Mîrê Alfabeya Kurdî: Celadet Elî Bedirxan
Puan vermedi·93 syf.··
2025 101. kitabı
·
3 günde okudu
·
Okunma: 31 Ağustos 2025 09:56
"Were dotmam were, ez stûna heyîna te a stiwar im, tu jî bibe rewşa jiyîna min a Rewşen." (36) Helbest û nivîsên vê pirtûkê ji kovara Hawarê hatine berhevkirin. Bi minasebeta vê pirtûkê em ê bi kurtasî behsa jînenîgarîya Celadet Elî Bedirxan bikin. Rewşenbîr, sîyasetmedar, rojnamevan û zimanzanê kurd Celadet Bedirxan, kurê Elî Bedirxanê endamê Cemîyeta Tealî ya Kurd û nebîyê mîrê Botan ê dawiyê Mîr Bedirxan, di sala 1893yan de li Stenbolê ji dayik bûye. Beriya Celadet were dinyayê, malbata Bedirxanîyan ji aliyê dewleta osmanî ve sirgûnê Stenbolê dibin û vegera li Kurdistanê li wan tê qedexekirin. Her çiqas ji welatê xwe dûr bin jî Elî Bedirxan zarokên xwe bi awayekî kurdewar mezin dike, ji wan re mamosteyan digire ji ber ku ji çanda bav û kalên xwe dûr nekevin, yek ji wan mamosteyan jî Hecî Qadirê Koyî ye. Celadet, di temenekî biçûk de zimanên biyanî hîn dibe û li amûrên mûzîkê dixe. Dîsa di temenekî biçûk de dest bi rojnamevaniyê dike û di rojnameya Serbestî de dixebite ku ev rojname yekemîn rojnameya rojane û ya herî temendirêj e ku bi rêvebirîya kurdekî namdar Mewlanzade Rifat ve hatiye weşandin. Celadet, ji bo xwendina bilind bi tevê birayê xwe Kamûran Bedirxan diçe Almanyayê. Demekî li wir dimîne, piştre ji bo damezrandina rêxistina Xoybûnê derbasê Şamê dibe. Di sala 1927an de Celadet Bedirxan, Memdûh Selîm Beg û gelek pêşengên kurd bi hev re, li Libnanê rêxistina Xoybûnê ava dikin û Celadet wek serokê rêxistinê tê hilbijartin. Mixabin ji ber ku serhildana li çiyayê Agirîyê têk diçe, Xoybûn jî belav dibe. Piştî vê bûyerê Celadet Bedirxan dev ji sîyasetê berdide û biryar dide ku êdî ji bo ziman û çanda kurdî xebatan bike. Hê dema li Almanyayê ye fikra derxistina alfabeyeke kurdî ya bi tîpên latînî di hişê wî de ye, piştî ku derbasê Şamê dibe êdî dixwaze vî xeyalê
 Were DotmamCeladet Alî Bedirxan · Avesta Yayınları · 201472 okunma
Aşa êşên jinan
Puan vermedi·182 syf.··
2022 9. kitabı
Bêguman ewilînê edebiyatê ji êşan diwelide û hê bi dû re ew edebîyat xeşik dibe û dibe edebiyata xweşbîniyê. Her wiha êş bi jiyana jinê dest pê dike û li mirovahî û gerdûna hiş belav dibe. Jin! Maka jiyanê ye, jiyan ji nav rana jinê der dikeve holê û bi destê jinê tê honandin. Wekî her warî huner û wêje jî bi êşa jinê û bi honandina jinê xwe dide der. Çawa ku wêjeya nivîskî bi pênûsa jinê (Mensûre Erdelanî) dest pê kiriye her wiha ez bawer im wêjeya devkî jî bi gotina jinê dest pê kiriye, çimkî berî her tiştî jin hebû. Me got jin maka jiyanê ne, maka ferheng û zanîna min jî ji dê û pîra min û çend jinên di jiyana min de xwedî çandek dewlemend in. Ev jin bi gotinên xwe yên entîke û stran û xeberoşkên (çîrçîrok) xwe bûn bingeha çanda wêjeya me. Jixwe birêz Yasemîn Elban jî bi nivîsa xeberoşkan ji bo zarokên kurd bû dê/pîr. Jinên kurd jî bi rêveberîya Yasemîn Elbanê projeyeke nûh (20 jin 20 çîrok "Antolojîya êşên jinan") dan pey diya wêjekar û nivîskar Mensûre Erdelanî û ji bo êşên xwe, êşên jinan bînin ziman pênûsên xwe livandin û wekî pirtûk di Weşanên Na de weşandin. Di vê projeyê de mijarên serhildêriya jinê ya li hember mêr, protestoya çanda baviksalarî, evîn, rewşa jinên êşkêş, rewşa civaka bi destê mêr hatiye qirêj kirin hatine nivîsandin.  Tiştên balkêş û taybetiyên din yên vê projeyê/pirtûkê jî ev in;  1) Em di vê projeyê de portreyên nivîskarên cur bi cur dibînin, wekî nivîskarên bi dehan sala ne dinivîsin yên nûh dest bi nivîsê jî kirine hene. Ev nîşaneya welûdbûna edebiyata kurdî ye. 2) Di vê pirtûkê de 18 çîrokên kurmancî, yek soranî, yek jî kirmanckî/zazakî heye, ev jî nîşan dide ku projeyek  pirzaravayî ye. 3) Em di vê pirtûkê de lîqayê jinên nivîskar yên ji bakur, başûr, rojava û yên dîasporayê dibin ev jî dide nîşan ku amadekarên vê pirtûkê ji bo
Kurdî
Antolojiya Êşên Jinan - 20 Jin 20 ÇîrokYasemin Elban · Na Yayınları · 20218 okunma
Her çiçeğin bir mevsimi, her kitabın bir zamanı vardır. Haziranın tadını yeni hikâyelerle çıkarın.
