
Sayfa 139Kitabı okudu
Çi bextewar in yên ku her şev te dibînin Bi te re rûdinin û bi te re suhbet dikin Eger ji destê min nayê ku ez te bibînim Ez biçim bibînim kesên ku te dibînin
Sayfa 120Kitabı okudu
Şev tarî ye, rê bikevir e, ez jî mest Qedeh ji destê min ket û neşikest Parêzvanê wê ew pir baș parastiye Eger na, sed qedeh bê ketin şikest
Sayfa 106Kitabı okudu
Eger dil dilber e gelo dilber kîjan e? Û eger dilber dil e gelo navê dil kîjan e? Ez dil û dilberê di nav hev de dibînim Ez nizanim dil kîjan e, dilber kîjan e
Sayfa 103Kitabı okudu
Ez li colê binêrim, te dibînim Ez li behrê binêrim, te dibînim Her cihe ku dinêrim, koh , der û deşt Nişanek ki qemxweşa te dibînim
830 öğeden 1 ile 15 arasındakiler gösteriliyor.