Bi hêviya wegerên din
9/10
·126 syf.·
2024 16. kitabı
Bi min ev pirtûk, pirtûka wegerîna malê ye. Mala ku jê dûrketiyî. Çawa ku bilûr ji dûrbûna bilûrîstanê hertim fixan û hawar dike û dixwaze dîsa wegere bilûrîstanê, Burhan Sonmez jî bi salan ji dûrketina zimanê xwe carekî din wedigere serzimanê xwe ê zikmakî. Ev weger bi tena serê xwe şoreşek e. Gelek nivîskarên Kurd ên Tirkînivîs, Erebnivîs û Farsnivîs hene ku bi salane bi zimanê biyanî pirtûkên xwe dinivîsin. Ceht û xîreta xwe ji bo zimaneke din bikartînin. Di warê wêjeyê de gelek nivîskarên Kurd ên serkeftî hene ku bi zimanê Tirkî, Erebî, Farisî dinivîsin. Ji wana yek jî Burhan Sonmez bû bi zimanê Tirkî pirtûkên xwe dinivîsî. Ev pirtûka wî ''Evîndarên Franz K" lêborînek e, lêborîna zimanê xwe ê zikmakî ye. Bexşandinek û lêborînekî ji zimanê xwe dixwaze. Dibe dîsa pirtûkên Tirkî jî carekî din binivîsîne, lê ev ne kêmasiyek e berevajî ev dewlemendiyek e. Wek mulemaya Ehmedê Xanî... Wek Mehmed Uzun. Kêmasî ne bi zimanê xwe nivîsandine. Biçûk dîtina zimanê xwe ye kêmasî û şermî. Ew nivîskarên ku bi zimanê biyanî pirtûkên xwe dinivîsin û gelek caran naveroka pirtûkê xwe qala Kurdan û zilma li wan hatiyî kirin dikin jî zêde tesîrê nade. Lewra gotin û kirin naşibin hev. Ew ne lêborînek e. Ew pêkenok e. Ew şuhret hezkirine. Înşalah Burhan Sonmez bibe mînakek ji bo nivîskarên Kurd ku wegerin mala xwe, mala zimanê xwe. Mijara pirtûkê li ser Kafka û Max Brod e. Mijarekî sed salî û hêj nehatiye çareser kirin û bi min nayê çareser kirin jî. Gelo Max Brod ji Kafka ra xayîntî kir ew pirtûkên ku Kafka dabû wî ku wan bişevitîne an neşevitandina wan ji bo wêjeya cîhanê dîyarîyek bû. Mijara pirtûkê li ser vê babetê destpê dike û diqede. Tişta bala min kişand ew bû ku, pirtûk Kurdî ye lê di pirtûkê de lehengekî Kurd tune bû. Ecêb...
Kurdî
Evîndarên Franz K.Burhan Sönmez · Lis Basın Yayın · 202415 okunma
Seriyo tu qurbana piyan bî
10/10
·250 syf.··
Beğendi
·
2024 15. kitabı
Niviskar tevna xwe ser du dara darxistiye. Zimanê folklorîk û şêwaza nûjen. Bêzar karakterekî xurte. Aliyê wî ên xurt , xwe bawer jî hene ku merî divê dê çiya wergerine. Lê aliyê wî ên bêzar jî heye ku dibe bingeha romanê. Hezkirina wî a hember ca wî, û bavê xwe tune hesibandinê bigire heya têkiliya wî û kurê wî, a hevjîna berê û a xoşewîsta wî Suzanê, heya a hevalên wî hemî jî bi min bi navokokî diherike. Ev karekterê bêzar û ev jiyana bê wate helbet wê axîriya wê jî ev buya. Çawa ku me gotibu berhem nûjene. Ser vê bingehê hemû karakter jî nexwaşin : nexwaşê vê serdemê ango hemi jî bêzarin. Bêzar,Gorkol, Zuhre, Cimo, Suzan heta Mîrza jî . Lê Bêzar; Têkiliyên wî ên civakî mîna şîzofrenîyaye. Wekî girêdaneke trawmatîk lela xwe hezdike. Lê ji bo lelê qet tiştekî nake ku dilê jinikê hinekî hênik bike. Kurê xwe û Suzanê jî pir hezdike. Lê herduyan jî