Puan vermedi·732 syf.··
2023 55. kitabı
Çend pêşniyarên min hene beriya xwendinê. Çaya xwe daynin ber xwe, pişta xwe bidin balgîfê û kêfê jê nirxandinê bistînin. BAŞTIRÎN KURD DIKARIN MIROVÊN REŞIK ÊN EMRÎKAYÊ FÊM BIKIN! "Mirov fêm nakin ku pirtûkek tenê dikare jiyana mirovekî biguherîne." (Malcolm X) Nizanim ev gotin ji bo we tê çi wateyê, lê wateya vê gotinê ji bo min gelek kûr û hestwar e. Ez bi xwe dizanim ku pirtûkek tenê dikare jiyana mirovekî biguherîne. Ji bo min jî ev yek ji wan pirtûka ye. Pirtûk bi kurtasî qala jiyan û têkoşîna Malcolm X dike. Di pirtûkê de Malcolm X, bi navê xwe yê din Malik Al-Şahbaz, carna dibe hevalê me, carna dibe rêberê me, carna jî dibe mamosteyekî me yê hêja. Pirtûk car caran qala Malcolm X dike, car caran jî qala rewşa Kurdan dike. :)) Ji ber ku di pirtûkê de cihê reşik û kurdan bi hev biguherînî ti ferqek diyar nabe... Nivîskarê me Alex Haley bi destûra Malcolm Xî, bi ji guhdarîkirina jiyana wî, dest nivîsîna pirtûkê dike. Lêbelê Haley jî ji bo Malcolm Xê baştir nas bike rêbazên cuda bi kar tîne. Yek ji wan jî, rojeke Alex Haley dibîne ku Malcolm X tiştên di serê xwe de derbas dibe li ser peçeteyekê dinivîse. Piştî vê kifşê Haley li cem çay û qehweya Malcolm X peçeteyek pêçayî deytîne û dema Malcolm X radibe berî ku bibîne van peçeteyan radihije. Û di pirtûkê de cih dide van nivîsan. Pirtûk di serî de bi pêşgotina nivîskar dest pê dike. Di vê pêşgotinê de ji navê Malcolm ji kû rahiştiye bigrin vegotinên di navbera Alex Haley û Malcolm X jî tê de gelek mijar tên qal kirin. Pêşgotin tam 124 rûpel e û ev pêşgotin jî wekî kurteçîroka pirtûkê ye. Pirtûk ji 19 beşa pêk tê. Û Her beş jî tesîrên cidî li ser jiyana Malcolm kirine. Pirtûk nêzîkî 730 rûpelê ye, lê dema mirov pirtûkê xilas dike dibêje xwezî pirtûk ne ewqas kin bûya. BEŞÊN PIRTÛKÊ Û NAVEROKA PIRTÛKÊ: Em di
Kurdî
Malcolm XAlex Haley · İnsan yayınları · 20233,256 okunma
10/10
·247 syf.··
Beğendi
·
2023 5. kitabı
·
20 günde okudu
·
Okunma: 03 Şubat 2023 23:01
Ez spasiya ji nivîskar mamoste Xalid dixwazim ji bo ku ev pirtûk zehmet pê re dît. Birastî helbestên Melayê Bateyî li gorî vî zemanî zahf giranin divabe ferheng li cem destê we vekirî be û hûn helbestên wî wergerînin kurdîya niha lê belê hêja ye. Rahma xwedê li melayê me yî bi rûmet bê M. Xalid Sadinî
Mela Huseynê BateyîM. Xalid Sadinî · Nubihar Yayınları · 201123 okunma
Oxir be Apê me Kurda
10/10
·244 syf.··
Beğendi
·
2023 14. kitabı
·
21 günde okudu
·
Okunma: 01 Şubat 2023 21:17
