Kurteanalîzek Li Ser Pirtûka Evdal Baqî, "Bablîsok"
Puan vermedi·104 syf.··
2022 30. kitabı
Pirtûk ji kurteçîrokek û yanzdeh çîrokan pêk tê. Bi rastî jî her çîrokek û xwedî gerdûneke cûda bû di nav xwe de. Dixwazim ji hêla her çar hêmayên ku hemî çîrok li serê ava dibin li vê pirtûkê binêrim lewra vê pirtûkê ji dil jî heq kir ku mirov li serê lêkolînekê an jî analîzekê bike. Cih/Mekan: Ji mêj ve ye min çîrokên bi vî qasî xwedî taybetiyên mekanên Kurdewarî nexwendibû herwiha cihên ku bûyer lê derbasdibin wekî gund, hewş, eywan, girê cinan, mizgeft, bîr, ser xênî û hwd. Nivîskar di çîroka "Ev Lîstik Bi Mirinê Xelas Dibe" de mekanekî ku di mêjiyê her kurdî de an jî hema bêje li hemî gundên Kurdan ku cihek wisa taybet heye ava kiriye "Girê Cinan" cihekî efsûnî û mişt tirs jixwe ji navê wê jî diyar e. Ez bawer im di zaroktiya me hemûyan de cihekî wisa bi efsûn, cihekî wisa bi tirs hebû. Qet tune be mezel(gor)ên gund xwedî taybetiyeke wisa ne bi gelemperî. Girê Cinan, ne gengaz e ku xwendevan nebe wî cihê taybet ku di zarokatiya wî/wê de navê 'tirs'ê li mêjiyê wê/wî nexş kiriye û heta bi heta dê di binhişiya wê/wî de bijî. Ezê yek bi yek li ser mekanên hemî çîrokan nesekinim lewra nivîs dê gelekî dirêj bibe. Wext: di çîrokan de wext wextê zarokatiya me ye, ne anha ye. Her çiqas di hin çîrokan de qala dema têdeyî bê kirin jî ew ji bo leheng û nivîskar e lewra dema mirov dest bi xwendina çîrokan dike bivê nevê mirov niqûyî gola demên berê dibe. Nizanim gelo bi zanebûn 'bîr' ewqasî hatiye bikaranîn an ji ber ku li wê herêmê bîr pir tên bikaranîn ev tesadûfek e lê bi ya min çiqasî bi zanebûn çiqasî bê zanebûn be jî ew bîr binhişiya nivîskar bi xwe ye û ew binhişî jî bi gelemperî ji demên zarokatiyê mane. Bîr metaforek e û di wateya 'wext' , 'dem' ê de bi gelemperî tê bikaranîn. Herwiha di destpêkê de jî gotina li ser bîrê bawer im tesadufeke xweş e Di hin çîrokan de ji
Kurdî
BablîsokEvdal Baqî · Wardoz Yayınları · 015 okunma
Bajarê Mosîqarên Spî
Puan vermedi·712 syf.··
2022 8. kitabı
Ev pirtûk çîroka herî dirêj bû ku ji zarokatiya xwe ve ez lê guhdarî dikim(dixwînim). Berî ku nêrînên xwe û çend gotinan di derbarê vê pirtûkê de binivîsim dixwazim pêşî hestên xwe bînim ziman. Herwiha dema min dest bi pirtûkê kir û ez hêdî hêdî pê ve çûm min xwe weke lehengê qirase Mîrze Mihemed hizir kir. Ez jî weke wî terayî bîrekê bûm ku heft roj û heft şevan encax ez gihaştim binê bîrê û di heman demê de gihaştim dinyayeke din. An jî ger ez mînakeke din bidim herwekî Alîs(Alice)a Lewis Carroll ku li pey kêvrûşkekê diçe û ji nişka ve dikeve bîreke kûr, çaleke kûr û di heman demê de dikeve gerdûneke bi efsûn. Ji mêj ve ye ne dema ku ez dinivîsim ne jî dema ku ez dixwînim ewqasî bi qonsantre neketibûm nav çîrokekê. Lehengên pirtûkê tev bi awayekî xwe, bi taybetmendiyeke xwe teqez efsûnî bûn lê hin ji wan hebûn ku bi her awayê xwe efsûnî bûn heta ez karim bibêjim ku ew bi xwe efsûn bûn. Sê muzîkjenên ku bi eşq û hêza bilûrê li ser avê dimeşin, destê wan digihîje heyvê, ji bayê fehm dikin, dengê baranê dibihîsin... Zilamekî ku du hespên spî tim û daîm di mêjiyê wî de didin çargavê û dibin ezabê gunehê ku heta niha kiriye. Herwiha tekane kes e ku ji gava çêbûye û heta mirina xwe weke dareke porteqalê, weke bexçeyekî porteqalê bêhn dide.. Jineke ku li pey cendekê birayê xwe û evîndarê xwe bajar bajar digere û hemû êşên şer û dinyayê daye milê xwe.. Bijîşkekî ku dilê wî tenê ji parastina başîtiyê û ji bo veşartina amûrên hûnerê lêdide.. Zilamekî ku ji şeveqê heta êvarê şewka xwe davêje avê ji bo ku mêraniya wî ya ku hatiye jêkirin bibîne.. Leşkerên ku ji guhên kuştiyan koleksiyon çêdikin... Du bilûrvan û mamosteyekî efsûnî ku ji dengê ba, baran, av, ewr û hwd. newayên bi tilism, melodiyên bi efsûn diafirînin. Sê muzîkjenên ku bi hêza bilûra xwe li ser avê dimeşin, bi hêza
Kurdî
Bajarê Mosîqarên SpîBextiyar Elî · Avesta Yayınları · 202118 okunma
Tatil planı hazırsa sıra okuma listenizde!
Bu yaz yanınızdan ayırmak istemeyeceğiniz kitapları sizin için bir araya getirdik. 💬 Siz olsanız bu listeden hangisiyle başlardınız?
10/10
·106 syf.··
Beğendi
·
2021 24. kitabı
ewr, ewr'ên reş, tarîtî, tenêtî, bendamayîn, dînîtî, şerm, Hêvî, mirî, mirîyên hemû zemanî an ê vî zemanî... Ê ku van tevlîhevîya guhdarî dike jî rebena Qijalk'a reş. Ji xwe fewzî bîlge jî fahm kiribu ev tişten ku di nava mêjîyên wî diçin û tên, tenê ajalek kare guhdarî bike. Naxwe ew ajal jî zêde nema û çuyîn pê hêsan hat... Divê mirov ronahî ya dû hundirê tarîye de bigere û bibîne. Heger ku nehat dîtin rewş ne baş e. Qewla nivîskarê qijalk ê jî ku digot; wê gavê me pê girt. :) Zêdebûna ramanên ecebmayî bera çavên we qet netirsîne, Bêguman hûn ê jî ji zimanê fewzî bîlge ê zelal û  pak hez bikin. An jî hûn ê poşman bibin... Xwendevanên fewzî bîlge baldar bin û li mêjîyê xwe miqatebin:)
Edebiyat
QijalkFewzî Bîlge · Lîs Yayınları · 202012 okunma