lê, li taxa evînên winda
li quncikekî wê kolana tenha
li çireya şevê dinêrî û digot;
ax, min çiqas pir hezkiriye?
ku bê mal im her şev
ku min nîn e, yareka derî vekirî
Gava ez mezin bibûma ez ê bibûma rê. ÚU ez bûm jî; tu zanî jixwe. Kes ji rêyan ne dirêjtir e, Mizgîn. Rê digihên her derê; digi-hên birîn û evînên berê, digihên behrên bêdê, digihên dilê ku azadî ketiyê, digihên serfiraziyê.
vê helbesta ku bi gelî û çiyayên welêt hatiye şûştin
ji te re
bike sol
têxe piyên xwe
newestîne û neêşîne tiliyên hatina xwe
pişta evînên me neêşîne
westa û lalûte ne ew
ji bîr kirine dengên ku dest dane xema wan