Musa Anter (Apê Mûsa) Li Zivinge gundê navçeya Nisêbîna Mêrdînê hatiye dinyayê pişti ku xwendina xwe ya seretayi li Mêrdînê û xwendina xwe ya navin li Edenê kir kete Fakulteya Dadê ya Stenbolê Hina xwendevan bû xwe di nav gelemşeya Kurdi de dit Awahiya xwendevanan ya bi navê Dijle damezrand û kir ku xwendevanên Kurd ên li Stenbolê bi hev re bimînin Rojnameyên Şark Mecmuası Dicle Kaynağı İleri Yurt derxist bi van rojnameyan bi ser gelemşeyan ve çû carinan nivîsên bi Kurdî di nivîsî ji ber vê yekê rojname hatin girtin ew bi xwe gelek caran hate binçavkirin girtin Di herdu buyerên ku di diroka Kurdan de bi navê ên 49'ê û ên 23'yê hate binavkirin de hate girtin bi dilêriya xwe derkete pêş Serboriya xwe ya nivîskari di kovarên Dicle-Firat û Deng ê de didomine dawî li girtinên wî naye û hertim tê girtin Piştî 1990'î di rojnameyên Welat Yeni Ülke Özgür Gündem û kovarên Tewlo Rewşen de nivisandina xwe domandiye Yek ji wan kesên ku di sala 1992'yan de "Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê" damezrandine ye di kongreya yekemîn de bû serok Anter di 1992'yan de li Diyarbekirê ji aliyê hêzên nepenî ve bi kemînekê hate kuştin. Berhemên wî Kımıl Birîna Reş Hatıralarım Yarasalar (pelçimok) Ferheng
Kurdî
ReşêHatice Kamer · İletişim Yayınları · 202222 okunma
Puan vermedi·384 syf.·
2022 21. kitabı
Nûbehara Biçûkan qediya. Keda mamoste Qedrî Yıldırım li ser pirtûkê gelek e. Xwedê rehma xwe lê bike. Ciyê wî bihuşt be. Ji bo zimanê Kurdî gelek xebitî. Taybetmendiya Nûbehara Biçûkan ew e ku, li gor agahiyan,  yekemîn ferhanga Kurdî ye. Nûbehara Biçûkan di navbera salên 1682-1683an de hatiye nivîsandin. Xanî Nûbihara Biçûkan ji bo zarokên Kurmanca dinivîse. "Ne ji bo sahibrewacan Belkî ji bo biçûkên Kurmancan" Xanî bi vê berhema xwe du tiştan armanc dike. 1) ji bo ku xwendekarên Kurd Erebî bi awayekî hêsanî hîn bibin bi terza menzum/helbestkî  bikaraniye. 2) Ji bo ku zimanê Kurdî di medreseyan de wek zimanê zanistî were bikaranîn, Nûbehara Biçûkan nivîsîye. Xanî Nûbihara Biçûkan bi terza menzum/ helbestkî Nûbihara Biçûkan nivîsîye. Lewra jiber kirina peyvan bi terzekî helbestkî hêsantir e. Wek Mewlîda Bateyî. Mewlîd jî bi şêweya helbestkî hatiye nivîsandin hem ahengekî wê heye mirov aciz nabe hem jî jiber kirina wê hêsan e. Nubihara Biçûkan bi salan e di medreseyên Kurdistanê de  wekî pirtûkên dersê tê bikaranîn. Zimanê Nûbihara Biçûkan giran e. Her kesek nikare bixwîne. Min jî tiştek jê fêm ne kir. Ehlê medresê zêdetir jê sud digrin. Armanca wendina min jî ew bû ku Xanî ji me re nivîsandiye divê teqez em jî bixwinin. Ji ber vê min xwend. Nûbihara Biçûkan piranî bi Erebî-Kurdî di nav beytan de derbas dibe. Li hin ciyan jî Kurdî-Erebî hatiye nivîsandin.  Peyva Erebî û li hemberê wê wateya wê ya Kurdî hatiye nivîsandin. Mînak: "Ekhel murovê çavbikil, eşhel murovê çavbelek Eşqer murovê çavhişîn, rengê genimgûn esmer e" Xanî di despêka ferhengê heya dawiya ferhengê de li serê her bendê şîretan xwendekaran dike. Jixwe Nûbihara Biçûkan jî pirtûkekî dîdaktîk e. Mebesta Xanî jî ew e ku zarokan re qîmeta xwendinê û ilmê û hurmet kirina mamosteyan bi de hîn kirin,
Kurdî
Nûbihara BiçûkanEhmedê Xanî · Avesta Yayınları · 200870 okunma