Alîyek min bakure e,
Alîyek min Rojava ye
Tê û di dilê min de kom dibî,
Dûmana ku li ser çiyan diherike.
Alîyek min başûr e,
Alîyek min rojhilat e,
şîranî li ser goşeyê lêvên te
Beybûna bi coş serxweş dike
Alîyek min zivistana tarî ye,
Alîyek min havîna yekem e.
Were her çar alîyên min bike yek
Erdal Dersim