piştguh dike. Ew hevjîna kû jê qetiyaye re kumreşiyek ecêb dike. Erê behsa Bmwê heye lê xwediyê Bmwê holê tune ye.Divê ez diçim ofîsê, a rojnamê. Çawa ku rojnameger be qal dike. Lê ne rojnemavane, mamoste ye . Derekî divê Lelê danzdeh sal ji min mestire. Qet ser zû mêrkirina lelê nasekine , merî divê Lelê xuşka wî ye . Dema Zuhre qala zewaca xwe û Cimo dike. Cawakû Cimo destê zorê Zuhrê ji xwe re aniye. Lê kerreşivan Cimo bi dilekî hisayî cote bazin bal Mihraliyê çerçî ji bo Zûhrê distine. Zuhre jî dehan car divê ez cote bazin xapiyam. Em disa vegerin li ser Bêzêr; Bêzar çûna Ehmedşah a nava refan qet napejirîne. Li gor wî tiştekî badilhewa bû. Dema Ehmedşah şehit dikeve. Haya xwêner bi monologên Ehmedşah jê çêdibe. Lê pir tê ajitekirin pir Arabesk dibe. Gelo ev nêrin jî ên Bêzar bun?Bêzar hember Mem Zînistanî jî dijminiyeke pir mezin lidardixe. Erê Memê bêyî wî çîroka wî nivisî bû. Lê ne ew bertek jî. Hemû nas û
Edebîyata Kurdî
Bêzarên DinyaligêMem Zînistanî · Avesta Yayınları · 202111 okunma
📚🔔 Tatil zili çaldı! Bir yıl boyunca verilen emeklerin ardından şimdi dinlenme, keşfetme ve yeni maceralara atılma zamanı. 🌞 Bu yaz bol kahkahalı, bol anılı ve elbette bol kitaplı geçsin. Tüm öğrencilere keyifli tatiller diliyoruz! 💙📖
Bav an jî Dewlet
Puan vermedi·88 syf.··
2024 61. kitabı
·
7 günde okudu
·
Okunma: 23 Mayıs 2024 23:48
Payîz, Ziyab, Zeyneb, Zakeya...nav diguherin, çîrok dubare dibin. Samanci, di vê pirtûka xwe ya dawîyê de şûrê xwe yê femînîzmê di zikê baviksalariyê re dike. Serlehenga romanê ya ku di hundirê xwe de du kesayetan xwedî dike, piştre jî kedî dike, ji serê romanê heta dawiyê li hemberî mêr, bav û dewletê têdikoşe. Di dawiya pirtûkê de têkoşînê dibe serî û "bav" dikuje. Ez naxwazim bibêjim bavê xwe dikuje lewra bi nêrîneke sembolîk em nêzê têgehan bibin dê baştir be. Min çawa dest bi vê pirtûkê kir, ew pirtûka ku beriya niha çar salan min xwendibû hate ber çavên min: #k:94568. Ji aliyê, têgeh, bûyer û honandinê ve gelekî dişibin hevdu ev herdu berhem. "Gava rihê min wekî hespê kumeyt dihîre, bavê min wekî dûpişkekî di nava mêjiyê min de vedide; derziya dûvê wî li ser milê wî ye, nobedariya min dike. Di vê babetê de mêr, xezûr, kek, ap û kal tev dibin cerde û tiliyên xwe dihejînin." r. 24 Qasê ku di bîra min de maye dikarim bibêjim di pirtûka Saddavi de jî hevokeke bi vî rengî cih digire. Dema mesele dibe bidestxistina kesayeta jinê, rûyên hemî mêran dişibin hevdu, di awirekî de zîq dibin. Herwiha serîhildana jinan a li hemberî dagirkeriya mêran/dewletan jî di herdu pirtûkan de bi heman şêwazî hatine honandin. Serlehenga Samanciyê tevir bilind dike û orta dilê bavê xwe dixe, di cî da dikuje. Bi heman hawî serlehenga Saddaviyê jî bi heman amûrê ve muxtarê gund dikuje. Ew muxtarê ku tecawizê jinên gund dikir û kesekî jî nikaribû jê re bigota pozika sola hegemonyaya te xwar e! Ger em ji perspektîfa edebiyata berawirdî li berheman binêrin bi rehetî dikarin bibêjin Samanci kevçiyê xwe di kodika Saddavi de kiriye. Lê ji aliyekî ve herdu berhem ji hev vediqetin: di pirtûka Samanci de em li pêrgî nasnameya netewî jî tên. Ango pêrgî wî rûyê dewletê yê ku ji ser heman rûyên mêran
