9/10
·168 syf.··
Beğendi
·
2026 12. kitabı
·
6 günde okudu
·
Okunma: 26 Mayıs 2026 00:24
Dema min nû pirtûkê da destê xwe min ji xwere got bixwînim nexwînim hewceyî xwendina vê pirtûkê dike gelo (mamoste nebihîze welleh wê nifiran bike) lê piştî min hevoka pêşî "Me bo hebûnê şer kir. Baş e, evqas jiyanên ku qediyane, çi ne? Ez di bin bandora hevokê de mam min fehm kir kū divê kû pirtûk bê xwendin Lîlav di zimanê kurdî de tê wateya ava ku ji helandina berfê dertê, yanî ava biharê ya zelal û hênik. Nivîskar ev nav ne tenê wekî navekî fîzîkî, lê wekî metaforekê bi kar aniye. Çîrokên di pirtûkê de mîna lîlavê ne; carinan sar û cemidî ne (ji ber rastiyên jiyanê yên giran), carinan jî wekî mizgîniya biharê hênikahî û hêviyê didin dilê mirov. Nivîskar vê pirtûkê de şêwazeke gelekî kurt, fersendî (mînîmalîst) û helbestî bi kar tîne. Çîrokên wî dirêj nabin; bi çend hevokan an bi rûpelekê dikare cîhaneke mezin bide avakirin. Ev yek di diyalogên pirtûkê de jî xwe dide nîşandan. Wekî ku di pişt pirtûkê de jî tê gotin, dema ku jê tê pirsîn "Çima helbest û çîrokên xwe wisa kin kin dinivîsî?", ew dibêje: "Mirin li ber deriyê me teva ye. Ez naxwazim yek helbest û çîrok jî di nîvî de bimîne." Ev bersiv bi xwe jixwe felsefeya pirtûkê û leza jiyanê ya di nav sînorên mirinê de nîşan dide. Zimanê pirtûkê kurdiyeke şirîn, herikbar û zelal e. Nivîskar ferhengoka deverê (Batman û derdora wê) û rîtma zimanê axaftinê pir baş di nav hunera çîrokê de bikaranîye Pirtûk rasterast ji dilê civakê û jiyana rojane pêk tê Di pirtûkê de mirov rastî gelek mijaran tê Evîn û Hesret Têkiliyên di navbera mirovan de, evînên ku di nîvî de mane û hesreta demên berê. Şer, Wendabûn û Êş Bandora şer û rewşa psîkolojîk a li ser civakê, trawmayên ku mirov di jiyana rojane de dikişînin. Rastiya Jiyana Bajêe Hevrikiya mirovê nûjen a bi bajêr re, tenêbûn û hewldana hebûnê . Karakterên pirtûkê ne
LîlavWeysel Tirpan · Avesta Yayınları · 201634 okunma
9/10
·76 syf.··
2026 2. kitabı
·
25 saatte okudu
·
Okunma: 03 Mart 2026 00:01
Mahmut Baksi, bi awayekî zindî û bê xemgînî, jiyana gundekî rastîn ê Kurdistanê (Gundikê Dono, li Xerzanê nêzî Batmanê) di nîvê sedsala 20'an de vedibêje. Di bin serdestiya axa û şêxên feodal de, gundî rojê xwe bi karê erdê, pez û çêlekê derbas dikin, lê her tişt di bin kontrola zordestiyê de ye: bacên giran, erdên girtî, namûsên kevnare yên ku ciwanan diêşînin, û tirsa mezinan ji axayan. Lê belê di nav vê tarîtiyê de ronahiyek jî heye: ciwanên gund, yên mîna Filîto, Bedo û hevalên wan, dest bi hişyarbûnê dikin. Ew naxwazin wekî kal û pîrên xwe di bin zilmê de bimînin. Dixwazin xwendinê, fêm bikin ka çima ev pergala kevn hê li ser piyan e, û li dijî axayên hov (mîna Zibeyrê Ehmê an Hacı Zorav) radibin. Ev ne tenê têkoşînek kesane ye; ew destpêka guherîneke mezin e di civaka Kurdî de - di navbera kevn û nû, di navbera zordestî û berxwedanê de. Baksi bi zimanekî sade, rojane û car caran bi tinaziyê li ser axayan dinivîse, ku ev yek pirtûkê ji xemgîniyeke giran xilas dike û wê dike xwendinek hêsan lê kûr. Ev ne çîroka fantastîk e; ev belgeya jiyana rast a gelek gundên Kurdistanê ye di wê serdemê de. Evînên astengdar, pevçûnên malbatî, hêviyên piçûk û êşên mezin hemû bi awayekî xwezayî têne vegotin. Di edebiyata Kurdî de, Gundikê Dono yek ji baştirîn nimûneyên "romana gundan" e Pirtûkek piçûk e, lê bandora wê mezin e; dilê mirov diêşîne, hişyar dike û car caran jî bi kenê piçûk dide bîranîn ku mirov di bin her zilmê de jî hêvî digire. Eger tu dixwazî rastiya Kurdî ya feodal, têkoşîna ciwanan û veguherîna civakî nas bikî, ev pirtûk bê guman divê bê xwendin. Bê xwendin nemîne.
