Ji bo dîroka mirovahiyê nerîne ke nû!
Puan vermedi
Dîroka Veşartî ya Jinan – Sheila Rowbotham Ev pirtûk, yek ji berhemên herî girîng ên dîroknasîya femînîstî ye, ku di sala 1972’an de hatîye weşandin û niha jî wekî çavkanîya bingehîn tê hesibandin. Nivîskar Sheila Rowbotham, di vê xebatê de, 300 salên dawî yên dîroka Brîtanyayê dinirxîne û cih, rol û têkoşînên jinan di nav pêvajoyên aborî, civakî û siyasî de derdixe holê, yanî yên ku heta wê demê di dîrokê de hatibûn paşguhkirin an jî veşartin. Rowbotham nîşan dide ku çawa pêşketina kapîtalîzmê, guherîna avahîya malbatê, dabeşkirina kar û desthilatdariya baviksalarî, bi hev re cihê jinan di civakê de diyar kirine. Ew îspat dike ku bindestbûna jinan ne rewşek xwezayî ye, lê encama guherînên dîrokî ye: -Di serdema destpêka kapîtalîzmê de, jin ji karên kêrhatî hatin dûrxistin, karên wan wekî “nekar” hatin binavkirin û nirxê wan kêm hatîye dîtin. - Têkoşînên jinan ji bo mafên xwe “mafê dengdanê, mafê xwendinê, mafê kar û mûçeyek wekhev, mafê kontrolkirina jiyana xwe ya zayendî” bi berfirehî têne şîrove kirin. - Têkiliya di navbera çîna civakî û rewşa jinan de jî bi zelalî tê vekolîn: rewşa jina karker û jina çîna navîn her çend cûda be jî, herdu di bin bandora desthilatdariya mêran de bûn. Nivîskar bi zelalî û zimanekî hêsan, lê kûr, nîşan dide ku jin ne tenê mexdûrên dîrokê bûn, lê di her qonaxê de li hemberî vê rewşê berxwedanî kirine û guherînên mezin bi dest xistine. *Yekem xebatên ku dîrokê ji çavê jinan dinirxîne û valahiyek mezin di dîroknasiyê de tije dike. * Têkiliya di navbera pergala aborî û rewşa jinan de bi awayekî rast derdixe holê. * Ne tenê ji bo zanyaran, lê ji bo her xwendevanekî jî têgihîştî ye. * Ev pirtûk bingeha tevgerên femînîstî yên paşerojê danîye û li ser gelek lêkolînên din bandor kirîye. *Piraniya naverok li ser Brîtanyayê ye; rewşa jinan li
Kadının Gizlenmiş TarihiSheila Rowbotham · Payel Yayınları · 201111 okunma
Puan vermedi·218 syf.··
Beğendi
·
2025 9. kitabı
·
14 günde okudu
·
Okunma: 31 Mart 2025 14:20
Di romana “Bacanên Belçiqî” a Rênas Jiyan de du mijar hatine vehûnandin. Mijara ewil tarîxa kurdan û serhildanên wan ên li hember Ataturk, Osmaniyan û Ûris e. Nivîskar me di serdema tarîxa serhildanên kurdan de digerîne, berê me bi şer û têkoşîna tarîxa Serhedê vedike, berê projeksiyona sînevîzyona me bi serhildana Şêx Seîd û hwd ve rû bi rû dike. Em dibin şahidên gelek bûyerên trajîk, em dibin şahidên tarîxeke xwedî sixûrîn û xayînan. Helbet em dibin şahidê xwedî lehengên hêja ên dîrokî jî, yanê wekî meriv li sînevîzyoneke reş û spî temaşe bike. Di vê sînevîzyonê de em kêran ji par ve li pişta birayên xwe dixin, kêrên desthilatdaran û em li lehengên qehreman ên li dijber zor û zordariyê re şer dikin temaşe dikin. Bi kurtasî em li qehremanên li hember sîxûr, xayînan û xwînmijan çawa têdikoşin di rûpelên tarîxê de wekî sînevîzyoneke li ber çaverih û çavehişên me zindî dibin dinêrin. Hay ji tarîxa me, xayîntî û sixûrtiya me çêdibe. Em di vê sînevîzyonê de serîtewanan û serînetewanan gişan yekbiyek dibînin. Helbet haya me ji lehengên serhildêr jî çêdibin. Nivîskar rastî û heqîqeta navxweyî ya di rûpelê tarîxê de hatine veşartin yek bi yek berbiçavî me dike. Eşîrbûn û kevneşopiyên kurdan bigirin heta feodalizma kurdan bi şehekî duhêl hatiye şikandin, nivîskar romana xwe bi şehekî duhêl gulîkên tarîxê şikandiye. Mijara romanê bi giştî feodaîlzm, bindestî, desthilatdarî û tarîxa kurdan e. Her wiha serhildan û serhildêrên wan yên li hember desthilatdaran e. Mesele hebûn û nebûn e ji tarîxa kevn bigire heta tarîxa niha. Yanê beşa ewil di romanê de mijar piranî wiha ye. Di beşa duyem de jî mijar feodalîzm, jin û tecawiz e. Mînak: “Ez dibêm ji ber feodalîzmê ye. Feodalîzm ji xwendinê, ji ramanê, ji hunerê, ji zanînê fam nake, hew bi tenê ji kuştinê fam dike. Feodalîzm şelaf e,
Bacanên PelçiqîRênas Jiyan · Belkî Yayınları · 201754 okunma
