Na,qîza min,ew ne mirî ne.Herê bê nav û bê biryan in,lê ne mirî ne.Ew tenê windayî ne.Wê kêliya ku hemî mirov hatin vî kendalî û li bendî wan rawestiyan,wê roja ku dergehên malan hemî li bendî wan vekirî man,wî çaxê ku herkes kete pey şopa wan,wê rûyê wan jî bibe mîna berê.Wê ew jî bi nasîna me re bibin xwedî çav û birî,dev û poz…