îro werin lêzim werin
Cîran û xelkê Hêşetê
Hûn rayekê li min bikin
îro qewî girya me tê
îro qewî j`me tê girîn
Sosin li mêrgan xeyirîn
Sed heyfa lêvê şekirîn
Êdî venaxun şerbetê
Lêvê di le`lîn û şeker
Kêm bûn ji wan durr û xeber
Sed ah û kovan û keser
Heyf eyn û lam çûn hicretê
Heyf eyn û lam bûn cuda
şîn û girî dîsa te da
Em razî ne b`emrê Xuda
Herçî ji dergehê te tê
Herçî dikit ew mîr dikit
Xêr û şeran teqdîr dikit
Daxan li qelban pir dikit
Sotim bi narê firqetê
...
...