Dinya êdî wekî qefeseke teng li ser rihê mirov girtiye. Tu li ku derê binerî, tu li kîjan alî bimeşî, tu rastî dîwarekî sar û bêrih têyî. Ev dinya, ku berê bi dengê zarokan, bi parvekirina nan û bi samîmiyeta cîrantiyê dihat naskirin, niha bûye wekî çoleke bêdawî û bêdeng. Lê ya herî giran ne ev bêdengî ye, ya herî giran ew e ku her kes di nav vê qelebalixiyê de tenê ye, bêkes e û ji hev biyanî ye. ​Mirov êdî ne wekî mirovên berê ne. Her kesî maskeyek li rûyê xwe kiriye û di pişt wan maskeyan de hesabên tarî û berjewendiyên piçûk veşartine. Gava tu li çavên yekî dinêrî, tu êdî ronahiya dostaniyê nabînî; tu tenê sîbera gumanê u sarbûna xerîbiya sedsalê dibînî. Kes naxwaze derdê kesî bibîstîne, kes naxwaze bibe merhema birîna kesî. Peyvên 'em' û 'me'hatine jibîrkirin, tenê 'ez' û 'ya min' maye. Ev xweperestiya ku wekî jehrê di nav rehên civakê de belav bûye, her tiştê pîroz û bedew xera kiriye. ​Em di serdemekê de ne ku derew wekî rastiyê tê firotin û rastî jî wekî gunehekî tê veşartin. Dilên ku berê bi evînê û bi merhametê lê didan, niha bûne wekî kevirên reş. Ma mirov çawa dikare di nav vê tariyê de nefesê bistîne? Ma mirov çawa dikare li rûyê van mirovan binerî ku her yek ji wan bûye gurê yê din? Ne hurmeta mezinan maye, ne jî parastina piçûkan. Her tişt bûye wekî bazarekê; hêsirên çavan, êşên giran û heta dîn û bawerî jî bûne amûrên bazirganiyê. ​Gava mirov li van kolanên qelebalix dimeşe, hîs dike ku her gava wî di nava valahiyê de diçe. Ev dinya êdî ne cihê manê ye, cihê xerîbiya herî kûr e. Kesên ku hîna dilê wan paqij maye, kesên ku hîna bi bihayê merivahiyê dizanin, di vê dinyayê de wekî penaberan dijîn. Rihê me birîndar e, xeyalên me hatine kuştin û hêviyên me di bin barê vê bêwijdaniyê de pelçiqîne.
Kurdî
Kürt kadınları evimizin ve topraklarımızın bereketidir.
Müslüman Kürt kadını Mezopotamya ve Anadolu kadınıdır. Müslüman Kürt kadını izzetli iffetli ve vakarlıdır. Kürt kadını hayatın en zor şartlarıyla mücadele edendir. Kürt kadınları savaşçıdır. Kürt kadınları erkeğinden sonra evin direğidir. Kürt kadınları kendi değerleri için kendilerini ve çocuklarını seve seve ölüme gönderendir. Bizler kadınlarımıza Jın deriz yani can ve hayat deriz eşlerimize jınamın ' hayatım canım ' anlamında hitap ederiz. Biz kız kardeşlerimize xwişk deriz güzel güzellik anlamında. Xwişkamın güzelim demektir. Kadınlarımiza böyle güzel felsefik derin anlamlı kelimeler kullanmışız çünkü kadın Kürt toplumuna göre berekettir hayattır candır toplumun yarısıdır ve diğer yarısını yetiştirir.. Kürt kadını mücadelecidir. Kadınlarımıza bu kadar değer verirken birileri kadınlarımızı ahlaksızca fıkralara konu etmesi kabul edilemez. Ne demişler hadsize haddini bildirmezsen yaptığını hüner sanırmış. Jina Kurd a misilman jin a Mezopotamya û Anatoliyê ye. Jina Kurd a misilman xwedî izzet, xwedî iffet û xwedî weqar e. Jina Kurd ew e ku di dijwartirîn şertên jiyanê de têdikoşe. Jinên Kurd şervan in. Jinên Kurd piştî mêran, stûna malê ne. Jinên Kurd ji bo nirxên xwe, bi kêf zarokên xwe û xwe bi xwe ber bi mirinê dişînin. Em ji jinên xwe re "Jin" dibêjin, yanî can û jiyan. Ji jina xwe re em dibêjin "Jinamîn" yanî "jiyanî, canê min". Em ji xwişkên xwe re "xwişk" dibêjin, bi wateya bedewî, xweşikî. "Xwişkamin" tê wateya "xweşika min". Me ji jinên xwe re gotinên wiha felsefî û kûr bi kar anîne, çimkî li gorî civaka Kurd jin bereket e, jiyan e, can e, nîvê civakê ye û nîvê din mezin dike. Jina Kurd têkoşer e. Dema ku em wisa qîmetê didin jinên xwe, qebûl nake ku hin kes bi fîqrên bêexlaq jinên me bikin mijara henekê. Çi gotine: "Heger tu ji bêedeb re edeba wî nîşan
Kurdî
Etimoloji Defteri
Mücellit Nedir ?
Tu hatî navşêrîna min Evîn û xemrevîna min Were xweşke birîna min 🩷
Şiir
Tu yî Heyva Şevên Min
Tu yî tîrêja rojê, tu yî heyva şevê, Bi te re şîrîn dibe, ev dinya û ev xewê. Dema tu li min binêrî, dilê min dibe şa, Tu yî wateya jînê, tu yî dermanê her êşê û nexwa. Bila destê me ji hev nebe, heta roja mirinê, Tu yî gula herî geş, di baxçeyê evînê. Sond dixwim bi herfên navê te, tu tenê yî para min, Tu yî rûmeta malê, tu yî can û hevala min. Rêya me bila dûr be, lê bila her bi hev re be, Kêfxweşî û bextewarî, para her du dilan be. Ez ê te wekî canê xwe, di nava dil de veşêrim, Ji bo her yek kenê te, ez ê dinyayê bilerizînim.
Tu wek Kûrdistanê yî; hem birîndar, hem bedew.. û ez her şev di nav te de şer û evînê bi hev re dijîm.
Kulîlka Min Ez nizanim tu xewn î yan rastî, Bi hesretê dixwazim dest bidê min, Her şev bi navê te radizim, bi navê kulîlka te şiyar dibim. Tu kulîlkî, ber biharê, di dilê min de vedibî. her nihêrînekê te agir dide canê min. Porê te çemê biharê ye, dirêj diherike... Tu kulîlka jiyana mîni, Bê te zivistan e, bi te bihar tê, gul vedibe. Porê te bayê havînê. Ez axa te me. Tûkulîlka ser cane mîni, Tu kulîlka dilê min î, Di baxçê jiyanê mîni, Rengê te sor e wekî gulê evînê, Bêhna te mîna barana biharê ye. Her carê ku ez li te dinêrim, Dilê min ronî dibe. Tu ava Dîcleyê yî,