Payîz an jî ZiyabSuzan Samancı · Avesta Yayınları · 202414 okunma
7/10
·130 syf.··
Beğendi
·
2024 6. kitabı
Şanogerê kone Mîrza Metîn xeynî listikvan û derhêneriyê nivisa şanoyan jî dike. Heya naha dudu bi zimanê Tirkî dudu bêdeng tevahî 12 tekstê şanoyê nivisye. Di bin banê Lîstikên Tomerî de sê listik aniye erdekî. Tekst ji bo listinê hatine nivisîn. Di nava kevanende liskît tê dernêherkirin. Dibe ku ji ber vê ye xwendin parîkî zehmete. Xwe tevahiya cihanê de jî xwendina metnên şanoyê kême. Berhem bi teksta "lîstika Disko 5nolu" ve destpê dike. Ev teks bi navê xwe jî eyane ku li ser zindana Amedê hatiye nivis . Her çiqas li vê babetê gelek bîranîn guhdar kiribe, çîrok xwendibe û film û belgefîlm jî temaşe kiribe. Şano bandora xwe cuda li ser xwêner dihêle. Em dikarin bêjin ev karesata hatî serî, reseniya xwe ve bêyî ajîte berxwedêr û serbilind tê ser dikê. Buka Lekî jî dîsa bi awayekî tiyatral tengezariya takekesî derxistiye ser dika şanoyê. Hemû kesayetê metnê nexweşin. Him xwe him jî hevdu ne qayilin. Şer pevçûna di navbera wan de hemî kesan diherifine û wan wunda dike. Niviskar şêwaza xwe a drama post-nûjen( nûjena nû) herî qenc li vê metnê de derxistiye holê. Hemî karkerter bermahiyê jiyaneke nîvco mayîne. Cîbicî kirina parodî û îroniya teks dagirtî ye.Ez herî zêde vê listikê mereq dikim ka li ser dike çawa ye. Hevî dikim demek kin de temaşe bikim.
Şanoya Kurdî
Lîstîkên TomerîMîrza Metîn · Avesta Basım Yayın · 20186 okunma
5/10
·112 syf.·
2023 88. kitabı
Kitab de babetê şîîran tim eynî bîyê. Coka wexto ke mi şîîrî wendî mi tira zaf tam nêgirewt. Tayê kitaban de babetî eynî bibê zî şîîrî bi terzanê cîya-cîyayan nusîyenê labelê nê kitabî de seke heme şîîrî manayêne yewbînan.
AzebeÇetin Satıcı · Weşanên Sî · 20021 okunma
10/10
·122 syf.·
2022 63. kitabı
Koyo Berzî ra kitabo diyino ke mi wendo. Semedê temînkerdişê nê kitabî mi zaf cehd kerd. Coka no kitab semedê mi zaf hêca yo. Labelê nînan ra cîya şîîrê ke kitabî de ca gênê zî zaf hêca yê. Babetê şîîran xurbet, polîtîka, sînayîş, welat, bêrî ûsn. yê labelê kitabanê seypêyan ra cîya şîîrê yewbînan nêmanenê. Şaîr wina kerdo ke, babetî çiqas bimanê yewbînan zî şîîrî wina nîyê. Her şîîre babete tewirna gêna dest. Coka mi no kitab zaf ecibna û ez do kullîyatê Koyo Berzî biqedîna. Birastî edebîyatê kirdkî verê da-hîris serran wextê nikayinî ra hîna "modern" bîyo. Çi heyf ke "şaîrê" nikayinî edebîyatî xeripnenê
Helbest
DêrsimKoyo Berz · Weşanxaney Îremetî · 19961 okunma