Nasnameya min di devê min de
Dayina dê û bavê min
Ne pasaport e ku bê çirandin
Ne kaxiz e ku tu bavêjî
Nasnameya min di devê min de
Kes nikare bistîne ji min
Saetek şêst deqe ye, lê tu
Di her salîseyê de li bîra min
Û di her salîseyê de bi awakî di
Hişê min, fikra min li hev dixî
Jiyanê li ber min dikî cehennem.
Milkekî diherike ji Mûnzir û Agirî
Ta be Silêmanî tarîx û jîn e.
Dastanek hildibe li bilindayî
Ji kûrahiya xwe bi têkoşîn e.
Bi têkoşîn e, ev mêjû helbet
Nebû cî û war ji tu kesî re
Yên xwestin ji destê me b'zorê derxin
Destvala zivirîn li ser şopa xwe
Ev mêjû
Wê têkoşînê
Bidomîne helbe
tu jî çivîkek bûyî li ser guliyên min
li vî aliyê cîhanê bo te tunebû mafê firînê, ne jî çêkirina hêlînê
êdî hîn bûm, ku vê xakê tu car ji evînê re aj nedaye
bi salan, ku bi hilatina rojê xapiyam
min xwest tu jî baweriyê pê bînî, “ya ku hiltê ronahî ye"