Bedir rabe emîrê textê Botan
Bike qêrîn li kal û mêr û xortan
Hemî rabin bidin gurz û bidin dar
Li her alî berê xwe bidne neyar
Were ey kek Muhemed xweş ciwanî
Li ser me bûne paşa Tirkumani
Heçî kurd in hemî îro xizan in
Hemî mêr in belê çibkim nezan in
Şeref rabe cîhan bigre bi carek
Di nav kurdan, mehêle hîç neyarek
Bidin yekdest, digel dijmin bikin ceng
Bi yekqir û bi yekzar û bi yekdeng
Ez gelek dêşim
Tu b' ser min na kevi
Ti b' dil neyarî
Û dosta bi devi
Min dil û can tev
Sipartine te
Ji bo çi kubar
Tu ji min di revi
Ez pir jê te hezdikim
Ti b' qedrê min nizanî
Ev dilê min gelek
J' bo te xem hilanî
Carek were cem min
Bê je tu cawanî
Te z' pîr û kalkir im
Zeryê tu ciwanî
Ma ne te nadim
Bi vê dinyê tevi
Ji ber derdan 'eceb bê taqet im ez
Bi min dinya qewî çirkîn e îro
Hetta kengî bikêşim întîzarê
Te helkir agirek der sînê îro
Were carek bi dîdara te şa bim
Me bê te derd û xem pir dîne îro
Tu yî ruh û rewan û reheta min
Qirar û sebr bo min nîne îro
îro mi dî weqtê seher
Ew dilbera sundus di ber
Dîsa di lebsê sor û zer
Nûrek munezzeh bû beşer
Biskên siyah xalên di qer
Reşkagulê zulf çûne ser
Eswed bû da`im secde ber
Min bestî `eqda niyyetê