ZİMANÊ HEVPAR
Puan vermedi·136 syf.··
2025 14. kitabı
·
8 günde okudu
·
Okunma: 05 Temmuz 2025 20:14
HİKAYETA TERZÎYEKÎ û ÇEND TİŞTÊN DİN- Rizgar Elegez “Spasî û qedirzanîn ji bo xwendin û pêşnîyarên wan nivîskar, şa’îr, akedemîsyen û edîbên behremend: Mem Zînistanî, Leyla Polat, Înan Eroglu û Ergîn Sertem (nota nivîskar)” Ji bo ev berhem ji alîyê 4 edîtorên nivîskar, şa’îr, akedemîsyen û edîbên behremend ve (Mem Zînistanî, Leyla Polat, Înan Eroglu û Ergîn Sertem) hatîye xwendin, kontrolkirin, mirov hêvî dike li metneke birêkûpêk û edebî rast were. Li sînemaya tirkî her tim karekterekî cê heye, yê bi devokekê dipeyive. Carinan ew karekter Laz e, hin caran Kurd e, carcaran Ermenî, an Rom, an Roman e… Ew kes bi zimanê hevpar napeyive, bi devoka herema xwe dipeyive. Bi vî awayî hem filîmê/rêzefilîmê zengîn û rengîn dikin hem jî îronî û mîzahê jî dixine nav mijarê û filîmî balkêştir dikin. Ji bo edebîyata kurdî bi piranî bi devokekê ye an jî bi kombînasyona devok û zaravayan e, “zimanekî civakî yê hevpar” pêk nehatîye û wisa dixwîye naye jî. Li hûnera musîkê “mahalli sanatçî” hene. Ew hûnera musîkê bi awayekî heremî dikin, bi devok û folklora heremê li dawet û şahîyên heremê civakê mest dikin. Hin ji wan “mahalli sanatçî”yan xwe bi heremê nagirin û terza xwe digûherînin dibine hûnermendên civakî. Ev rewş bitenê li musîkê heye, li hûnerên din nola şano, sînema, resim û hwd nîne. Bi teybetî li edebîyatê “nivîskarên heremî” li dilê mirov xweş nayê. Heremîbûna edebîyata kurdî, ne bi tenê bi karekteran sînordar e, bi awayeke kesayî ye û tişta herî mûhîm jî “heremîbûna vegotinê” ya bi “felsefeyeke heremî” ye. Ji bo ferhenga nivîskaran bi tenê têra gund û xwezayê dike an jî zimanê wan bi gundînîyê sînordar e li berhemên edebî giranîya pastoralîyê xwe darîçav dike. Bi teybetî jî li helbestkar û zimanê devokî û heremî û pastoralîzm ji bo nivîskarên Serhedî
Kurdî
Hîkayeta Terziyekî û Çend Tiştên DinRizgar Elegez · Avesta Yayınları · 202415 okunma
Dê bibe Zehmet lê ji kerema xwe re bixwînin :)
10/10
·354 syf.·
2022 31. kitabı
Merheba hevalno, îro ez ê perçeyek girîng a ji Kûllîyata Ehmedê Xanî bi navê Eqîdeya 'Îmanê (bi Tirkî inanç risalesi) analiz bikim û lêkolînim. Di serî de ez dixwazim di derbarê Ehmedê Xanî de hin agahiyan bidim we. Helbestvanê Kurd ê hêja Ehmedê xanî, ji bilî navê xwe, nasnavên “Mela”, “Pepûk” û “Kurdî” jî bi kar aniye.Bi navê “çalê” (bi Tirkî Çukur) tê zanîn niha jî "Çelê" (Çukurca ) û îro di nav sînorên Colemêrgê de xanek hatibû çêkirin. Bi demê re li vir gundek ava bûye û jê re dibêjin Xan. Ehmedê Xanî ku bi eslê xwe ji Bazîd bû û eşîra wî Xanî li vir bi cih bûne