[ Dîya her mirovî weke xezala ye]
Dîya we, we dixe derguşekê û derguşa we diavêje nav bahrekê û hûn diçin, bi bêeman û bi girî. Hûn xwe di nav daristanekê dibînin. Li nav ev daristanê, hemû ajal weke di nav bihûştekê dibin dilzîz ji bo zarokekî derguşê. Ev zarok dayikekê dibîne û ew dayik jî xezal e. Xezal jî ji ev zarokê bê dayik dibe dayik.
[ Hîsê ewil fedî kirin û raman e]
Mezin dibe ev zarok, li derdora xwe dinêre; û li wata jîyanê digere, lê dike û nake nabîne. Li ajala dinêre, li daristanê dinêre, li ezmanê bi stêrk û heyv dinêre û wateyekê derdixe.
Tê gotin: "Mirov ramen e." Raste, mirov bi fikirandinê kûr xwe dibîne û dûre derdora xwe temaşe dike; vê dawîyê jî li wata jîyanê digere. Ev seyran ew zarokî bi xwedê naskirin dide.
[ Gotinekê bêje; bila hem bikuje, hem jî sax bihêle]
Ev pirtûk , pirtûka hemû zarokaye. Her zarok biçûkanî xwe tenê û neçar hîs dike. Ewil bi çarpîka dimeşi, vê talîyê li ser lingê xwe dimeşi û bazdide. Ev bazdan, bazdana rêya bêdawîyê ye. Di rêyê kûr û bêdawî mirov ji xwe ev pirsê dike;
Ez kî me?! , Ez çima heyim?! hqd.
[ Wate di dilê mirov de ye]
Em hemû li mâna jîyana xwe digerin, her ku em digerin bêhtir wate ber bi xerabîyê diçe. Gorî ramanên tassavufê ji bo ev mijarê evê dibêje; " li wata jîyanê bigerin bi aqilê xwe, we nêrî ku aqil xetimî dilê xwe derxin holê. Hûn dikarin wata jîyanê bibînin lê ne bi aqilê xwe, bi dilên xwe."
[ Hevaltîyekê rê min bide ji kerema xwe]
Mevlana pir pirtûk dixwand. Şems-î Tebrîzî jê re got- Tê bi xwendinê fêr bibe , lê serê pênûsa xwe bişkîn. Ji vê demê pêve rêya min û te rêya evîndarîyê ye. Ew zarokê derguşê ewil jêpirsîn dikir, vê dawîyê dev ji aqil berada û gorî dilê xwe hereket kir û armanca xwe bi ronahîya xwedê dîyar kir.
[ Wate, ne di nav pirtûka de ye]
Dibêjin hemû pirtûk lîstokên