Gönderi

Evdalo çavê min kesk in, bela ne :dd
Û Evdal digot, Gulê, tu were, em herin mala me ye, Ji te re daynim bahlîf-doşegê çi dare ye, Her kî xelkê got, "îkrama Gulê ji te re çi ye?" Ez ê bêjim, "îkrama Gulê ji serê heft bavê min zêde ye." Gulê li bin gotin û qisên Evdal nedima û hema lê vedigerand, Evdal çavê min reş e, bela ne, Min rojê heft caran bi kilê sibhanê kil dane, Lê heft dengbêjê mîna te, ji bo min jinên xwe berdane. Evdal, dîsan, davête serê, Gulê, mehrûme, hatime Xamûre, defê nav dawetê, Gula Xamûrê xemilî bû, ketibû ser govende, Dilê min Evdalê Xwedê çiqas ketê. Bêyî ku Gule bisekine û li gotinên Evdal guhdarî bike, wê hema gotina xwe digot, Evdal, mehrûmo, ji erdê mîrê te Tahar Xanê heta vira, Xwîna sor neqitî ser keviran, De tu were ji min re bêje "xwişkê", Ez bêjim, "lo, bira..."
·
625 görüntüleme
Mahmut  Ateş okurunun profil resmi
Rojekê keçekmin çêbibi navê wê bikim gulê û ew berazê jê hez biki bira "rojek ji rojan evdalê zeynikê" bixûni û dîhn bibi jê zêdetir tûneye :)
Menife❁ okurunun profil resmi
😅😅
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.