Dema bindest bim çi rast û çi çep tev kolîdar in,
Mafir dixwazin serdestî me bin, hemin neyar in.
Ne ji rûmet e ji bindestîyê herin bindestî,
Kêmîyek holê tucar nahewîn ramanperestî.
Rabin destên xwe têxin destên hev di vê reya han
Di reyeke din nikarin bibin xwedî Kurdistan
Di gelên bindest peyayên gewre zû zû ranabin,
Kesên xwe nenas bi azadîyê nizanin şabin.
Bindestî kirêt e, rûmetê dişo ji rûyê merov,
Kesî nedîye tiştek hişîn be tucaran bê tov.
"Te jinên reben kuştin, feodalîte, vî hesabî bide! Tu bi xurt û telaqreşan re bûyî destbirak, feodalîte, vî hesabî bide! Te gelek qabiliyetên vê civakê pelçiqandin, divê tu jî bê pelçiqadin, feodalîte! Tu şexsiyetkuj î, mejîkuj î, vî hesabî bide! Ev bindestî ji rûyê te qewimiye, ev tevde arpoxa te ye, vî hesabî bide!!!"