Xwe nasbike!
Puan vermedi
Dema ku min cara yekem pirtûk wergirt, min guman kir ku ez ê di şerê azadiyê de rastî lehengekî birûmet lê bêrûtbe bêm. Lê gava min xwendina xwe qedand, guhertina civaka me, têkçûna nifşê xwe û têkoşîna ji bo jiyanê min hîs kir. Roman bi taybetî li ser koçberîya navxweyî, windabûna nasnameyê û veguherîna têkiliyên malbatî dirawestê; di heman demê de jî trajedîya mirovî, têkçûna ruhanî û şertên ku mirovan di nav pergela ke tund de diguherîne vedikole. Ev berhem li ser rêwîtiya Besri û malbata wî ye, ku piştî heft salan vedigerin gundê xwe yê li herêma Sêrtê/ Dihê- Erûh, ji bo cejnê û dîtina xizmên xwe. Di rê de, ew derbasî deverên dîrokî dibin: Cîhê şerê Emerê Filitê Qito (Dengbêj Aydın), deşta Reşkotan û Elikan, Cemîlê Çeto, Newala Qesaban. Besri bi kurmetê xwe Zeyd re behsa paşeroj, zilmên berê û guhertinên li herêmê dike. Gava digihîjin gund, ew bi xizmên xwe re dicivin, cejnê pîroz dikin, li deverên kevn digerin û bîranînên zaroktiya xwe vedibêjin. Di nav çîrokê de, cihê gundê kevnar, guhertinên jiyanê, têkiliyên mirovan û hestên bîranînê û xwestina vegerê li kokê cihê sereke digirin. Ji bo Besri cihên ku lê mezin bûye, gund û malbat girîng e. Ew dixwaze zarokên wî jî vî cihî bibînin û fêm bikin ku ji ku derê tên. Berhem nîşan dide ku çawa gund û jiyana mirovan bi demê re hatiye guherandin. Berê mirov bi ker a diçûn, niha bi ereba; berê gund tijî zarok bû, niha pîr zêde ne û ciwan diçin bajaran. Gelek caran behsa demên berê tê kirin, ev yek hestên hesret û hezkirina ji bo rojên borî diafirîne. Dema çûbun bajar; nabeyna Besrî û malbata wî ne baş e. Li hemberî bavê xwe û diya xwe hestê ne baş hîs dike. Aliyên herî xurt ê romanê zimanê wî ye; bi zimanekî zelal, hêsan, germ, rast li carinan tûj; zimanekî sade lê herîkbar hatiye nivîsandin. Gotûbêjên
Generalê BêrûtbeÇetin Lodi · Nando Yayınları · 20250 okunma
Ji bo dîroka mirovahiyê nerîne ke nû!
Puan vermedi
Dîroka Veşartî ya Jinan – Sheila Rowbotham Ev pirtûk, yek ji berhemên herî girîng ên dîroknasîya femînîstî ye, ku di sala 1972’an de hatîye weşandin û niha jî wekî çavkanîya bingehîn tê hesibandin. Nivîskar Sheila Rowbotham, di vê xebatê de, 300 salên dawî yên dîroka Brîtanyayê dinirxîne û cih, rol û têkoşînên jinan di nav pêvajoyên aborî, civakî û siyasî de derdixe holê, yanî yên ku heta wê demê di dîrokê de hatibûn paşguhkirin an jî veşartin. Rowbotham nîşan dide ku çawa pêşketina kapîtalîzmê, guherîna avahîya malbatê, dabeşkirina kar û desthilatdariya baviksalarî, bi hev re cihê jinan di civakê de diyar kirine. Ew îspat dike ku bindestbûna jinan ne rewşek xwezayî ye, lê encama guherînên dîrokî ye: -Di serdema destpêka kapîtalîzmê de, jin ji karên kêrhatî hatin dûrxistin, karên wan wekî “nekar” hatin binavkirin û nirxê wan kêm hatîye dîtin. - Têkoşînên jinan ji bo mafên xwe “mafê dengdanê, mafê xwendinê, mafê kar û mûçeyek wekhev, mafê kontrolkirina jiyana xwe ya zayendî” bi