Lêlê Dîlber.Tekman e şewitî bişewite ji dilê min û tera wa li min ke.
Segmanê gundê me Emer axa mîrê Tatos ê mîrê zirav bi sê tezane,bi gulik û bi qendik û wa bi bendike bira devê min bixal û deqê sing û berê Dîlber e;
Emer axa Mîrê zirav biketa,Emer axa Mîrekî zor û zurbe,bira şîkayet û gilîyê min bike,lingê min li qeydêxe;
Destê min li kelepçêxe,hisûyê min li lêxe,sed û yek dar li binê lingê min lexe,sed û yek zêr fendeqî cezayê ji min bistîne;
Sed û yek salî ceza îdama min bide,berê min bidin Sinop ê, Zongildax ê, a di nav behra,nava qandar û qatilê mehpûsxana Siwêrekê;
Heval û hogirê ji min pirsîne,ceza û cirna te çîye?
Ezê bêjim mala we mirat bîyo minê ramûsanekî ji xal û xetê sing û bera Dilberê kerem kirîye;
Emer axa Mîrê zirav kerem kirîye,Emer axa Mîrekî zor û zirbe,şikayêt û gilîyê min kirîye;
Lingê min bi qeyde,destê min bi kelepçeye,histûyê min bi leleye,sedûyek dar li bin lingê mine,sedûyek zêr fendeqî ceza ji min standîye;
Gidîno ji bona xatirê ramûsana Dîlber a min cezayê min tunene;
Hela bala xwe bidinê cirma min hindike Dîlber,Dîlber..Dîlber….
Aaax limin…Ê hêê,hêê gidî,Ax dîl bilmezê hê hê yemanê li min,
Ê tew zalimê hê,hê………hê,hê Dîlber.
Lê Dîlber. Zozanê fêzî mane zozanê mene….Bê qewle,bê qerare hêşîn nabe şûna kêf û henek û zewq û laqirdîyê min û te ne haê Dîlber ê de haê Dîlber dimrim Esmer.
Lêlê Dîlberê sibeye tu bala xwe bidê çîya li hev bang dikir û digotî çîyayê…
Le darê mezin xeberdanê devyane,şaxê piçûk xeberdanê gelîyane,Gulê digotî Rihanê,go xwengê kanê koçerê van zozanê?Go dayîke tu nizanî payîza Welat ê me Serhedê;
Hatîye qirê berfê xwe avêtîye serê çilan û çîyan,li me hişkbûne gîhayê zozana,li me çikyanê avê çeman û kanîyan;
Mûrad a welatê me biharê radibe payîza navêje kapê û hur canîyan;
Qîz û...bûkê van sal û zemana berê merivra