û li gel eşîrên Pinyanîşî û Ertûşiyan re dijîn.Ehmedê xanî li Bazîdê ku lê ji dayîk bûye dawî li jiyana xwe ji li vir anî.Ji bo ziman, edebiyat û dîroka kurdî gelek ked da. 4 berhemên Ehmedê Xanî hene ku em wan teqez dizanin. ji van ya herî girîng Mem û Zîn e. 1-Nûbehara Biçûkan 2-Eqîdeya Îmanê 3-Dîwan 4-Mem û Zîn Nûbehera Biçûkan ( Çocukların Yenibahar 'ı) wek ferhengekê ye û Ji berê ve li Iraqê di medreseyan de wek pirtûkek dersê ji zarokan re tê hînkirin. û dema ku ev pirtûkên wî werin lêkolînkirin, tê fêmkirin ku ew mezheba fikhî da şafiî, mezheba Îtikadî da Sûnnî- Eş'erî û ji nava Tarîkadan da jî Neqşbendî ye. Em werin ser naveroka pirtûkê. Pirtûk a Ehmedê Xanî ye lê analîz û şîrove ji aliyê Mamoste Kadri Yıldırım ve hatiye kirin .Eqîdeya Îmanê berhemeke helbestî ye ku ji 70 dubendiyan (beyit)pêk tê û li gor bîr û boçûna mezheba sunnî/eş'erî ku yek ji rêgezên baweriya îslamê ye hatiye nivîsandin.Di vê xebatê de ku di çarçoveya zanista Akaîd/kelamê de ye, li gorî metodolojiya vê zanistê prensîbên baweriyê (a îmanê ) di sê kategoriyan de hatine destgirtin. Teolojî (mijarên îlahî): Hebûn, Yekîtî û Taybetmendiyên Xwedê; çarenûs (qeder) û azadiya mirovan, têkiliya bawerî-çalakiyê; rewşa gunehkarê mezin
Kurdî
Eqîdeya îmanêEhmedê Xanî · Avesta Yayınları · 200835 okunma
Her çiçeğin bir mevsimi, her kitabın bir zamanı vardır. Haziranın tadını yeni hikâyelerle çıkarın.
"EZ KEÇA NETEWA XWE ME"
10/10
·351 syf.··
Beğendi
·
2022 9. kitabı
Nivîskar Eliyê Evdilrehman pexşana xwe a bi navê "Şer Li Ser Çiya\Şêx Zayîr " ser hîmê zargotina Serhedê. Û bi şêwazek zîz û zelal va, bûyerek dîrokî ava kiriye. Ev şerê ku bi du mila pêkhatî. Wek dûmahiya Serhildana Şêx Seîd tê hesibandin. Milekî vî şerî bi rêberiya Îhsan Nûrî û Birahîm axa. Li Bazîd, Ararata piçûk, Gelîyê Zîlan, Panos, Xevasor, Dîyarbekir û deşta Anatolyayê. Milê din bi bi rêberiya Şêx Zayîr. Li Wan, Îdir, Erdîş û qismek Anatolyayê pêk dihat. Nivîskar di vê pexşanê de li ser şerê Şêx Zayîr û hevalên wî disekine. Netewheziya Şêx Zayîr a xurt bi hûnandina Elîyê Evdirehman xwe dide esmanan. Zargotina Serhedê a ku bi biwêj û gotinên mezina va xemilandî,vegotina Eliyê Evdilrehman va bi awayekî xwaş tê ber xwîneran. Camêrî ew qas hakimê zargotinê ye. Hema hema tu rûpel bê biwêj an jî bê gotinên mezinan derbas nebûye. Şêx Zayîr xwe malbata Şêx Evdilqadirê Geylanî ye. Netewheziya wî jîr bûna wî. Mirov bi dil girêdide Şêx Zayîr. Nivîskar bi ser sekinandina Şêx bûna Şêx Zayîr û Axabuna Brahîm Axa, balê dikişîne ser feodalîzmê, a Netewheziya bi xwaza pêk tê. Û ew qas dilgermî nêz dibe. Xwîner bi awayekî xweza têdixe bin bandora xwe.