berfirehî têne şîrove kirin. - Têkiliya di navbera çîna civakî û rewşa jinan de jî bi zelalî tê vekolîn: rewşa jina karker û jina çîna navîn her çend cûda be jî, herdu di bin bandora desthilatdariya mêran de bûn. Nivîskar bi zelalî û zimanekî hêsan, lê kûr, nîşan dide ku jin ne tenê mexdûrên dîrokê bûn, lê di her qonaxê de li hemberî vê rewşê berxwedanî kirine û guherînên mezin bi dest xistine. *Yekem xebatên ku dîrokê ji çavê jinan dinirxîne û valahiyek mezin di dîroknasiyê de tije dike. * Têkiliya di navbera pergala aborî û rewşa jinan de bi awayekî rast derdixe holê. * Ne tenê ji bo zanyaran, lê ji bo her xwendevanekî jî têgihîştî ye. * Ev pirtûk bingeha tevgerên femînîstî yên paşerojê danîye û li ser gelek lêkolînên din bandor kirîye. *Piraniya naverok li ser Brîtanyayê ye; rewşa jinan li
Kadının Gizlenmiş TarihiSheila Rowbotham · Payel Yayınları · 201111 okunma
Reklam
Nirxandina Berhema "Dengbêjên Min"
Puan vermedi·123 syf.··
2026 2. kitabı
Mehmed Uzun di pirtûka xwe ya bi navê "Dengbêjlerim" (Dengbêjên Min) de, berê xwe dide kaniya herî kûr û zelal a çanda kurdî: Antolojiya dengbêjiyê. Ev berhem ne tenê lêkolîneke li ser muzîkê ye, lê belê hewildanek e ji bo parastina ruhê gelekî ku bi sedsalan bi devkî hatiye parastin. Li jêr nirxandineke berfireh li ser vê berhema girîng heye: Nirxandina Berhema "Dengbêjên Min" 1. Dengbêjî Wekî Arşîva Neteweyî Mehmed Uzun dengbêjan wekî "homerosên kurdan" pênase dike. Li gorî wî, ji ber ku dîroka kurdan a nivîskî hatiye qedexe kirin an jî winda bûye, dengbêj bûne "pirtûkxaneyên zindî". Di vê pirtûkê de Uzun nîşan dide ku her kilamek, her fîxaneke dengbêjekî, di rastiyê de rûpeleke ji dîroka Kurdistanê ye. 2. Têkiliya Nivîskar û Dengbêjan Ev pirtûk xwediyê taybetmendiyeke otobîyografîk e jî. Uzun behsa zarokatiya xwe, bandora dengê dengbêjan li ser ruhê xwe û çawa ew deng bûne bingeha edebiyata wî ya nivîskî dike. Ew dibêje ku wî "hevokên xwe yên modern ji klamên dengbêjan wergirtine". Ev yek nîşan dide ku edebiyata wî ya nûjen, rehên xwe ji kevneşopiya kevin digire. 3. Lehengên di Pirtûkê de Di berhemê de Uzun cih dide gelek dengbêjên mezin û navdar. Bi taybetî li ser navên mîna: Evdalê Zeynikê: Şahê dengbêjan û sembola hunera devkî. Karapêtê Xaço: Dengbêjê ku bi dengê xwe bûye pira di navbera gelan de. Şeroyê Biro û gelekên din... Nivîskar tenê behsa jiyana wan nake, lê belê felsefeya hunera wan û girîngiya wan a civakî analîz dike. 4. Şêwaz û Ziman Pirtûk bi zimanekî pir germ, herikbar û samîmî hatiye nivîsandin. Uzun, di navbera edebiyata modern a cîhanê û dengbêjiya kurdî de pirekê ava dike. Ew bi vî awayî dengbêjiyê ji çarçoveyeke teng a "folklorî" derdixe û wê wekî hunereke klasîk û gerdûnî pêşkêşî xwîner dike. Encam: "Dengê ku Namire" "Dengbêjên Min",
DengbêjlerimMehmed Uzun · İthaki Yayınları · 20201,993 okunma
Nirxandina Romana "Tu" ya Mehmed Uzun
10/10
·238 syf.··
Beğendi
·
2026 3. kitabı