Gundikê DonoMahmut Baksi · Lîs Yayınları · 201845 okunma
Her çiçeğin bir mevsimi, her kitabın bir zamanı vardır. Haziranın tadını yeni hikâyelerle çıkarın.
Pêncî Salên Sax di Xizmeta Kurdî de
Puan vermedi·333 syf.··
2026 16. kitabı
·
6 günde okudu
·
Okunma: 20 Şubat 2026 22:26
"şa'irek tenê ew dikare barê şevê ragire.." Berken Bereh, şairê zemanê xwe û yê hemû zemanan.. pirr şanaz im bi hebûna wî, nasîna wî û bi xwendin û fêhmkirina wî.. Rebê alemê temenekî dirêj û bi sihet bike para mam Berken, pênûsa wî xurttir bike.. Ev pirtûka li ber destê me, Kirasê Heyînê, ji aliyê weşanxaneya Nûbiharê ve hatiye amadekirin, bona xatirê pêncî saliya nivîskariya Berken Bereh. Helbestên tê da tev di hejmarên kovara Nûbiharê de hatine weşandin. Weşanxaneyê jî xwestiye van helbestan tomar bike, bi awayekî rêk û pêk bigihîne xwendevanên helbesta kurdî. Di heman demê de Bereh, edîtoriya helbestên kovara Nûbiharê dike. Heke em bi kurtasî behsa helbestên Bereh bikin, em dikarin bibêjin şa'irê me, wekî gelek şa'irên kurdî, zêdetir cih daye temayên wek işqa welat, nasname, feqîrî û belengazîya miletê kurd, evînên nîvcomayî, lêgerîna azadî û rasteqîniyê û hwd. Helbestên Bereh hem ji kaniya helbesta kilasîk av vexwariye, hem jî ji ya modern. Şa'ir, ji herdu serdeman îstifade kiriye û helbestên xwe jî li gorî herdu serdeman nivîsiye. Exleb şêwazeke pastoral, zimanekî sade û car caran devokî bi kar anîye. Gelek xwendevan li ber destê mam Berken gihîştine, ji tecrûbeya wî ya bi salan îstifade kirine, guh dane şîretên wî, helbestên wî ji xwe ra kirine mînak û îlham. Ev, nîşaneya gewrebûna giyanê wî ye, di heman demê de gewrebûna şa'irtiya wî.. Berken Bereh, hê jî qelema wî di destan de, dinivîse, dineqişîne.. Hêvîdar im ku em ê hîn gelek salan ji kaniya dilê wî avê vexwin, li ser bîra wî temaşeya wêneyê xwe bikin. Em nirxandina xwe bi çarîneke wî biqedînin: "me digot qey bihar e lê xeweke giran bû emrê me erê niha dibêjinê payîz lê em dizanin ku sûcdar bîr û hişê me ye.."
