Kolonyalîzm ji jor de hin şert û qedexeyan datîne ser civakan, carinan wan ji cihûwarên wan dike, carinan zimanê wan qedexe dike, heta navê wan qedexe dike, çand û adetên wan bisînor dike, dest datîne ser keda wan; wan ji tradisyona wan, ji zimanê wan, ji welatê wan, ji xizmên wan diqetîne, bi înkar û îmhayeke sîstematik wan dorpêç dike. Ji dêvla li ber herkeke asayî ya dîrokê jiyana xwe bidomînin, bi şoqeke ji derve rastî erdhejekê tên neteweyên kolonî ango bindest. Ev tiştên hanė biyanîbûnekê, parçebûnekê bi xwe re tînin.
Sayfa 110
Kurdî
bê çek, di nav civakan re derbas be û tevlî yeka din bibe li ber çemê Nîl' bêtirs, li rojhilatê Sfenks binêre û bibêje, "çendîn hezar sal in, li ser vê xakê ez jî heme ez jî nasnameyek im, dişibim te, lê wekî xwe me herdem" ez aştî me bê çek im! dîrok, gazî zarokan bike, bêje: bes, hûn dikarin şeran bi dawî bînin”
Kurdî
Hangi tür kitapları seviyorsun? 🔎 Polisiye 💕 Romantik 🚀 Bilim Kurgu 🏰 Fantastik 📖 Klasik 🧠 Kişisel Gelişim 🏛️ Tarih 😱 Gerilim
MAL DIBISTANA MEZIN E
Welatê avê ku îro bêav ma ye. Mala û Arzanya îro çep dizivire. Spîtama Zerdeşt dibêje:" Ew ê ku di perwerdeyê de xwêdanê nerijîne, ew ê di şer de xwînê birijîne! " Amîkha xweş bersiv da:" Ajalan serjê nekin, şitilan deynin! " Dîrok di heman demê de wijdana mirov e. Ew ên ku bi karê civakî re mijûl dibin pêwîste ku di hemû warên civakê de têragah bin. Nemaze divê bi rista civaknasî, dîroknasî, derûnasî û olnasîyê re rabin. Hêrsa xwe ya hişyarbûyî bi kîna wan a razayî re bike yek! Lewre Rêbertiya Gelan dibêje:" Azadî, bi xwebirêvebirinê dest pê dike! " Şer bı hunera taktîkê dibe û serkeftin bi rast bikaranîna rêbazan pêk tê. Hûn guh nedin gotina dibêje:"Piraniyê zora mêraniyê biriyê." Rastî berovajîya vê gotinê ye. Ji ber vê çendê dibêjin hemû mêr nabin şêr:" Yê negot û kir şêr ê, yê got û kir mêr e, yê got û nekir kerê nêr e!" Malava!
Sayfa 102 - J&J·Kitabı okudu
Fermandar hene, ferman hê hene Zilm hê didome, hê zilmdar hene ! Ew zilmkar tenê Azhî Dehaq e ? Bipeyiv dîrok, navê wan bang ke ! Sewta wan hilbe ji ser vê dinê Hîroşîmayê, Helepça minê !
Sayfa 30·Kitabı okudu
Kurdî
Neteweperwerî sistemeka fikrî ye ku li ser binema rewşeka babetî ya 'objektîvîtî' ya grûpeke etnîkî (netewe) ku ziman, kultur, dîrok û hesteka hevbeş heye, ava dibe. Neteweperwerî serî hildaye ku nirx û berjewendiyên neteweya xwe, beramber nirx û berjewendiyên neteweyekê dîtir biparêze, heta berztir bike û giringtir bigire.
Kurdî
Ji ber ku wan tune dihesibînin di pirtûkên xwe yên dîrokê da gelek caran qala serhildanên bindestan jî nakin.
Kurdî