Merheba hevalno, îro ez ê perçeyek girîng a ji Kûllîyata Ehmedê Xanî bi navê Eqîdeya 'Îmanê (bi Tirkî inanç risalesi) analiz bikim û lêkolînim. Di serî de ez dixwazim di derbarê Ehmedê Xanî de hin agahiyan bidim we. Helbestvanê Kurd ê hêja Ehmedê xanî, ji bilî navê xwe, nasnavên “Mela”, “Pepûk” û “Kurdî” jî bi kar aniye.Bi navê “çalê” (bi Tirkî Çukur) tê zanîn niha jî "Çelê" (Çukurca ) û îro di nav sînorên Colemêrgê de xanek hatibû çêkirin. Bi demê re li vir gundek ava bûye û jê re dibêjin Xan. Ehmedê Xanî ku bi eslê xwe ji Bazîd bû û eşîra wî Xanî li vir bi cih bûne û li gel eşîrên Pinyanîşî û Ertûşiyan re dijîn.Ehmedê xanî li Bazîdê ku lê ji dayîk bûye dawî li jiyana xwe ji li vir anî.Ji bo ziman, edebiyat û dîroka kurdî gelek ked da.
4 berhemên Ehmedê Xanî hene ku em wan teqez dizanin. ji van ya herî girîng Mem û Zîn e.
1-Nûbehara Biçûkan
2-Eqîdeya Îmanê
3-Dîwan
4-Mem û Zîn
Nûbehera Biçûkan ( Çocukların Yenibahar 'ı) wek ferhengekê ye û Ji berê ve li Iraqê di medreseyan de wek pirtûkek dersê ji zarokan re tê hînkirin.
û dema ku ev pirtûkên wî werin lêkolînkirin, tê fêmkirin ku ew mezheba fikhî da şafiî, mezheba Îtikadî da Sûnnî- Eş'erî û ji nava Tarîkadan da jî Neqşbendî ye.
Em werin ser naveroka pirtûkê. Pirtûk a Ehmedê Xanî ye lê analîz û şîrove ji aliyê Mamoste Kadri Yıldırım ve hatiye kirin .Eqîdeya Îmanê berhemeke helbestî ye ku ji 70 dubendiyan (beyit)pêk tê û li gor bîr û boçûna mezheba sunnî/eş'erî ku yek ji rêgezên baweriya îslamê ye hatiye nivîsandin.Di vê xebatê de ku di çarçoveya zanista Akaîd/kelamê de ye, li gorî metodolojiya vê zanistê prensîbên baweriyê (a îmanê ) di sê kategoriyan de hatine destgirtin.
Teolojî (mijarên îlahî): Hebûn, Yekîtî û Taybetmendiyên Xwedê; çarenûs (qeder) û azadiya mirovan, têkiliya bawerî-çalakiyê; rewşa gunehkarê mezin