10/10
·180 syf.··
Beğendi
·
2026 30. kitabı
·
7 günde okudu
·
Okunma: 14 Mayıs 2026 15:15
Ev roman, bi zimanekî zelal û xweş hatiye nivîsandin û çîroka malbateke kurd a welatparêz û têkoşer vedibêje. Di nav romanê de jiyana civakî, dîrok, rihê kurdî û nirxên kevneşopî bi awayekî hestyar hatine nîşandan. Nivîskar bi peyv û hevokên xwe kesayetî, êş, hêvî û xebata gelê kurd bi awayekî xurt dide xuyakirin. Dema mirov pirtûk ê dixwîne, hinek caran xwe di nav çîrokan de dibîne û bi karakteran re hest dike. Wekî ku ji vê romanê tê fêmkirin, dîrok, welat û mirovatî tiştên ku nayên jibîrkirin in. Her rûpelê wê hestekî taybet dihêle û mirov dixwaze herî zêde di nav çîrokê de bimîne…
LeqatReceb Dildar · Dara Yayınları · 052 okunma
Ji bo dîroka mirovahiyê nerîne ke nû!
Puan vermedi
Dîroka Veşartî ya Jinan – Sheila Rowbotham Ev pirtûk, yek ji berhemên herî girîng ên dîroknasîya femînîstî ye, ku di sala 1972’an de hatîye weşandin û niha jî wekî çavkanîya bingehîn tê hesibandin. Nivîskar Sheila Rowbotham, di vê xebatê de, 300 salên dawî yên dîroka Brîtanyayê dinirxîne û cih, rol û têkoşînên jinan di nav pêvajoyên aborî, civakî û siyasî de derdixe holê, yanî yên ku heta wê demê di dîrokê de hatibûn paşguhkirin an jî veşartin. Rowbotham nîşan dide ku çawa pêşketina kapîtalîzmê, guherîna avahîya malbatê, dabeşkirina kar û desthilatdariya baviksalarî, bi hev re cihê jinan di civakê de diyar kirine. Ew îspat dike ku bindestbûna jinan ne rewşek xwezayî ye, lê encama guherînên dîrokî ye: -Di serdema destpêka kapîtalîzmê de, jin ji karên kêrhatî hatin dûrxistin, karên wan wekî “nekar” hatin binavkirin û nirxê wan kêm hatîye dîtin. - Têkoşînên jinan ji bo mafên xwe “mafê dengdanê, mafê xwendinê, mafê kar û mûçeyek wekhev, mafê kontrolkirina jiyana xwe ya zayendî” bi berfirehî têne şîrove kirin. - Têkiliya di navbera çîna civakî û rewşa jinan de jî bi zelalî tê vekolîn: rewşa jina karker û jina çîna navîn her çend cûda be jî, herdu di bin bandora desthilatdariya mêran de bûn. Nivîskar bi zelalî û zimanekî hêsan, lê kûr, nîşan dide ku jin ne tenê mexdûrên dîrokê bûn, lê di her qonaxê de li hemberî vê rewşê berxwedanî kirine û guherînên mezin bi dest xistine. *Yekem xebatên ku dîrokê ji çavê jinan dinirxîne û valahiyek mezin di dîroknasiyê de tije dike. * Têkiliya di navbera pergala aborî û rewşa jinan de bi awayekî rast derdixe holê. * Ne tenê ji bo zanyaran, lê ji bo her xwendevanekî jî têgihîştî ye. * Ev pirtûk bingeha tevgerên femînîstî yên paşerojê danîye û li ser gelek lêkolînên din bandor kirîye. *Piraniya naverok li ser Brîtanyayê ye; rewşa jinan li
Kadının Gizlenmiş TarihiSheila Rowbotham · Payel Yayınları · 201111 okunma
Hangi tür kitapları seviyorsun? 🔎 Polisiye 💕 Romantik 🚀 Bilim Kurgu 🏰 Fantastik 📖 Klasik 🧠 Kişisel Gelişim 🏛️ Tarih 😱 Gerilim
Bêhna Welat...
