Kitêba wî ketibû destê paşayê Wanê û xanê Tebrîzê jî hay jê hebû. Her duyan jî çavsorî li mîrê me yê dilzindî dikirin. Wan peykên xwe hinartibûn ba wî û gotibûn ku ev şêxê bi navê Xanî mirovekî xeternak e, kitêba wî reşemarek e di nav destê xelkê de û ji bo aramiya Dewleta Osmanî ya eliyye û memleketa sefewiyan bidome divê çareyek jê re were peydakirin. Ji xwe paşayê Wanê gotibû ku hûn dermanê wî nedin, dê Mîrîtiya Bazîdê ji holê rakim.
Mîrza Sebrî tu zanî berî demekê du mêvanên min hebûn? Yek ji Qersê hatibû û yê din ji nik paşayê Wanê, her duyan jî digotin ev Ehmedê Xanî çi ye ku di xutbeyên xwe de dua ji xelîfe re nake? Şerîetê diguhere û li şûna ku bibêje gelî misilmanan, dibêje: Gelî kurmancan! Ev derketina ji dîne û tehrîka amiyane li dijî weliyyulemrê misilmanan e! Ji xwe wan her duyan jî kitêba wî xwendibûn û teʼessuba wî ya eşîrî ku li hember te'essuba dînî ye naskiribûn. Wan ji min xwestin ku divê ez zimanê wî bibirim û çareyekê jê re bibînim. Bilmuxteser lazim e ew yan ji Bazîdê bi dûr bikeve û yan jî......
"Ehmede Xani'nin en önemli yönü, yurtsever ve halkçı oluşudur.
O Kürd aydınlanmasının kuşkusuz en önde gelenidir.
Xani aynı zamanda iyi bir eğitmen ve dil uzmanıdır.."
"Konuk ettiği her kavmin ve medeniyetin izlerini bağrında taşıyan Kürdistan coğrafyasının bir parçası olan Doğubayazıt, İshakpaşa Sarayı, Doğubayazıt Kalesi, Bayazıt Camisi, Ağrı Dağı, Meteor Çukuru, Nuh'un Gemisi, Balık Gölü, Doğubayazıt Sazlığı, Buz Mağarası, Keşişin Bahçesi, Ehmede Xani Türbesi ile bir tarih ve doğa cennetidir..."