Her dewletek li gel damezrandina xwe ve zimaneka standart, wek amraza ragihandin bikartîne. Bi rêya xwendin û ragihandinê ve wek zimanê fermî dide qebûlkirin. Ger civakek berê bibe netewe, yanî beriya damezrandina dewleta neteweyî, zimaneka edebî ya yekgirtî tunebe wê demê yek ji giringtirîn erk û karên dewleta neteweyî duristkirina zimanê yekgirtî yan zimanê standard dibe. Yanî siyaseta zimanî (taybetî dor zimanê neteweyê yan zimanên kêmayetiyên li nav welêt) beşek giring a siyaseta dewlet, bi taybetî siyaseta navxweyî, pêk tîne.
Ziman giringtirîn berhema kultur e, ev amraze ku bi kultura xwe ya netewî derdibire, yan jî ev qalibe ku kultura xwe di wê de dixemiline. Ji ber ku ziman naveroka pênasa her neteweyekê pêk tîne, asta têgihîştina eqlî, şaristanî-medeniyet- û kesayetî nîşan dide. Di heman demê de ziman pêwendiya rasterast bi siyasetê ve heye. Çarenûs û pêşeroj, rewşa pêşketinê bi siyasetê ve girêdayî ye. Herwiha bi xwe jî wek hilgira ezmûna neteweyê û biryardera sîstema eqlî û kulturî bandor li ser siyasetê dike.
Dewleta neteweyî (yan dewleta modern) diyardeyeka nû ye, yek ji giringtirîn encamên rûşengerî û modernîta Ewrûpayê tê jimartin. Di heman demê de berhemeka rasterast a neteweperiyê ye ku di dawiya sedsala hêjdehem, wek sistemeka fikri, kulturî û dawîn îdeolojî ya siyasî li Ewrûpayê derket û berbelav bû. Li gorî neteweperiyê, cîhan ji neteweyên curbicur pêk tê, lewma her neteweyek ji bo ku bikare xwe wek yekêyeka siyasî û kulturî derbibire û cîhek di pêwendiyên gerdûnî de ji xwe re xweş bike pêwîst e pênasaya (identity) xwe hebe (an lêbike). Pêwîst e bixwe li ser çarenûsa xwe ya siyasî biryar bide, berjewendiyên xwe, bi rêya siyaseteka neteweyî ya serbixwe ve dabîn bike. Dabînkirina vê siyaseta bêyî kontolkirina ev xaka ku netewa xwe tê de dijî, yanî bêyî bûna dewleta neteweyî nikare. Lewra damezrandina dewleta neteweyî bû armanca her bizaveka neteweperweriyê.
Neteweperweriya kurdî, piştî Şerê Cîhanê yê Yekem hate têkşikandin, desteya yekemîn a neteweperwerên kurdî li Bakurê Kurdistanê de ku beşek giring desteya ronakbîr û rûşengeranên di nav İmparatoriya Osmanî de bûn, yan hatin jinavbirîn, an jî zindanî û dardakirin. Her ji wê demê ve, ji navbirîna ziman û kultura kurdî û rêgirtina li hember duristbûna netewa kurd her berdewam bû. Kar û armancên serekî ya neteweperwerên kurd zêdetir xwe-parastin, berxwedan û berhem anîna berxwedêrî bû. Ew proseya ji destpêka salên şêstan ve, li Başûrê Kurdistanê, şêwe-xebata çekdarî wergirt, êdî neteweperweriya kurdî ji bizava medenî, bajarî û ronakbîrî ya siyasî ve veguherî bo bizaveka çekdarî ya eşîrî û ladînî. Navenda xwe ji bajar ve veguherî bo çiya û deştan an jî bajar bi rêya hemî şiyanên medenî, kulturî û ronekbîrên xwe ve teslîmê çiya û deştan bûn. Çiya û deştên ku "navend"a rêberayetî neteweperwerî û bizava çekdarî ya kurdî bûn, bêyî daxwaza wan hatibûn teslîmkirin û hatibûn xistin bin kontrola dewleta dagirker. Bi vê rengê naveroka bajarî, medenî, û ronakbîrên neteweperweriya kurdî li hember kultur û eqla çiyayî berev paş ve vekişiye.
Zimanê kurdî, di nav rengên cuda yên kultura kurdî de, layê herî giring e, herwiha hokara serekî manendi ya kurdan e, reng e ji ber vê be ku dabeşbûna kulturî û cografi ya Kurdistanê beri ya her tiştî bi zimanê kurdi ve bê diyarkirin. Zimanê kurdî ne tê de, me çû ciyawaziyên dînî, rengên ê çerm yan ciyawaziyên dîtir ên fizikî li gel tirk, ereb û gelanên îranî ve nîne. Taybetmendiyên kulturi yên kurdan, zimanê kurdî ye, yan rasttir bibêjim bixwe diyalektên zimanê kurdî ne ku hatine parastin.