Puan vermedi·80 syf.··
2026 1. kitabı
Hevalnoo, carinan mirov li benda tiştekî dibe ku ruhê wî hênik bike, wekî ba bibe û di ber guhê mirov re derbas bibe. Min gava berhema Occo Mahabad 'a bi navê Helbestên Dînik xwend, tam ev hîs di dilê min de çêbû. Bawer bikin, min ev pirtûk ne wekî pirtûkên din xwend min ew hilda, danî ber sînga xwe û min rûpel bi rûpel bi wê re xeber da. Mîna ku ez bi dostekî xwe yê qedîm re li ber kulekekê rûniştim û me bi hev re dert derbas kir. Lê ya herî girîng çi bû dizanin? Gava min rûpelên vê pirtûkê vedikirin, min bêhna Kurdistanê jê girt. Ne ew bêhna di pirtûkên dîrokê de, na. Ew bêhna kixsê çiyê, bêhna xaka piştî baranê, bêhna nêrgizên ku di bin berfê de şiyar dibin. Occo di vê pirtûkê de ne mîna nivîskarekî ku ji jor de dinêre, mîna hevalekî ku bi me re di heman kolanê de meşiyaye dipeyive. Di vê dinyaya ku her kesî maskeyek kiriye ser rûyê xwe û xwe wekî aqilmend nîşan dide de, Occo bi wêrekiyeke dînane maske çirandiye. Ew dibêje ku heke em ne dîn bin, em nikarin rastiyê bibînin. Zimanê wî mîna nanê germ ê ser sêlê samîmî ye. Di her malikekê de min hîs kir ku ew behsa daxwazên me yên veşartî dike. Ev pirtûk ji bo min mîna ku ez piştî salan vegeriyam gundê xwe, çûm ser kaniya xwe û min serê xwe danî ser xaka bav û kalan. Wisa hêsan, wisa kûr û wisa dîn. Dilê we bi pirtûkan re be, xwendineke xweş!Türkçe çevirisi: Arkadaşlar, bazen insan ruhunu ferahlatacak, rüzgâr olup kulağının dibinden geçip gidecek bir şeylerin beklentisi içine girer. Occo Mahabad’ın Helbestên Dînik adlı eserini okuduğumda, tam da bu his kalbimde oluştu. İnanın, bu kitabı diğer kitaplar gibi okumadım onu aldım, göğsüme bastırdım ve sayfa sayfa onunla dertleştim. Sanki kadim bir dostumla bir pencere önünde oturmuşuz da birlikte dertlerimizi dökmüşüz gibi. Ama en önemlisi neydi biliyor musunuz? Bu
Kurdî
Helbestên DînikOcco Mahabad · Ava Yayınları · 2012240 okunma
Bi min hawara kurdî û kurdayetiyê ye! Ne ya Dîcleyê ye!
Puan vermedi·754 syf.··
2025 7. kitabı
·
25 günde okudu
·
Okunma: 13 Aralık 2025 05:02
Ji xwe hewce nake ez qala şêwe û şayesandina romanê, lehengan û rêkûpêkiya rêsîna bûyeran bikim. Çewtê lehengê me, Biroyê Dengbêj, her çi qas dixwest bibe hosteyê deng û gotinan lê jiyan rê neda vê daxwaz û xewnê, nivîskarê me yê gewre Dirêj ku bûye hosteyê nivîs û vegotinê di romanê de vê hostetiya xwe çi di hevokên xwe yên xurt lê sivik, bi zimanê xwe yê ku zimanê malê ye, baş dide der. Mesele ne ev e ji xwe ev roman heke bi vê awayê hêsan were nirxandin, ev ê bibe heqeret bo keda wî. Ji xwe, çi di navê pirtûkê çi jî bi bûyera ku hibijartiye û çi jî bi zimanê ku nivîsandiye de jî diyar dibe ku mabesta pirtûkê ew e ku em bidin pey rastî û şaşiyên xwe û wan ji hev baş veqetînin û li ser wan bifikirin. Wek tecrûbeyên neteweyî werine nirxandin û ders ji wan werin wergirtin. Şerê mîr li gel Osmaniyan(Tirkan) û paşî şerê wî yê li dijî wan û şerên Yêzdînşêr li gel Osmaniyan û paşî li dijî wan. Dîroka ku di dawiya romanê de wek dîroka ku tim dubare dibe tê nirxandin, divê bibin aqil û ders, hiş û bîr ji bo me. Wek di romanê de jî Dirêj gelek caran bi dubareyan û bi israr dibêje û gazin jê dike ku em tu carî nafikirin û aqil nagirin ji vê dîroka ku dubare dibe, di dawiyê de Dirêj bêyî ku fikirandin û tecrûbe kirina bûyerê û ders wergirtina ji romanê ji me re bihêle (ez bawer im hingê Dirêj dizane ku em ê rast nenirxînin û keda wî dê berhewa biçe) ew bi xwe ders û aqilê ku divê em ji berhemê bigirin, kite bi kite ji me re vedibêje û tim dubare dike. Niha yanî sal 2025 e. Kes û kesayetên ku em wan nas dikin wek pêşeng jî di nav de em wek civak jî heman in. Dirêj ku di dawiya romanê de me hildida li erdê dixe heke îro binivîsanda dê dîsa ve sosretiya me ya îro ku ne me dîroka xwe nas kiriye ne me dijminên xwe nas kiriye û ne jî di asta ku em bikaribin bibêji erê baş e, xwedî li
Kurdî
Hawara DîcleyêMehmed Uzun · İthaki Yayınları · 20163,879 okunma
Em hemû Rêwî ne.
