Ziman û GIRÎNGIYA ZIMAN
Ziman ispatkirin a hebûna mirove ji ber çi? Mirov dema ji dayîka xwe tê dinê şûnve di dest pêkê de heya ku dibe 4 an jî pênc salî heman li dîya xwe dinêrê ka dayik çi dike ew jî wê mînak digire û wekî wê tevger dibe û qise dike. Piştre ku bû ber fehm ê xwe êdî li der û dora xwe dinêre kî bi çi zimanî qise bike ew zarok li gorê wê civatî mezin dibe, li gorê wî civatî dibe xwedî hişmendî. Dema mirovekî bibêje de ka bila zaroya min zimanê dayikê hîn bibe; hewceye pêşî bixwe bibe xwedî hişmendiya ziman. De ka hişmendiya ziman çi ye em binerin; wek me got di destpêkê de li dîya xwe dinêre, dayik çiqas perwerde ye, çiqas ji haya dîrok a xwe heye an bav , di derbarê erdnîgarî ku lê dijîn çiqas haydarê xwe ne, çend çîrok dizanin, di rojevê de çiqas kurdî qise dikin, xwe pîvandin heye an tune ye, ziman gelo tê çi wateyî, di bingeha xwede çi xwedî dike an xwedî kirîye an na? Wekî dinê di qada çandi de ku mirov lê binêre; dûbare wekî çîrok, manî, tinaz, du beyt em vana çiqas î bi kar tînin an em xwe Çiqas li ser zimanê xwe digirin. Dîsa em çiqas zimanê xwe bi hêst tînin ziman tije tije... Bi rastî her devereke Kurdistanê bi serê xwe dewlemendiyeke mezin de xwede dihebîne lewra em çiqas xwedî derbikevin dê ewqas emê hebin.
Kurdî
Mirov bi destpêka xweparastina li dij xeteriyên ji der ve bû mirov. Jiber ku xweparastina wî di heman demê de ew kir xwedi xiret û rûmetê. Ji wê û pêve mirov hebûneke bi xîret, bizaveke bi exlaq e. Helbet carina di vê xweparastinê de serneket jî. Birîndar bû, dil bû, bi çar alîyê ve hat dorbêçkirin. Yanê êdi xweparastina wî bê wate ma, jiber ku ew dorbeçkirî bû. Ev car mirov dest bi parastina dilê xwe kir. Parastina hest û xeyalên di nav dilê xwe de tengezar mayî. Yanê mirov ev car li dij dijminên hebûna xwe dest bi parastina zarokatîya dilê xwe kir. Jiber ku şeref, xîret, anor, kesayet û hemî nirxên ku wan ew kirî insan, ev parastina zarokatîya wî bû. Wekî din her tişt çirok bûn. Helbet di vê parastinê de nirxên ku mirov pişta xwe pê dide girêdan gelek girîng bûn. Yanê cûdabûna mirov ya jî hemû hebûnên (maxlûqatên) xwezayê ji ev bû. Nirxên ku pişta xwe pê dayî. Ev ne hêz bû, ne pere bû, ne jî tiştekî wisa. Jiber ku mirov di dîroka hebûna xwe de fêmkir ku ev yek di roja tengasîya rûmet û şerefa hebûna wî de çi pere nakin. Dil dimîne, helwesta dilsoz û zarokatiya mirov dimîne li ber pişta hebûna dawî de. Teslimiyet, yanê radesti, yanê kuştina dilê zarokatîya miletekî bindest, civakeke bê xwedi... Naxêr ev yek ji aliyê dirok ve nahête pejirandin. Bersiva dirok wê giran be, wê bi wate be, wê heta dawi edalet... Gava mirov di tengasiya hebûn û nebûnê de dimîne du rê dikeve pêș: Yek ji van teslîmbûn e, yanê bendê xeniqandina zarokatîya di dilê xwe de bi xwe dirêjê celadê xwe dike û dibêje; "Belê efendiyê min, vaye ez berdestê te me, hebûna min qurbana hebûna te be." Lê li gel vê gotinê jî, lava dike, bi çi aweyî dibe bila bibe, bihête efûkirin.Jiyana wî ya heta niha çi wate û nirx tê de çênebûyî bihête bexşandin. Yanê efûkirina tişteki wisa dixweze ku ew ti caran di wî de
Reklam
Hevalên Kurd
silav, ez demek dirêj e li ser platformek kurdî dixebitim. Armanca min ewe ku bi kurdi em kurd nivisin xwe, nivisîn blogê, ji pirtūkên kurdi girtebêjan parve kirin ya herî girîng, ew bi rêya dersên înteraktîf platforma me fêrbûna Kurdi, xwendin û nivîsandina Kurdî hêsantir bike. Daxwazên min eve ku hûn tenê tevlībûna xwe ji min re bibin alikar. Sepan li ser Play storeê hê teste ku hûn bixwazin alikariya min bikin tenê ji min re Gmaila xwe bişînin bese ez we tevli testê bikim û linka sepanê bişînim.
