Bihara rengîn, bihuşta dinê
Serhildana kurd, dema kirinê !
Tu çaxê me yî ji hezar salan
Rûmeta me yî, ji bav û kalan
Cejn û îd î tu; sersala qewî
Pîroziya gel, paya netewî..!
-Roj bi roj, gav bi gav bişaftina zimanê xwe dibînin, lê dîsa jî ji kuştin û mirina zimanê xwe bawer nakin. Dîtine nedîtine, wekî tava li ser serê wan zimanê wan hebûye, loma dibêjin qey dê zimanê wan heta hetayê hebe. Heta wekî mirîyan serê wan li kevirî nekeve dê nebînin û wê çaxê jî dereng be li wan."
BEDO-Kalo ma...
SADO-Çi kalo, ma tu jî tê bê na?De hedî ez yekê din jî ji te bipirsim.Bedo, kurê min, ev legleg çimavbûyevlegleg?
BEDO-Ma kalo ez ê ji kubzanibim. Bê henek me tiştên wiha nexwendine.
SADO-Hûn naxwînin ya! De bise ez ê ji tere bêjim.
Rojeke dîsa xwediyê gundekî pirr dewlemend hebû. Dibê li wî gundî pîrekek xweşik û diya sê sêwiyan a binamûs hebû. Zarokên wê birçî dimînin û ji nêza digirîn. Jinik nema zane wê çi bike, aqil di serê wê namîne feqîrê. Tiştek jî di destê cîranan de tuneye ku bidinê lê jê re dibên; "Zad li ba mala beg heye, difiroşin, here ku bideyn bidin te, emê havinê li ser benderê bidinê. Diya sêwiyan bi fedî û şerm dere ba beg, derdê xwe jê re dibêje, lê ser nagirî, begê tolaz ji jinikê re dibê; "Na, ez bideyn zêd nadim, lê ku tu serkabê(devlingê) xwe ji xwe bikî û bi vê nêrdeêanê de hilkişî û dakevî, ezê têra zarokên te zêd bidim te. "Feqîr çiqas li ber giriyaye dîsa ser negirtiye. We çawa bike, zaroken wê li mal ji birçîtî digirîn,gotiye: "Ya Xwede, tu dibînî,ma ezê çawa bikim?Qey emrê te ye ev hawe?" Û paşê derpiyê xwe dertîne û bar şewala bi nêrdewanê de hildikişê û dadikeve. We çaxê beg jî li ber nêrdewanq sekiniye, li jor jêr li çîmê jinikê dinere û dikene. Gava ku jinik daket, zadê xwe bir, Xwedê jî beg mesex kir û kirl egleg. îca ji wê çaxê û heta niha hîn jî legleg stûwê xwe bipêş û paş de ditewîne û wek kenê wî begî dike leqleq.