Şerê di navbera salên 1920 û 1930 an de diqewime. Mixabin bi darvekirina Şêx Zayîr ve dawî dibe.Ev pexşan ne tenê alî dîrokî bi alî edebî jî astek e pir bilinda ye. Wekî tê zanîn Eliyê Evdilrehman ev pexşana xwe bi tîpên Kîrîlî nivîsîye. Hejarê Şamîl jî wergerandiye tîpên latînî. Bi vî awayî berhem vegeriyaye warê xwe. Û gihîştiye zêdetir xwînrê Kurd. Helbet karê kî bi qiymet e. Zehmetîyanek mezin va, ev werger hatiye kirin. Lê çawa ku pêşgotinê de hatiye eşkere kirin. Hîn guhertin kiriye. Her çi qas devoka Serhedê berçav girtibe û guherîn li gorî wê kirî be jî. Devok û şêwaza xweza zirareke mezin dîtiye. Li gorî bîr û
Edebîyata Kurdî
Şer Li ÇiyaElıyê Evdılrehman · Peri Yayınları · 20113 okunma
10/10
·266 syf.·
2022 3. kitabı
Dembaş xwendevanno. Ez dixwazim ku behsa pirtûka Adat û Rusûmatnameê Ekradiye bikim. Ev pirtûk, ji bo wêjeya me pirtûkeke pir girîng e. Gelek taybetiyên pirtûkê hene. Ji ber vê jî yek ji Klasîkên Kurdî tê binavkirin. Ji aliyê Mela Mehmûdê Bazîdî ve hatiye nivîsandin. Ev pirtûka di dest min da ji aliyê Jan Dost ve hatiye amadekirin. Di nav hemû çapên pirtûkê da ya herî baş bi fikira min ev e. Ji ber ku Jan Dost gelek li ser pirtûkê da xebitiye û şîroveyên xwe yên gelek hêja lê zêde kiriye. Berî her tiştî ez dixwazim çend taybetiyên Mela Mehmûd û pirtûka wî binivîsim. Da ku em qedrê pirtûkê baştir bizanin. -Mela Mehmûdê Bazîdî, di nav dîroknasên Kurd da cara ewil bi kurdî nivîsiye. Ango dîroknasê kurdînivîs ê yekem e. -Bi wergera Şerefnameya Şerefxanê Bidlîsî, wek yekem wergêrê kurd tê qebûlkirin. -Pirtûka Adat û Rasûmatnameê Ekradiye, di beşa sosyolojî ango civaknasiyê ya wêjeya kurdî da pirtûka yekem e. -Mela Mehmûdê Bazîdî bi pirtûka xwe Civaknas(Sosyolog)ê kurd yê yekem tê qebûlkirin. -Ev pirtûk di wêjeya kurdî da pexşan (nesîr)a yekem e. -Mela Mehmûdê Bazîdî, wek "Bavê Pexşana Kurdî" tê qebûlkirin. ÇEND GOTINÊN DERBARÊ PIRTÛKÊ DA Pirtûk ji sê beşan pêk tê. Beşa yekem pêşgotin û paşek e. Lê ne wek pêşgotina pirtûkên din in. Pêşgotin û paşekê pirtûkê ji 75 rûpelan dirêjtir in û gelek tiştên bi feyde di nav xwe da dihewînin. Beşa duyem nivîsa Mela Mehmûd bi xwe ye. Ango bi zimanê orijînal e. Şîroveyên Jan Dost jî di bin rûpelan da ne. Gelek peyvên erebî derbas dibin û zimanê vê hinek giran e. Fehmkirin dijwar e lê bi şîrove û raveyên Jan Dost, hêsantir dibe. Beşa sêyem wergera Kurmanciya îro ye. Ji aliyê Jan Dost ve hatiye amadekirin. Xwendina vê beşê hêsan e. Min carekî nivîsa orijînal xwend. Pişt ra derbasî beşa sêyem bûm û min bi Kurmanciya îro dîsa xwend. Piştî xwendina
Kurdî
Adat û Rusûmatnameê EkradiyeM. Mahmut Beyazidi · Dara Yayınları · 199840 okunma