Lİ DÛ BİHUŞTA BERZE
“Heke em mehkûmê zemanekî bin, zeman jî mehkûmê mekanekê ye.” 186
Çîroka Profesorekî ketî duv folklora efsaneyên dîrokê û Sofî Omer. Profesorekî dêya wî Pûr Xanim (Colemergî) û bavê wî Kanî Beg (Cizîrî); profesorekî li Zurîha Swîsrê hatî dinyayê, li wê derê çûyî zanîngehê û piştre, “bo bernameyeke nava zanîngehan tê Amedê, careke din paşve venagere-73” . Çîroka Profesor Mîrza:
“,agahî ji Mîrza re tê, KU dayika wî, bi mêrekî Alman re diçe, bavê wî dide dû jineke Fransiz. 74”.
“…rojekê nameyek ji welatê biyanî jê re tê KU dibêje; dayika te miriye bila hayê te jê hebe.” 74
Û û û
“Jîyana Profesor Mirza hatibû û li gotina “heçku” asê mabû.”
Û û û
“Hûû Eşimm Wihû! Tûşî Papa! Ho Şaturna!”
Û kutekuta dilê wî li ser bêndera şevê gêre dikir. -175
Çîrokeke enteresan, balkêş lêbelê em ê ne li ser tevna çîrokê û teşeya vegotina romanê rawestin, bêtir behsa kesayîya zimanê li romanê bikin.
“Êdî qîma dilê wî bi Çİ gotinan nedihat û sebra wî bi ÇU tiştî nedihat. Dinya lê hatibû hev..heçku. Dîsa dihat û diçû xwe li “heçkê heçkuyê” asê dikir. Her tişt jê re bi qasî “heçkuyekê” dûr, bi qasî “heçkuyekê” jî nêzîk bû.” 227
1- Êdî qîma dilê wî bi Çİ gotinan nedihat û sebra wî bi ÇU tiştî nedihat.
2- Dinya lê hatibû hev..heçku.
3- Dîsa dihat û diçû xwe li “heçkê heçkuyê” asê dikir.
4- Her tişt jê re bi qasî “heçkuyekê” dûr, bi qasî “heçkuyekê” jî nêzîk bû.”
Ev çar hevokên li pey hev “kesayîya zimanê li romanê” nîşanî me dide lêbelê dîsa jî em li tevahîya romanê binêrin.
1- .. Duxalîzm (cotxalîzm)
Tişta li romanê herî ewil bala mirov dikêşe, bikaranîna xalbendîyan e. Ji bo li romana nivîskar a bi navê 4 Kotra 4 Çela bala min kêşabû, bi teybetî min bala xwe da bikaranîna xalbendîyan. Ji vê hêlê ve vegûherîneke darîçav xwe dide xwîyandin. Anarşîya