Reklam
bahozê wêrek
10/10
·108 syf.··
2022 7. kitabı
·
23 günde okudu
·
Okunma: 03 Mayıs 2022 16:06
Navê romanê Bahoz e ji aliyê Eskerê Boyîk ve hatiye nivîsandin. Bi giştî ji 108 rûpelan pêk tê. Ev kurteroman di navbera salên 1999-2002an de hejmarên rojnameyaya Hevî, Roja Teze û Dema Nû de çap bûne. Piştre ji aliyê Weşana Avesta ve di sala 2011an hatiye çap kirin. Ev roman hem ji aliyê naverokê ve hem jî ji aliyê mijarê ve dişibe destanan. Lê qasî destanan ne dirêj e. Wek kurteroman hatiye pejirandin. Ji aliyê folklorîk ve berhemekê dewlemend e. Ev roman li ser welatê Mêrgesorê disekine. Mêrgesor welatekî ji hêla xwezayê ve bedew, xweş û dewlemend e. Lehengê sereke Bahoz, zarokekê pênc salî ye û bavê wî Şivan e. Welatê wan Mêrgesor ji aliyê Çavpanan ve hatiye dagirkirin. Zulm û zordariya çavpanan li ser gelê Mêrgesorê hukim dike. Gelê Mêrgesorê neçar û ji halê xwe bêzar e. Ji her aliyê xwe Mêrgesorê talan dikin, xira dikin aramî û xweşî nema ye, lawiran gişk qir dikin. Dema ku zarên Mêrgesorê tên pênc saliya xwe ji aliyê Çavpanan ve ji malbatên wan distînin û wan perwerde dikin bi navê Dûşmanan dormedarê xwe diherimînin, talan dikin. Şivên jî li ber vê bindestî û eziyetê serî radike naxwaze lawê xwe Bahoz bide Wehşan. Gundiyên Şivên pişt wî nasekinin. Di navbera Şivên û Qrêl de pevçûn diqewime. Pîrêka wî dimire, Şivên dikeve zindanê. Dayika Bahoz dibe Teyr û difire asîman. Her wiha Bahozê jî bi xwe re dibe ji zulmê xilas dike. Ruhê Mêrgesorê her dem ligel Bahoz tevdigere. Rêya rast û durust nîşanî wî dike. Bahoz hêj pênc saliyê xwe de di sirûştê bi tenê serê xwe dimîne. Ji aliyê ajalan ve tê xweyî kirin. Bahoz ji aliyê ajalan ve pir tê hez kirin ne ji bilî wewikan be. Dehan qezî têne serê Bahoz. Aşiqê Rojê dibe. Ji ber evînê serxweş dibe û têk diçe. Dema ku têk diçe Qrêl Bahozê digire û diavêje Zindanê. Bahoz di zindanê de rastî Bavê xwe tê lê xwe nade
Kurdî
BahozEskere Boyik · Avesta Yayınları · 201120 okunma
Kî dibê "Ew Kurd ne ez im?"
Puan vermedi·266 syf.·
2021 34. kitabı
Silav Hevalên Hêja; Nirxandina xwe re pêşî piçek Qala Erêbê Şemo û dawî jî qala Dastana Kela Dimdimê bikim. Erebê Şemo seroka û bavê romanê Kurdîye. Yekema Romanê Kurdî "Şiwanê Kurmanca" yê nivîsand. Çi gotiye Dostoyevskî "Em gişt li saqoyê Gogolê de şîn bûn" Em jî dibêjin: "Em gişt li bilûra şiwanê Şemo de şîn bûn" Niha li qala romanê Dimdim bikim. Hûn zanin ku paşeroja me de çi qas Mêrxas, egîd,camêr hebûne ew qas jî, belkî ji wan zêdetir Xayin, tirsonek, durû jî hebûn û mixabin niha jî hene, ê her dem jî hebin. Xanoyê Çendzêrîn jî mirovkî Merxas, Welatparêz û Azadîperest e. ji bo gelê xwe, çanda xwe, dîroka xwe, ji bo azadîya Kurdan her dem, him xayinê nava Kurdan him jî dijminê Kurdan (Padişahê Romê, Şahê Îranê) re şer kirîye, ceng bi ceng hesp ajotîye, şûrê ji bo heqê, edaletê, têkoşîne her tim ji destê xwe de bilind kirîye. Xanoyê Çengzêrîn, ne mîr e, ne axa ye, ne xan e ne xwedî yê qesra ye.Tenê Kurd e û bi gotina vî "Ez kurd im, ev her tiştî de zêdetir û mezin ne." Şahê Îranê û Padîşahê Romê bûne yek û her fersendê de gundê Kurdan Talan kirine, zarokên û jinên wan qir kirine.Çimkî wana dagirker in, faşist in. Dawî jî dibên "Kurd û Tirk birane, ne dijminê hev du ne." Lê mixabin mirovên Kurdan jî ji wan bawerî kirîne û bindestîyê qebul kirine. Kela Dimdimê bila ji me re rêber be, bila rêya têkoşînê me her tim ronî bike.Em zanin ku dijminên bav û kalan nabin dostê me. Dostê kî dibin? Heger mîna wan bifikirî, biaxivî, heger bindestî yê qebûl biki vî çaxê tu dostê wan dibî, lê êdî navê te türkürd dibe. Xanoyê Çengzêrîn zane ku wana ne mirov in, nizanin çand, şarîstan çî ye, tenê zilm, talankirin, qir kirin zanin.Hêj nizanin mirovatî çî ye.Xano jî li gotinê wanê derewa bawerî nekirîye û tenê eşîrê xwe re na, ji bo eşîrê kurdê dinên jî ew û leşkerê xwe wan
Kurdî
DimdimEreb Şemo · Lis Basın Yayın · 201639 okunma