Kirasê HeyînêBerken Bereh · Nubihar Yayınları · 202420 okunma
Evînên we ne jidil in…
10/10
·80 syf.··
Beğendi
·
2026 5. kitabı
·
5 günde okudu
·
Okunma: 23 Ocak 2026 23:48
Ti girêdanek ji dil û can bi hêsanî naşkê. Evîn, hezkirin, hesret, êş û tenêtî - ev hemû bi hev re dibin sedema girêdanên xurt. Xwendinê xweş bikin. Şagirtên Evînê
1000Kitap
Şagirtên EvînêBerken Bereh · Avesta Yayınları · 202056 okunma
Nirxandineke Qurmiçî
Puan vermedi·80 syf.··
2025 120. kitabı
·
20 saatte okudu
·
Okunma: 13 Eylül 2025 16:16
Ev pirtûka Firat Cewerî ya şeşan e ez dixwînim. Hê jî tam nizanim gelo ez ji nivîskariya Cewerî hez dikim yan na. Di pirtûkên wî de tiştekî wisa awarte ku meriv bibêje hahoo:) tune ye lê dikarim bibêjim zimanekî zelal û sivik heye, mîna avê diherike. Ev pirtûka çîrokan a duduyan e dixwînim, ya din Girtî ewqas jî xweş nebû, çima xweş nebû çimkî heta niha min gelek çîrokên bi wî awayî xwendibû, tiştekî cuda yan jî li min tesîr bike tune bû tê de. Romana wî Payiza Dereng bi min badîhewa dirêj bû, Cewerî, wê berhema xwe mîna pirtûkên Orhan Pamuk bêteşe dirêj kiribû bi min, ev yek qalîteya pirtûkan kêmtir dike û xwendevan aciz dike bala xwendevan belav dibe. Lê dîsa jî hêjayê xwendinê bû. Herdu romanên wî Ez Ê Yekî Bikujim û Lehî ku her du berdewama yek bûyerekî ne, xweş bûn, ne xirab bûn; mijar û bûyerên tê de diqewimin di navbera xwînerên kurdî de bibûn sedema nîqaşê, lê ev jî normal e em bibêjin, taliya talî pirtûk berhemên honak in û ji bo nîqaşan guncav in. Romanseke Çilmisî, ji heft çîrokan pêk tê. Her sê çîrokên ewil behsa evînên nîvco, pevşabûnên demkî û evîndarên têkçûyî dikin. Çîrokên mayî jî li ser mijarên din hatine honandin. Hemû çîrok jî pirr xweş bûn. Zimanê çîrokan ecêb xweş û herikbar bû. Di hin çîrokan de vebêjer kesê duyem bû yanî teknîka "tu"yê hatibû bikaranîn, wek pirtûka Mehmed Uzunî Tu. Meriv dikare vê pirtûkê wek bêhnvedanekî bixwîne, dirêjahiya çîrokan jî gelekî maqûl bûn. Bi kêfxweşî pêşniyar dikim. Ez ê pirtûkên Cewerî yên mayî jî bixwînim da ku bikaribim li ser nivîskariya wî biaxivim lewra wî çil salên sax daye vê rêya nivîskariyê. Bi hêviya ku hemû xwînerên kurdî
Romanseke ÇilmisîFirat Cewerî · Avesta Yayınları · 201528 okunma
Puan vermedi·248 syf.··
2025 1. kitabı
Di romana 'Bavê Min ê Mitirb' de: tebeqeyên jiyana civakê, ya kesan û girseyan, hevberkirina dem, cîh, war û bajarên du welatan; vederkirin, cudadîtina mirovan a ji civakê û evînên bi keresat, di pêvejoya windabûn û gera li kesekî mitirb de, bi vegotinên cuda dibin yek û bi pênûsa M. Çiya Mazî derdikevin pêş çavan. (Weşanên Aryen) ... Paragrafek ji romanê: "Erê... Heger aniha ev dêya min be, way diçe mala . Lê belkî dêya min neçûya malê û berê xwe biguheranda ber bi perê bajêr ve bimeşiya. Belkî biçûya heta mala Zeryayê. Û tew belkî berê, wê û zirneciyê xort ê mitirb soz dabûna hevdu û li wir hevdu bidîtana, belkî di wê tariya ku ketiye erdê de Zeryayê çayek ji wan re çêbikira û bi kêf vexwarana. Û piştî wê, bi lezgîni bihata li deriyê textînî ku ser wî sackirî bixista û dapîra min Îkramê bihata derî li qîza xwe vekira.... Belê... Li pey xeyala dêya xwe di nav çarşiya bajarê F’yê re hatibûm li ber mala xwe sekinîbûm, ew mala ku deh salan ez tê de bi dapîr û kalikê xwe re bê navber jiyam, dû re çûm lîseya bi razanî ya dewletê..." ***
Bavê Min ê MitirbÇiya Mazî · Aryen Yayınları · 20243 okunma