Tu, romana berbanga vejîna gelê Kurd e. Zilma deshilatiyê kû xwe gihandiye erşê esmanan de. Tenê ji ber ku Kurdin rastî zilm û zordariyê tên.
Karakterê mey sereke ku tu peywendiyê wî rêxistin an jî saziyekî re tune ye ( hebe jî niviskar ev nepen kiriye) Tenê helbesteke Kurdî dibe sedema vê girtinê û îşkenceya bêdawî. Xwenêr qet keseyetê romanê ê sereke nasnake hay ji keseyet ,derûnî fikir û ramanên wî tuneye,lê dibe şahidê berxwedaneke zexm. Xwenêr nizane ka vê hizê li ku digire. Tenê li hember zilmê berxwe dide. Karakter xwesere ji ber wê pêywendiyê wê tu kesîre tune ye. Lê gelo kesê bê rêxistin bêyî ku rê û rêbazan bizanibe dikare ew qas serxwe be û ew qas berxwe bide.
Vegotina tuyê alî teknîkê de a herî dijwar e . Di edebîyata cîhanê jî tev, herî kêm bi vê rê û rêbazê berhem hatine dayin.Ev berhema niviskar a temenekî kemîlîde di sala 1985 de hatiye nivîsîn.Di wê demêde berhemdayina Kurdî li bakur demeke dirêje qet tune. Xwe jî, heft salî wî li surgunîyê temam buye . Dema mirov van hemiyan tine erdekî dertê holê kû metleba niviskar tenê ewe ku kesayetek Kurd û Kurdperwer biafirîne.
Niviskar bi vê jibareya xwe destnîşankirina nasname û hebûna Kurd dike. Bi gotineke din, helwesta niviskar a dijkolonyalîst derxistiye holê. "Tu " heraliyêve remzeya veqetînê , a ne ji wêyê ye. Serî de diyar dike kû ne ji wan e . Eke din e.
Mehmed Uzun bi vê romanê bingeha romanûsiya xwe jî ava dike. Zimanekî sivik û standard heye. Di vé romanê yek jî li ser çand û zargotina Kurdî disekine. Bi vê rêyê dike kû xwe bigihîne hemû deverên welêt. Di dawiya berhemê de, xwe jî gotiye "Kurdiya min têra romanê nekir".
Berhemê de şayesandineke berbiçav an jî hema hevokeke kompleks tune ye. Ziman wek xêzeke rast, hema wusa dirêjbû heya xwe gihandinde dawiyê.