Newaya mutrib û çengê
Fixan avête xerçengê
Were saqî heta kengê
Neşûyîn dil ji vê jengê
Heyata dil meya baqî
Binoşîn da bi muştaqî
Ela ya eyyuhe s-saqî
Ji gilî û gazinên min tu kes fehm nekir.
Min axînek kûr kişand û berê xwe guhert.
Êdî bese, ez ne kevir, dar û hesin im.
Ez mirov im goşt, hestû û xwin im.
Karînê Osêyan
Colemêrg 2024
Min çend caran ev beden ji sotîneriya asîd û
kevnebîran, ji wêrankirina kelesiltan û telemîran vejand
bibêjin ey şahidino çend caran?
Min çend caran ev sing ji ber simên hespan
û çend caran ji tang û top û tîran rizgar kir?
Gelo hûn dizanin ev berxwedan û
îsyana min ya çendemîn e? Ku
li dijî kelepaşa û zirwezîran û
şaristaniyên navendî û artêşên dilêxsîran
Min çend Sargon û Dehaq û çend Nemrûd û
Îskender û çend şer û ceng dîtin?
Bila asîman û stêrkên xwe şahidiya min bikin
Min çend caran Helepçe û Dêrsim,
Zîlan û Pîran li ser vê xakê jiyan kir?
Bibêjin, çend gel heliyan û qeliyan ji vê jehrejiyanê?
Kanî Keldanî û Asûrî, Suryanî û Nestorî?
Lê ez li vir im, li ser koka Mîtanî û Hûrî
li ser rêça Gûtî, Med û Kelhûrî.
Ez kurd im li Mezopotamyaya Jorî
Agir im ji felsefeya Zerdeştê Kal û
berxwedan im ji îsyana Şêx Seîdê Kal
Bibêje ey dîroka zêrîn, ev çend car in
ez ji tofanan re malovaniyê dikim
û hê jî li vir im, û her carê jîn didim
û vejîn dibim li ser koka xwe?
Rast bibêje ey dîrokê ev çend car in?
Di destpêka ku tu çû
min behsa te ji herkesî re dikir
ez diçûm ku derê min ya te digot.
Wê çaxê birîn hinekî nû bû
lê dem derbas bû min te ji bîr kir
ji carekê ve tu nehat bala min
ne gunehê min bû ji xwe re bipirse
tu wenda bû
Ma ku tu niha li vir ba
çi hewce bû sal di navbera min û te kevin
û ez te ji bîr bikim çi hewce bû..
Gelek caran te digot
Bi ya min divê navê vê romanê bibe:
Çîroka Cemşîdxanê ku hertim bê ew li ber xwe dibir
û
Salarxanê birazî ku emrê xwe bo apê xwe pûç kir..
Romaneke ecêb û fantastîk .. xwezî fîlma vê bihata kişandin , yeqîn dikim ê balkêş bûya .
Herçiqas wergera wê carcaran serê min êşandibe jî Bextiyar Elî qerekterekî orjînal afirandiye û ez bawerim ê di gelek romanan de ji Cemşîdxan re nazîreyan bikin û yê vî lehengê mîna mînakekê nîşan bidin.
Xwezî dema ji te dûr bikevim bibim ax
Axa welatê xelkê sar eaxê …!
Bêbêhn e, bêtehm û bêrehm e
Rehên jîna min di kûrahiya te de ne
Û bi te jîndar û vîndar dibim
Ji te dûr şikestî, westî û sarhestî me
Aaax axê..!
Hemû dîtin û gotinên min te cedibêjin
Dilop bi dilop li ser te dihelim
Û bêyî te çilmisî, fetisî û qerisî me axê..!
Aaax axê..
Piştî te ez ê bi kê re biaxivim û
Kî wê min guhdar bike axê..!
Ez ê bêyî te kêlî bi kêlî, gav bi gav
Û roj bi roj bihelim û biqedim axa min..!