Di hundirê her kesî de kêm zêde gurg hene. Hinekan ew gurgê di hundirê xwe de kedî kirine û hinekan jî ew hovtir kirine. Evna gurgê dupêne û ji gurgê çarpê hovtir û dirinde ne. Dema ev gurg ji hev top dibin hovtira wan zêdetir dibe û dibin revdegurg.
Behram û jina wî Eyş ji gurgê dupê direvin ji xwe re malekî nû ava dikin, ji civakê dûr. Ji ber ku xera nebin û sade bimînin ji civakê dûr dikevin. Nivîskar vê dûrketinê wiha dibêje: “Ez divê nehêlim mîkroba kuştin, dizî, vir û derew, find û fêl û zor stemê di memleketê min de hebe. Ez ji destê kar û kiryarên wan direvim. Ez digel jin û zarokên xwe ji destê wan xwe vedişêrim, îcar çawa ez ê bihêlim ew hemû mîkrob ku hejmara wan nayê zanîn piyê xwe danin nav memleketê min de?”
Nivîskar gelek hêlan ve civak û sîyaseta vê rexne dike. Hizbên sîyasî li kuderê dibe bila bibe hertim dixwaze gel li ser fikrê wî be û li gorî wî bifikire. Ji fikrê cuda hezm nakin. Nivîskar jî ji ber vê fikra wan a çep rexneyê xwe ji wan kêm nake: "Tenê eger partiya te fermanê bide te, eve dibe. Hûn nikarin fermana partiya xwe red bikin. Ecêb e!.. Eger bêje bimirin, hûn ê bimirin.” û di cîyekî din de jî wiha dibêje: "Tu niha kadroyekî hizbî yî û tu heta ber gewriyê ketî nav siyasetê. Ez jî kesekî bi tenê me ku ji wê civakê reviyame û dibêjin tu dixwazî bi siyasetê wê civakê çê bikî."
Mixabin civak û piranî jî civaka rojhilata navîn pere, zêr û zîv û berhevkirina van gelek hez dikin. Dewlemend gelek dewlemend û feqîr jî gelek feqîr in. Ew dewlemendîya ber feqîra ketîyî jî ji wan distînin. Nivîskar vê çavpirçitîyê jî wiha tîne ziman: "Bîzê min ji wan kesan tê ku bi qasî çiyayekî milk û mal kom kirine, lê dîsan jî her bilez in bo zêdekirina wê. Min desthilat hebe, ezê hemû sermiyana wan zeft bikim. Piştre her bi wê sermiyanê, ez ê di xîm de girtîgehekê