Xelqo li min kin şîretê
Ew dilbera zerrînkemer
Min dî di halê xefletê
Hat der ji burcê wek qemer
Hat der ji burc û penceran
Dil girt û da ber xenceran
Ev reng e halê dilberan
Lew ‘aşiqan xûn bûn ceger.
Dıl bûye mehellê îşqê hala
Vî halî dı vî mehellê vala
Nîne eceb er bi bêm hılûlê
Mın maye jı sûretê heyûlê
Şahînşehê îşqê bê xerez hat
Cewher veşırî, dema arez hat
Ev hal û mehell-û cîsm û cewher
Îşqê ji xwera kırın mısexxer
Can û ceger û dıl û hınavan
Dest û ser û pê û pişt û çavan,
Wellahî yekê ne maye rahet
Bîllahî yekê ne maye taqet
Bızdandıne wan jı mın elaıq
Bîlcımle dı bên ku: «Nehnu aşıq»
Na pırsî lı halê mın, tu zalım!
Hêja tu di bêjî ez ne nalım»
Ev renge he wî ku kır tezellım
Tacdîn qe ne ma jıbo' tekellım
Ew mane digel evan bırînan
Behsa me li ser Sıtî û Zînan
Gönül, içine dolan aşkın yeri olmuş,
O dolan, bu boş yerin içindedir.
Bu doluşun, bana heyula şeklinden (1) Kaldığını söylersem şaşma.
Aşk şehinşahı garazsız geldi,
Cevher gizlendi, araz gelince (2)
Gönlüme giren bu aşk, onun yeri olan gönlüm, cisim.
Hepsini kendine ram etti aşk.