Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Şîretên Bedîuzzeman Mela Seîdê Kurdî !!! (3)
Ku we ev seh kir, bizanin çara me ew e ku em sê şûrên elmas bidest xwe bigrin; ta ku em her sê cewherên xwe ji dest xwe nekin, hersê dijminê xwe ji ser xwe rakin. Û şûrê ewil, mearif û xwendin e. Êduduyan, îttîfaq û muhebbeta millî ye. Ê sisiyan, însanê bi nefsaxwe şuxla xwe bike û mîna sefîlan ji qudreta xelqê hêvî neke û piştaxwe nedetê.
Sayfa 361 - Zehra yayıncılık
Şîretên Bedîuzzeman Mela Seîdê Kurdî !!! (2)
Piştî wê, sê dijminê me hene, me xerab dikin: Yek feqîrtî ye. Çil hezar hemalê Stenbolê, delîlê wê ye. Ê duduyan, cehalet û bêxwendinî ye ku hezar ji me da, yek “qezete” nikarin bixwînin, delîla wê ye. Ê sisiyan, dujminî û îxtîlaf e ku ev edawet, qeweta me wunda dike. Mejî musteheqî terbiyeyê dike û hukûmetê jî ji bêînsafiya xwe, zulim li me dikir.
Sayfa 361 - Zehra yayıncılık
Reklam
Şîretên Bedîuzzeman Mela Seîdê Kurdî !!! (1)
Ey gelî Kurdan! Îttîfaqê de qewet, îttîhadê de heyat, di biratiyê de se’adet, hukûmetêde selamet heye. Kapika îttîhadê û şirîta muhebbetê qewî bigrin da weji belayê xelas ke. Qenc guhê xwe bidinê, ez ê tiştekî ji we ra bibêjim:Hûn bizanin ku sê cewherên me hene, hifza xwe ji me dixwazin. Yek îslamiyet e ku hezar hezar xûna şehîdan, bihayê wê dane. Ê diduya, insaniyet e ku lazim e em xwe nezera xelqê de, bi xizmeta eqlî,ciwamêranî û însaniyetî, xwe nîşanî dunê bidin. Ê sisiyan, milliyeta me ye ku meziyetê da me; ê berê ku bi qenciyê xwe sax in, em bi karêxwe, bi hifza milliyeta xwe, ruhê wan qebra wan de şad bikin.
BANGA ÛSTAD Lİ KURDA 10 (!!!) (DAWÎ)
Va ye vî camêrî, nimûneyeke xîret û welatparêziyê ku hêjayî pêgirtin û lipeyçûnê ye, nîşan daye û ji bo zimanê me yê millî yê ku hewceyê kemilîn û pêşxistinê ye, xîm û bingehekî daniye. Ez li ehlê hemiyet û xîretê tembîh û tewsiye dikim ku li dû rêça wî biçin û li ser bingeha wî ava bikin. Bedîuzzeman Seîdê Kurd
Sayfa 178 - Zehra yayıncılık
HEVPEYVÎNA Lİ GER ZAPTÎYE 6 (DAWÎ)
Nazir: “Di vê gotinê de qest û mebesta te çi ye?” Min bi bersivî got: We perdeyeke bi navê nîzamê ku wekî pelê cixareyê zirav e, li hemberî ev qas fewerana fikr û hestan, avêtiye ser her kesî. Hemû kes di binî de û wekî miriyê muteherrîk, bi zordariya we, dinale. Ez ecemî bûm, bi ser de ketim, neketim binî. Wekî şiklê kincê min, exlaqê min jî giran bû. Carekî li Mabeynê qelişî. Li Şîşliyê ez ketim mala Ermeniyekî, li wir qelişî. Ketim Şekercîxanê, li wir jî qelişî. Ez ketim timarxaneyê. Niha jî ketim nezaretxaneyê. Elhasil hûn jî nikarin ewqas pînekariyê bikin, ez jî diêşim. قَدِ اتَّسَعَ الْخَرْقُ عَلَى الرَّاقِعِ(Qelş, ji pîne mezintir hat.) Hem jî ez gava li Kurdistanê bûm, min we baş dizanibû. Vê rewşê, sir û meqsedên we, rind hînî min kirin. Bi taybetî timarxaneyê, vê metnê, ji min re rind şerh kirin. Hem jî ji bo van rewş û halan, sipas dikim. Lewra min li cî û meqamê sûîzenê, husnîzen dikir. Bedîuzzeman Mela Seîdê Kurdî
Sayfa 175 - Zehra yayıncılık
Wesiyeta Paşî: Xwendin, xwendin, xwendin. Dest hev girtin, dest hev girtin, dest hev girtin. (Bedîuzzeman Seîdê Kurdî)
Reklam
Şîreta Bedîuzzeman ji bo Kurdî
Belê vî mirovî (Xelîl Xeyalî Efendî) welatparêziyeke baş kirîye. Divê şopa wî were ajotin. Lewra wî, ji zimanê we yî hewcedarê pêşveçûyinê re, bingehek çêkir. Ez welatparêz û dilmezinan re şîret dikim ku, di şopa wî de bimeşin, li ser bingeha wî zimanê xwe pêşve bibin. Seîdê Norsî İçtimai reçeteler 1 tenvir Neşriyat sayfa 95
Sayfa 16 - Nûbihar
19 öğeden 11 ile 19 arasındakiler gösteriliyor.