9/10
·285 syf.··
Beğendi
·
2025 17. kitabı
Min ev pirtûk demeke dirêje xwendiye û ez dixwazim li ser vê pirtûkê çend tiştan binivîsim. Ku kengî vê pirtûkê bibînim naveroka wê wek fîlmekê ji ber çavên min re derbas dibe,Ango wek jiyana gelek Kurdan. Nivîskar İkram Oğuz vê romana xwe, bi zimanekî hêsan nivîsiye, dema mirov dixwîne qet aciz nabe,û di nava bûyeran de winda dibe, ji ber wê jî pirtûk wek avê diherike diçe. Mijara pirtûkê di navbera salên 1960 û 1980 de derbas dibe, di salên 60 de ti serhildaneke Kurdan pêk, nayê di wê navberê de jî dewlet qet disekine bi lez û bez û bi awayekî tundî dest bi polîtîkayên asîmîlasyonê dike,û Rêwî destpê dike. Di pirtûkê de sê kesayet ên sereke hene. Şêx: mirovekî oldar e û karmendekî dewlemende. Mamoste Elî Riza: Kurd e û ji bo asîmîlasyonê xizmetkarê dewletê ye. Û Rêwî (Tajdîn): xortekî jîr,karker, zane û welatparêz e. Her Kurdekî/ê di dema ku zaroktiya xwe de,di dibistanan de bi Kurdî axivî ye û ji ber vê jî nijadperestî dîtîye. Û mamosteyên ku perwerde daye wan, her dem zimanê dayikê ji wan re qedexe kiriye, û Kurd bûna wan dîrok,ziman,çand û hwd ji wan re xirab daye nasîn... Ji ber wê jî gelek kesan xwe winda kiriye,û bûne xwedîyê gelek bîrdoz û ji koka xwe dûr ketine. Piştre ji wan kêm kesan ji dîsa fêrî zimanê xwe bûne û di nava wê xewna kirêt de hişyar bûne. Ji bo Kurd bûna xwe bûne xwedî hişmend.(em hemû rêwî yê xwe nasînê ne)Kurd jî wek vî rêwî yê rêya xelas bûn û hişmendî yê ji xwe re digerin,da ku xwe xilas bikin. Nivîskar di vê romana xwe de, pirsgirêka di nav civaka Kurdan de, û di heman demê de jî nakokiyên di navbera dewlet û Kurdan de bi awayekî balkêş datîne berbi çavan. Rêwî yê me (Tajdîn) di navbera mamoste, şêx û malbata xwe de dimîne. Mamosteyê wî dixwaze pêş bikeve lê Şêx û malbata wî jî naxwaze pêş bikeve, li gorî Şêx û malbatê ew bi vî
Kurdî
Rêwîİkram Oğuz · Doz Yayınları · 20172 okunma
Dengbêji
10/10
·184 syf.··
Beğendi
·
2025 13. kitabı
Berî her tiştî divê ez sipasyên xwe nivîskar Mahmut beğik bikim ku li ser Dengbêj Reso(Resoyê gopalan an jî bi navê Resoyê muhacir tê nasîn) lêkolîneke wiha berfireh kirye. Em dikarin bibêjin ku, dengbêjî asteke wisa ye ku tenê aîdî Kurda ye. Ji ber wê jî cihê Dengbêj Reso di vir de cûda ye. Ev pirtûk berhemeke gelekî berfireh e û lêkolîneke baş e li ser dengbêj Reso hatiye kirin. Di nava pirtûkê de behsa jiyana dengbêj Reso tê kirin,dengbêj Reso jiyaneke gelekî zor û zehmet,xizan û bijan dîtîye. Li gorî hin kesan şahê dengbêjan tê nasîn lê dibe ku jî ev mijareke niqaşî ye!.. Dengbêj Reso ji aliyê dengbêjêyê ve gelekî xurt bûye û ji Evdalê Zeynikê jî perwerde dîtiye. Lê ew wê demê gelekî piçûk bûye baş nayê zanîn tiştekî wisa heye an tuneye. Lê di pirtûkê de dibêje dema hê zarok bûye ji jina Evdalê Zeynikê Gûlê re jî kilam gotiye!, hê wê demê Reso bala Gulê kişandiye ser xwe,em dibînin ku dengbêj Reso ji hêla dengbêjêyê ve di nava asteke mezin de bûye. Di heman demê de jî nêrînên hin dengbêjan li ser dengbêj Reso heye,yek Ji wan Dengbêjan jî Dengbêj Şakiro ye!,ez dixwazim wan gotinên ku Şakiro anîye ziman parve bikim, Şakiro di hevpeyvînekê de wuha behsa Reso dike û dibêje:"Ez dilşikestî me. Kurd qedrê dengbêjan nizanin û li nirxên xwe jî xwedî dernakevin. Li Tirkan binêrin! Yek Aşiq Weyselekî wan hebû û lê xwedî derketin. Wî bi hemû cîhanê dan nasîn. Lê Resoyê me yê dengbêj jî hebû. Ez çawa wî ji te re bînim ziman, ew mamosteyê me hemûyan bû. Mixabin me wî ji birçîna kuşt. Ka ji min re bibêje ez çawa derê dîwana dilê xwe yê birîndar ji te re vekim û bi te re biaxifim!" Nivîskar di vê berhema xwe de li ser kilamên Reso jî sekiniye û lêkolîneke fireh jî kirye. Di nava van kilaman de, navê kesên ku derbas dibe nivîskar ev kesana bi awayekî baş ji me re rave kiriye,
Kurdî
Şahe Dengbejan ResoMahmut Beğik · Nubihar Yayınları · 20186 okunma