Mehmed Uzun, bi romana xwe ya "Tu" re bingeheke nû avêtiye di edebiyata kurdî ya modern de. Ev berhem ne tenê romanek e, di heman demê de bîra neteweyî û lêgerîna nasnameyê ye. Li jêr ji bo vê kitêba girîng analîzeke kurt û kûr heye: Nirxandina Romana "Tu" ya Mehmed Uzun 1. Mijar û Naverok Romana "Tu", li ser hîmê bîranîn û nasnameyê hatiye avakirin. Lehengê romanê di hucreyeke tarî û teng de ye. Ev hucre, hem temsîla girtîgeheke fîzîkî dike hem jî temsîla bindestiya gelekî dike. Lehengê ku di bin îşkenceyê de ye, ji bo ku hişê xwe winda neke û li ber xwe bide, vedigere paşeroja xwe. Ew bi rêya bîranînan, zarokatiya xwe, gundê xwe, çîrokên kal û pîran û êşên welatê xwe tîne bîra xwe. 2. Şêwaza "Tu" (Teknîka Vegotinê) Navê romanê bixwe ("Tu"), nîşaneya teknîka wê ye. Nivîskar li şûna "ez" an "ew", bi kesê duyemîn ango bi "Tu" re dipeyive. Ev şêwaz: Xwîner rasterast dixe nav ruhê leheng. Dûrbûna mirov a ji xwe (alienation) nîşan dide; lehengê ku di hucreyê de ye, li xwe wekî kesekî xerîb dinêre. Veguherîneke monologa hundurîn a pir bi bandor. 3. Ziman û Estetîk Mehmed Uzun di vê berhemê de zimanê kurdî ji asta "zimanê gundî û çîrokan" derxistiye û kiriye zimandê felsefî û hunerî. Ew bi hostayî peyvên klasîk û nûjen li hev tîne. Hevokên wî carinan mîna helbestekê diherikin, carinan jî mîna qêrînekê hişk in. 4. Sembolîzm û Hucre Hucreya di romanê de, tenê cihê girtîbûnê nîne; ew der laboratuwara ramanê ye. Li wir, leheng nasnameya xwe ya kurdî ji nû ve ava dike. Tirs, tenêtî û îşkence bi rêya bîranînan têne têkbirin. Ev nîşan dide ku "hiş û bîr" çekên herî mezin ên li dijî windabûnê ne. Encam "Tu", romana destpêkê ya Mehmed Uzun e (1985) û di edebiyata kurdî de şoreşek e. Ev pirtûk ji bo her xwînerekî kurd mîna neynikekê ye. Uzun bi vê romanê ji me re dibêje:
TuMehmed Uzun · İthaki Yayınları · 20204,762 okunma
Têkiliyên Navbermedyayî di Edebiyata Kurdî de
Puan vermedi·167 syf.··
2026 57. kitabı
·
6 günde okudu
·
Okunma: 24 Nisan 2026 17:24
Edebiyata kurdî jî wekî her edebiyatê li ber bayê modernîzmê dikeve, ji teknîk û qaîdeyên nû îstifade dike. Ji wan teknîkan yek jî navbermedyayî (Intermediality) ye. Navbermedyayî ew tişt e ku du yan jî ji duduyan zêdetir cureyên cuda yên hunerê, têkilê hev bin, an daxilê qada hevdu bibin. Mînak, di fîlmekî da behsa romanekê, an di pirtûkekê de bikaranîna amûrên sînemayê, bikaranîna mûzîkê, bikaranîna wêneyan û hwd. Ev ji bo hemû qadên hunerê derbasdar e. Di edebiyata kurdî de jî em dibînin ku mînakên navbermedyayî hey diçin zêdetir dibin. Pirtûka Mehmed Uzun, Bîra Qederê, pirtûka Mirad Bayram, Belkî Îşev Binive, dîsa pirtûka Yildiz Çakarê, Gerîneka Guernicayê mînakên herî girîng ên têkiliyên navbermedyayî ne. Ev pirtûka li ber destê me jî yek ji wan mînakan e. Şevhilat. Pirtûka Yaqob Tilermenî. Di 2023an da ji aliyê weşanxaneya LÎSê va hatiye çapkirin. Tilermenî di vê pirtûka xwe da ji cureya wêneyê îstifade kiriye, wek tê