Kurdî
Dr Cemşîd Bedîrxan
Kurê Mîr Celadet Alî Bedirxan û şahjina Kurd Rewşen Bedirxana neviyên Mîr Bedirxanê Cizîra Botane. Ew li 09.11.1939 an de li şamê ji dayik bûye. Her wiha ew jî wekî bav û kalên xwe yên piştî Mîrektiya Botan ku hatibûn nefikîrin ji dûrî axa bav û kalan li derveyî welat mezin bûye. Bedirxan xwendina xwe ya seretayî li şamê qedandiye. Piştî wê li xwendingeha (Brimana) ya li Lubnanê berdawama xwendina xwe ya navendî kiriye û careke din ji bo xwendina dawiya navendî vegeriyaye şamê. Li şamê xwendingeha Emerîkî û Orlhodoxiê de xwendina xwe ya bilind jî qedandiye. Li sala 1958 an de li ser wasiyeta bavê xwe Mîr Celadet Alî Bedirxan ji bo xwendina bizîşkî diçe Elmanya. Bedirxan 19.09.1975 an de li gel Michtield xanim dizewice û du zarokên wî yên bi navê Curd û Evîn çêdibe. ( Curd û Evîn li Elmanya dijîn. Dr Curd xwendina xwe ya bizîşkî qedand û niha li nexweşxaneyên Elmanya karê bizîşkî dike. Evîn jî li Elmanya xwendina Pedagojî qedand û li wir kar dike. Her wiha ew li gel Jiyan Bedirxan tevlî jiyana hevjîniyê bûye.) Ew li sala 1959 an de li Elmanya dest bi xwendina bizişkî dike û li sala 1968 an de bi pileyeke baş doktoraya bizişkiyê werdigre. Her wiha li gelek nexweşxaneyên Elmanya û nêzîkî du salan jî li nexweşxaneyên Parisê de karê bizişkiyê dike. Ji bo xizmetkirina gelê Kurdistanê û vekirina nexweşxaneyeke taybetî, li temmuza sala 1970 an de piştî beyana adarê seredana başûrê Kurdistanê dike. Li bajarê Hewlêrê dixwaze nexweşxaneyeke taybet veke. Lê mixabin ji ber astengiyên sîstema hikûmeta wê demê nikare wê daxwaz û projeya xwe bi cîh bike. Li wir neçar dimîne û careke din vedigere Elmanya. Lê dema şoreşê li başûrê Kurdistanê destpêdike. Ew jî rola xwe ya serekî di alîkariyên derman û pêdiviyên tendirustiyê de dibîne û bi vî awayî jî alîkariyeke ber bi çav li tevgera
Kurdî
Rêbertî
KURDÎYA MIN JI KURDÎYA WE BAŞTİR E Serok got; Zimanê Kurdî girîng e.’ Heke mejîyek hatibe parçekirin, ziman jî parçe dibe. Heke hêza we ya siyasî tune be, hêza we ya çandî jî nabe. Heke hêza we ya rêxistinkirî nebe, wê demê hûn nikarin zimanê xwe jî li ser pêyan bigirin. Hewceye ji ewil em hêza me ya siyasî bêhtir çalak bikin ku bikarin ji hêla çandî û nasnameyê ve nirxên xwe biparêzin. Divê em xwedî li zimanê xwe derkevin, Kurdî çalaktir bikin. Heta dema em li vir bi Kurdî diaxivîn, got; ‘'Ev 27 sal in li vê derê me. Ev 30 sal in bi tu kesekî re rast û dûrist bi Kurdî neaxivîme. Lê Kurdiya min jî ya we baştir e.''
Ji bo peyvên xirab biborin.
Şerê hebûna Kurdan dest pê kir, û di heman demê de jî qûna tirkan rabû!.Êrîşî her Kurdî/ê kirin û hê jî dikin, ew Kurdên ku hemberî wan nijadperestî tê kirin tiştên bê wate dinivîsin û parve dikin mînak dibêjin yaw ez dewleta xwe hez dikim ez qurbana ala tirkiyê bibim! ango tiştên cûrbecûr belav dikin. Pêşîyê yaw îja çi dikeve we?. Dema ku ez van bê mêjîyan dibînim dîn dibim û gelekî aciz dibim. Hey kero hey kerê qet rûmeta te tine? dema ku hûn tiştên wuha dinivîsin ew tirkên ku ji we re dibêjim (böyle Kürde can kurban)qûna we radibe, hûn her dizanin hûn gelekî girîng rewşenbîr zane û dilsoz in? Hûn ti rêx nînin! ca Xwedê we çima pirtî pirtî nake.
Kurdî
Reklam
Reklam