Heyvê, bi hemû bedewîya xwe ve şev dikir ronahî, silav dida gulê û bi stêrkan re stran digot li ser bedewîya gulê.
Heyv dil ketibû gulê, ev êdî diyar bû.
Tenê sedemeke heyvê hebû, ew jî, ku bibe şev û derkeve pêşberî gula xwe.
Lê gul, hay ji hez kirina heyvê nebû û nedizanî ku rojên heyvê ber bi dawîbûnê ve diçin heyv tije dibû tije dibû bi evîna gulê, lê ew hêz bi xwe re nedidît ku ji gula xwe re bêje.
Di demeke nêzîk de gul jî hînî hêyvê bû û dema ronîya wê li pelên gulê diket, gulê diqot qey jiyana wê ji nû ve destpê kiriye.
Êdî ti wateya rojê, nemabû ji bo wan.
Her du jî dixwestin bila şev zû were ku dikaribin têr li hev meyzênin.
Gulê biryar da ku dirêj bibe bigihîje heyvê û yê heta heta yê bi heyvê re bijîn.
Ev biryara xwe ji heyvê re jî got.
Heyv, pirr bi kelecan bû û li benda gulê, rojên xwe dijmartin.
Herî zêde gulê ava bexçê vedixwar, mîneralên di bin axê de herî zêde gulê distandin., jiber ku zûtir dirêj bibe û bigêhîje heyvê.
Armanca gulê tiştekî bê derfet bû helbet,
lê gulê ti carî hêvîya xwe winda nedikir.
Rojekê li rojan keçikek û kurikek di nav baxçeyê gulê re derbas dibûn.
Keçikê got; çi guleke bedew e. Kurik got; ê di nav pora te de bedewtir be û gul qetand û xist pişt guhê keçikê.
Gava kurik destê xwe dirêj kir ku gulê biqetîne, gulê xwest bike qêrin û hewar ku heyv werê alîkariya wê, lê mixabin ne dengê gulê gihişt heyvê û ne jî wijdanê zilam deng da.
Evîna gul û heyvê jî, di nav du ta pora keçikê de hat daliqandin.
Dîsa bû şev û heyv hat, li gulê gerîya lê gula wê ne xûya bû, çavên xwe li derdorê gerand di tarîyê de li erdê, guleke qetandî dît.
Wê demê gula xwe nas kir, ew gul, gula wê bû.
Wê demê têgihişt çi hatîye serê gulê.
Bi vî derdî re serê xwe rakir û çû komstêreke din.
Piştî wê rojê tu kesî heyv nedît, êdî dinyayeke bê heyv, timî şev, reş û