Hinek şev hene, mirov hîs dike ku dinya li dora dilekî tenê digere. Ew bêdengiya kûr, ne valahî ye, ew dengê herikîna avê ye ku di nav xewna kevir de diherike. Me gelek caran li ezmanê nêrî û me xwest em bibin mîna wê teyra ku serê xwe daye ber bayê û diçe ber bi mirazê xwe ve. Mirov gava xwe di nav xwezayê de winda dike, wê çaxê xwe dibîne. ​Em mîna wan kaniyan in ku ji dilê çiyan derdikevin; rêya me dûr e, her kevirê ku lı me dikeve, dengê me zelaltir dike. Jiyan ne tenê meşek e, ew hunera sekinîna li ber bahozê ye. Gava mirov bi zimanê ruhê xwe bipeyive, her peyvek dibe mîna kîvroşkekê ku di nav berfê de şopa xwe dihêle. Ya herî giran ne barkirina dinyayê ye, ya herî giran ew e ku mirov nikaribe xwe bigihîne dilê xwe.
Kurdî
Xale cemil ( Cemil dayı ) ağıdı
Muş civarında olduğu söylenilen 14 yaşlarında ki herdemin 45 yaşlarında Cemile sırf maddi imkanlar sebebiyle veya başka sebeplerden dolayı zorla evlendirilmesi üzerine aşağıda Küçük herdemin ağıdı yer alıyor. Bazı rivayetlerde kayalıklardan atlayarak canına kıydığı söyleniyor. İşte ağıt: Xalê cemîl wez gûne me Lo lo xalê cemîl min bi heyrano Wele tu extîyar î dîno w’ez çarde me Lo lo Xalê Cemîl emrê teyê çûye çil û pênc e w’ez çarde me Lo lo Xalê Cemîl mal şewityê tuyê ji min qerabe W’ez ê wez sond xwarî bê çare me Xalê Cemîl mal şewityê W’ezê ne pariyê devê mirdarê fena te me Xalê Cemîl W’ez gûne me Xalê Cemîl digo lê lê werdem xanimê Sibe ye mino diyarê qerdîlekê Lê lê werdem xanima min heyranê qam kelekê lê meş werdekê Wele tuyê gohê xwe mede qisew kaluka gotina şeytan û fesadiya lo fesadiya xelkê Bila xwedê û tiela biqedîne miradê min û Werdem xanimê Şeveke nîvê şevê payîzê heta şefeqê sibê bila wê çaxê li ser sîngê min peya be qasidê mîrata kor felekê De gidî lê lê gidî lê lê gidî lê lê Werdemê dê gawirê bav ecemê Ezê qasekî runiştama li kêlekê bila dîsa wa li cemê gidî lê lê Werdemê Lo lo Xalê Cemîl mal xirabo wele tuyê ji min qerabe tu mezin î şûna xalê min î Lo lo Xalê Cemîl tu mezin î şûna bavê min î Lo lo Xalê Cemîl ez gede me mal xirabo wele tu mezin î Lo lo Xalê Cemîl tuyê nebe sebeba lo lo qedera min î Xalê Cemîl w’ez gûne me Xalê Cemîl lo w’ez birîndar im w’ez birîndarê destê kesê kal im
Hayata Dair
Reklam
Gava tu Xwedî dernekevî zimanê xwe û rojek zimanê te ji destê te hat standin an jî tu zimanê xee jibîr bikî , êdî wê çaxê tu meneya hebûn û nasnameya te namîne
Kurdî
Yildiz Çakar - Derî 2
Li ber derî asê mabû dil… Divê careke din di navbera derî û dilê xwe de bimama . Divê careke din li te vegeriyama . Ji bo çavên te û ji bo jiyanên ku ji me hatine dizîn. Cara pêşîn min tu di heft saliya xwe de /di xewneke rengîn ya li pişt deriyekî text ya ji bapirê min diyarî mabû de ditîbû. Di qelîştokên derî de asê mabû çavên reş. Wê çaxê tu xort/ ez zarok bûm. Diyarbêkir mazûvanîyê dikir, mixabin te xortbûna xwe binpey dikir min zaroktiya xwe. Heta ku qelîştokên derî mezin bûn û heft saliya min wek xewnek bi dawî bû, vê carê deriyekî hesin ket navbera me. Deriyekî bêmifte/ deriyekî bêhest deriyekî ku tu car qeliştokên ku li heft saliya min vebûbû wê venebaya. Ji te bê par mabûm, bêrîkirinek bênav jî ji min re. Piştî heft saliya xwe niha bi jinitiya xwe li navbera derî û Diyarbekîr de dimînim… Her carên ku çavên min li qeliştokên derîyên xerîb diket tu dihatî bîra min. Wek niha! Nizanim kê li kê neheqî dikir. Ew zaroktiya min bû an xortaniya te ya ku bi destê min neket. Li ber çi kevim?
Kok a peyva Fringî??
Di zimanê kurdî da kok a peyva "Fringî" çi ye?Tiştê ku ez zanim ji bo "tomato" hinek kurd dibêjin "bacanê sor" hinek jî dibêjin "fringî". Belê emê li ser kok a fringî bifikirin. Pêşî ka em hîn bin fringî ji ku hatiye welatê me. Di sala 1492 da Kristof Kolomb li ser navê keyaniya îspanyol a çû parzemîna Amerîkayê û fringî (tomato) jî ew çax ji aliyê Îspanyol a hat keşf kirin û di demek nêzîk da anîn Ewropayê. Serê pêşî digotin qey fringî bi jehr e ji ber vê yekê ne dixwarin tenê ji bo berçav bide da dianîn. Piştê ku bû xwarin teqrîben di sala 1600'dan de gihîşt Împaratoriya Osmanî'ya û li çar aliyê Împaratorî yê belav bû. Li gorî baweriya min Kurd ew çax fringî naskirin yanî çîrok a Kurd û fringî ne ewqas dirêj e, nêzîkî 400 sal e. Îja em werin ser kok a wî. Min hinek lêkolinan li ser fringî kir. Ji aliyê Îspanyol a hatiye Ewropayê û bazirganên Îtalyan û ewropî yên din jî wê anîne dewleta Osmanî. Lê di wan deman de baş xirab navbera Osmanî û Fransayê hebûye û gelên dewleta Osmanî ji bo Temamê rojavayê Ewropayê digot; Frenkî. Mina çend Ewropî û Amrîkî ji bo Temamê Rojhilata Navîn re bêjin Ereb û çend Tirkên ku ji bo Îranê bêje Ereb. Li gorî baweriya min jî dema ku fringî ji aliyê Ewropî yan hatiye Osmanî yê kurd jêr gotine Frenkî û Frenkî bûye Fringî. (Ev ne gotareke, di be ku ne rast be) Hun dibên çi?
Kurdî
Ma Ku Tu Niha Li Vir Ba
Di destpêka ku tu çû Min behsa te ji herkesî re dikir Ez diçûm ku derê min ya ye digot Wê çaxê birîn hineki nû bû Lê dem derbâs bû min te ji bir kîr Ji carekê ve tu nehat bala min Ne gunehê min bû Ji xwe re bipirse tu wenda bû
Helbestên Kurdî
Reklam
Reklam