Forma herî kevin a peyva Kurd di hezara sêyem a berî mîladê da di nav nivîsên mîxî yên Sumeriyan da bi şêweya “Kardakî" hatiye bikaranîn. Arkeologê Frensî Thureau Dangin (k.d. 1944) tableta ku "Kardakî" tê da derbas dibe, li devera Mezopotamyayê li bajarê Teluyê ku li ser wîlayeta Zîqarê ye û dikeve başûrê Iraqa hevçerx peyda kiriye. Peyva Kardaki di serdema kralê Xanedana Sêyem a Urê Şu Sîn/Gimil-Sin (BZ ~2040- 2032) da ji aliyê waliyê wî yê bajarê Lageş (Lagash)ê yê bi navê Warad Nanar ve hatiye bikaranîn. Ev peyv di tabletê da bi şêweya "Mat Kardaki" derbas dibe. Ji ber ku di zimanê Sumerî da “mat” watayên wek welat û deverê dide û paşgira "ki” jî wateya cih û zemînê dide "Mat Kardakî" dibe "welatê Kurdan". Di serdema kralê Sumeriyan Şu-Sîn da ji bilî Kardakiyê deverên Su, Gutiyum, Erbîl û çend deverên dî jî di bin desthilata wî da bûn. Li gor ku ji Asurologê navborî Dangin tê veguhestin, devera "Su"yê li başûr rojavayê deryaçeya Wanê ye û devera Kardaki ya navborî jî cîranê wê ye. Hêjayî gotinê ye ku di serdema Şerefxanê Bidlîsî da jî li devera Bidlîsê bi navê “sûy”ê kelehek heye. Şerefxan di berhema xwe da li du cihan wek keleheke ava ya Bidlîsê ku di bin desthilata malbata Şerefxaniyan da ye navê Keleha Sûyê dide.¹º Herçiqas di belgeya Asûrî ya navborî da Sû wek welatê Kurdan nehatibe binavkirin jî, çawa ku ji Şerefnameyê jî tê fêmkirin, ew dever welatê Kurdan e.
Kurdî
Em bi metelmayin lê hay bûn ku ji bo hin hikumetên cîhana sêyemîn tunekirina feqîriyê ne derdekî sereke ye; li gor wan ev ne pirsgirikêke mezin e ku gelê wan rû bi rû dimîne. Lê gelek delîl hene ku feqîrî rê vedike li ber nezanî û baweriyên pûç, şêwazên bêkêr ên reftarên civakî, nebûna demokrasiyê, hijyena xirab, nexweşî û mirinê û dike ku ev temendirêj bin.
Kurdî
Ters Köşe Final Sevenler Buraya!
Bazı hikâyeler tam tahmin ettiğin gibi ilerler. Bazılarıysa son sayfada tüm bildiklerini sorgulatır. 🤯 Ters köşeleri seviyorsan, seni sonuna kadar merakta bırakacak 3 kitap önerisini keşfetmeye hazır ol!
A rast, Çi ramanek kevn Çi ramanek nû, Ku me girêde, Me dike kolî, Ew e winda bûn.
Kurdî
Mirin û heps û birçi bûn.. Divê ji me re bibin wek cejn û dawet. Gava me xwe ji vê da paș, Dê çawa dengê me bigehê cihan?
Kurdî
Xanî di wextekî welê de rabû ko... ne li cem me, lê li Ewropayê jî xelk hêj li miliyet û li nijadê xwe hişyar ne bû bûn û zelamên ji yek miletî hev û du ji bo katolîkî an protestaniyê dikuştin. Di heyameke welê de Ehmedê Xanî bîra miliyeta xwe, bîra kurdaniya xwe biri bû û ji kurdan re goti bû hon berî her tiştî kurd in, rabin ser xwe, dewleteke kurdî çêkin û bindestiya miletên din mekin.
Kurdî
Gelek dikêşin bi dilfirehi zînata neyar! Ji lewre em bûn kole û kolî ji bo kolîdar.. Lê ji bona hev gelek jêhatî wek baz û piling, Bo hilweşandin hemî şareza wek tevr û kuling.
Kurdî