zanîn wênesazî û edebiyat du qadên cuda yên hunerê ne. Nivîskar, şeş tabloyên cuda yên Picasso bi kar aniye, pê romana xwe honandiye. Pirtûk ji şeş beşan pêk tê. Di serê her beşê da jî tabloyeke Picasso cih digire. Ev teknîk bê guman edebiyatê û berhema ji vê qadê derketîye bi hêztir dike. Bidestxistineke tevlihev, melez dertê holê ku em ji vê ra dikarin bibêjin alvêra qadên hunerî. Ji terz, uslûb û honandina Yaqob Tilermenî hez dikim. Beriya dest bi vê pirtûkê bikim jî min yeqîn dikir ku ez ê tiştekî pirr xweş bixwînim, lêbelê her çiqas ji aliyê teknîkî va serkeftî be jî, ji aliyê naverok û vegotinê va, pirtûkê ez hêvîşkestî kirim. Ji mijarê heta honandinê, ji karakteran bigire heta dem û mekanê, bi min, berhemeke qels derketiye holê. Min bi heyirîneke neyênî û metelmayî pirtûk bir heta serî. Dikaribû baştir bibûya lê... Xweşbûn û nexweşbûna
ŞevhilatYaqob Tilermeni · Lîs Yayınları · 20232 okunma
Katibê Şêx Seîd: Fehmîyê Bîlal
Puan vermedi·132 syf.··
2026 53. kitabı
·
11 günde okudu
·
Okunma: 19 Nisan 2026 15:48
Belge û çavkaniyên li ser dîroka kurdan, li ser şer, pevçûn, rêxistin û serhildanên kurdan, wekî tê zanîn, kêm in, nîvco ne, bi xeletîyan dagirtî ne û lewra jî yên heyî ji bo ronîkirina rabirdûyê û înşakirina pêşerojê pirr girîng û bi qîmet in. Ev berhema di destê me da jî em dikarin bibêjin belgeyeke dîrokî ye ku di derheqê serhildana Şêx Seîd û bûyerên wê dewrê da agahiyan dide me. Min beriya vê berhemê jî li ser bûyerên wê dewrê çend tişt xwendibûn lê cara ewil bi vê pirtûkê min navê Fehmîyê Bîlal dît, ew nas kir û ji girîngiya kesayeta wî haydar bûm. Gelekî spas dikim bo wî dilsozî ku ev pirtûk gihande ber destê min. Fehmîyê Bîlal, wekî ji navê berhemê jî diyar e, katibê Şêx Seîd e. Di derheqê jiyan û xebatên wî da agahiyên cur bi cur hene ku carna ev agahî hevdu nagirin. Amadekarên berhemê, Amed Tîgrîs û Bakî Kaymak çavkaniyên derheqê Fehmîyê Bîlal da berhev kirine û di bin vê pirtûkê da, dane hev. Fehmîyê Bîlal ji Licê ye û bi gelek navên cuda tê nasîn. Hemû emrê xwe wî di xebat û rêxistinan da bihurandiye. Li gel katibiya Şêx Seîd, ew wek endamê rêxistinan jî xebitiye û ji xeynî xebatên siyasî, di karên cur bi cur da bo debara xwe kar kiriye. Kesên der û dora wî, ji devê wî çi bihîstibin an ji malbata wî çi gotin û tiştên din kom kiribin bi rêya hevpeyvînan anîne ziman. Bi saya jiyana wî, di derheqê serhildana Şêx Seîd da, derheqê Rêxistina Azadî da û derheqê gelek navên cuda da ku em wan îro wek pêşeng û rêber dibînin, agahî û hûrgilîyên bi qîmet digihîjin ber destên me. Ji wan navan çend mînak: Xalid Begê Cibrî, Yusuf Zîya Beg, Elî Riza, Fayiq Beg, Mele Evdirrehman, Dr. Fûad, Seyîd Evdilqadir, Ekrem CemîlPaşa, Qedrî CemîlPaşa û hwd. Fehmîyê Bîlal bi awayekî pirr xweş behsa Şêx Seîd kiriye, bi durustî û lehengiya wî piştrast bûye. Ji ber hezkirina wî piştî ku
Fehmiyê BîlalAmed Tigris · Apec Tryck - Förlag · 20192 okunma
Reklam
Reklam